Nameya Pawlos a ji Galatiyan re Beşa 2

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Galatî 2

Pawlos û Şandiyên Din 

1
Piştî çardeh salan, min Tîtos* jî hilda ba xwe û bi Barnabas re careke din ez derketim Orşelîmê.[a]

2
Ez li gor peyxamê çûm. Loma ji bo ku ez badîhewa nebezim an nebezî bim, min ew Mizgîniya ku ez di nav miletan de didim bihîstin, ji wan re got, di civîneke bi taybetî de pêşkêşî yên xweyî siyanet* kir.

3
Tîtosê ku bi min re bû, bi ser ku Yewnanî bû jî, nehat zorkirin ku sinet* bibe.

4
Ev yek jî ji rûyê birayên qelp derket, yên ku ew kirin hundir û ketin nav me, da ku bi muxbîrî azadiya me ya bi Mesîh Îsa hîn bibin, me bikin dîl.

5
Lê ji bo ku rastiya Mizgîniyê herdem bi we re be, me ji bo saetekê jî li ber wan serî dananî.

6
Lê yên ku giregir tên dîtin – demekê çi bûn, ji bo min ferq nake. Xwedê li şexsê mirovan nanêre – ez dibêjim yên giregir, tiştekî zêde hînî min nekirin.

7
Lê bervajiyê vê: Wan dît, wek ku li Petrûs hatiye spartin ku Mizgîniyê bide Cihûyan, li min hatiye spartin ku ez Mizgîniyê bidim miletên din.

8
Çimkî yê ku di jiyana Petrûs de xebitî ku ew ji Cihûyan re bibe Şandî, di jiyana min de jî xebitî ku ez ji miletan re bibim Şandî.

9
Aqûb*, Kîfas* û Yûhenna* yên ku stûn dihatin hesabkirin, gava bi kerema ku ji min re hatiye dayîn derxistin, ji bo hevpariyê destên xwe yên rastê dan min û Barnabas û erê kirin ku em herin miletên din û ew jî herin Cihûyan.

10
Bi tenê ji me xwestin ku em belengazan bînin bîra xwe. Min jî xîretkêşî kir ku ez vê yekê bikim.

Pawlos li Entakyayê Erzê Petrûs Dişikêne 

11
Lê gava ku Kîfas hat Entakyayê, ez bi eşkereyî li ber wî rabûm. Ji ber ku sûcdar bû.

12
Çimkî, beriya ku hin kes ji aliyê Aqûb ve bên, Kîfas bi bawermendên ku ji miletan bûn re xwarin dixwar. Lê piştî ku ew hatin, Kîfas ji yên ku li pey sinetbûnê diçin tirsiya, xwe da paş û ji wan veqetiya.

13
Cihûyên Mesîhî yên din jî bi wî re durûtî kirin, wusa ku Barnabas jî bi durûtiya wan hat girtin.

14
Lê gava min dît ku ew li gor rastiya Mizgîniyê rêve naçin, min li pêş hemûyan ji Kîfas re got: «Eger tu Cihû yî û tu bi xwe ne wek Cihûyan, lê wek miletan dijî, tu çawa miletan mecbûr dikî ku bibin Cihû?»

Cihû û Milet bi Baweriyê Xilas Dibin 

15
Her çiqas em bi eslê xwe Cihû ne û em ne ji gunehkarên miletên din in,

16
em dizanin mirov, ne bi kirina Şerîetê*, lê bi baweriya* ku bi Îsa Mesîh e rastdar derkeve. Û me jî bawerî bi Mesîh Îsa aniye, da ku em ne bi kirina Şerîetê, lê bi baweriya bi Mesîh rastdar derkevin. Çimkî tu kes, bi kirina Şerîetê rastdar dernakeve.[b]

17
Lê çaxê em dixebitin ku em bi Mesîh rastdar bên hesabkirin û em jî di vê yekê de gunehkar bên dîtin, qey Mesîh xizmetkarê guneh e? Na, tu caran!

18
Çimkî, eger ez wan tiştên ku min hilweşandine ji nû ve ava bikim, ez kifş dikim ku ez sûcdar im.

19
Lê ez bi Şerîetê ji bo Şerîetê mirim, da ku ez ji bo Xwedê bijîm. Ez bi Mesîh re hatim xaçkirin

20
û êdî ez najîm, lê Mesîh di dilê min de dijî. Ew jiyana ku niha ez di bedenê de dijîm, ez bi baweriya bi Kurê* Xwedê yê ku ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir, dijîm.

21
Ez kerema Xwedê betal nakim. Çimkî eger rastdarî bi Şerîetê be, Mesîh badîhewa miriye.

  1. a. 2:1 Karên Şandiyan 11:30; 15:2
  2. b. 2:16 Romayî 3:20-22