Nameya Aqûb Beşa 5
- 1
- Îcar dewlemendno, niha werin û li ser rebeniya xwe ya ku wê bê serê we bigirîn û bikin qîrîn.
- 2
- Dewlemendiya we riziyaye û bizûzkan cilên we xwariye.[]
- 3
- Zêr û zîvên we zengarî bûne. Zengara wan wê li hemberî we şahidiyê bike û wek êgir goştê we bixwe. Di rojên dawîn de we xezîne civandin.
- 4
- Va ye, heqê wan karkerên ku zeviyên we dirûtine û we bi hîle ji wan standiye, diqîre. Hawar hawara paleyan gihîştiye guhê Xudanê* Ordiyan.[]
- 5
- We li dinyayê xwe da kêf û şahiyê û we dilê xwe ji bo roja şerjêkirinê qelew kir.
- 6
- We yê rast ê ku li ber we ranabe, sûcdar derxist û kuşt.
- 7
- Loma birano, heta hatina Xudan sebir bikin. Binêrin, cotkar li benda berê erdê yê hêja dimîne û ji bo vê yekê sebir dike heta barana biharê û ya payîzê li ser dibare.
- 8
- Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.
- 9
- Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye!
- 10
- Birano, pêxemberên* ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin.
- 11
- Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine*, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb* bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e.[]
- 12
- Îcar birayên min, berî her tiştî, sond nexwin. Ne bi erdê, ne bi ezmên û ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Bila erêya we «Erê» û naya we «Na» be, da ku hûn neyên dîwankirin.[]
- 13
- Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan* bêje.
- 14
- Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê* bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin.[]
- 15
- Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin.
- 16
- Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e.
- 17
- Êlyas* jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî.
- 18
- Piştre wî dîsa dua kir; ezmên baran da û erdê jî berê xwe da.[]
- 19
- Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê* bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne,
- 20
- bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne.[]