Nameya Aqûb Beşa 1

Silav 

1
Aqûbê* xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, silavan li diwanzdeh eşîrên ku belav bûne dike.

Bawerî û Şehrezayî 

2
Birayên min, kengê hûn bikevin ceribandinên cûr bi cûr, vê yekê şahiyeke temam hesab bikin.

3
Çimkî hûn dizanin ceribandina baweriya* we ragirtinê* pêk tîne.

4
Û bila ragirtin karê xwe temam bike, da ku hûn bibin mirovên temam û gihîştî û di tiştekî de kêmahiya we tune be.

5
Eger şehrezayiya yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê dayîn.

6
Lê bila bi bawerî* bixwaze û dudilî nebe. Çimkî yê ku dudilî dibe, wek pêla deryayê ye ya ku ba lê dixe û şeqil dide.

7
Mirovekî weha bila nefikire ku ewê tiştekî ji Xudan bistîne.

8
Ew mirovekî dudilî û di hemû riyên xwe de bêbiryar e.

Xizanî û Dewlemendî 

9
Birayê reben bila bi serbilindiya xwe,

10
yê dewlemend jî bila bi rebeniya xwe pesnê xwe bide. Çimkî ewê wek kulîlka giyê derbas bibe.[a]

11
Ji ber ku roj bi germiya xwe ya bi şewat hiltê û giyê hişk dike. Kulîlka giyê dikeve û spehîtiya wê namîne. Bi vî awayî yê dewlemend jî wê di nav kar û xebata xwe de biçilmise.

Ceribandin 

12
Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire*. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne.

13
Gava ku tê ceribandin, bila tu kes nebêje: «Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.» Çimkî Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne.

14
Lê her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin.

15
Di pey de xwestek avis dibe û guneh tîne. Û çaxê ku guneh digihîje, mirinê tîne.

16
Birayên min ên hezkirî, neyên xapandin!

17
Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji jor e, ji Bavê* ronahiyan tê xwarê. Li ba wî guherîn û siya zivironekiyê tune.

18
Wî li gor daxwaza xwe, bi peyva* rastiyê jiyan da me, da ku em bibin cûreyeke berê* pêşî yê afirînên wî.

Guhdarîkirin û Anîna Cih 

19
Birayên min ên hezkirî, hûn vê bizanin: Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.

20
Çimkî hêrsbûna mirov rastdariya Xwedê pêk nayne.

21
Ji ber vê yekê her cûreyê pîsîtiyê û xerabiya ku pirr bûye ji ser xwe bavêjin. Bi nermî peyva ku di dilê we de hatiye çandin û dikare canê we xilas bike, qebûl bikin.

22
Xwe nexapînin û nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin, lê peyvê bînin cih.

23
Eger kesek guhdarê peyva Xwedê be û wê neyne cih, wek wî kesî ye ku di neynikê de li rûyê xwe yê rast dinêre.

24
Ew li xwe dinêre, piştre diçe û di cih de ji bîr dike ka ew çawa ye.

25
Lê belê yê ku li Şerîeta* bêkêmahî ya ku azad dike, qenc dinêre û di wê de dimîne û tiştên ku dibihîze ji bîr nake, lê pêk tîne, ewê di karê xwe de bextewar be.

26
Eger yek xwe dîndar dihesibîne, lê zimanê xwe desgîn* nake û dilê xwe dixapîne, dîndariya wî pûç e.

27
Li ba Bav Xwedê, dîndariya paqij û bêleke ev e ku mirov di tengahiyên sêwî û jinebiyan de here serdana wan û xwe ji lekeyên dinyayê biparêze.

  1. a. 1:10 Îşaya 40:6-7