Karên Şandiyan Beşa 13

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 13

Barnabas û Şawûl Tên Wezîfedarkirin û Diçin Qibrisê 

1
Di civîna li Entakyayê de pêxember û mamoste hebûn: Barnabas, Şimûnê ku jê re Nîgêr digotin, Lûkyosê ji Kûrênê, Menayînê ku birayê şîrî yê Mîr Hêrodês* bû û Şawûl.

2
Çaxê ku ev diperizîn Xudan û rojî digirtin, Ruhê Pîroz got: «Barnabas û Şawûl ji bo wî karê ku min gazî wan kiriye, veqetînin.»

3
Hingê piştî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û ew şandin.

4
Bi vî awayî ew ji aliyê Ruhê Pîroz ve şandî, dageriyan Sêlûkyayê û ji wir bi gemiyê çûn Qibrisê.

5
Gava gihîştin Selamîsê, wan peyva Xwedê di kinîştên* Cihûyan de dan bihîstin. Yûhenna jî alîkariya wan dikir.

6
Çaxê ew li seranserê giravê geriyan û hatin Pafosê, wan li wir yekî Cihû, ku pêxemberekî derewîn û sêrbaz bû dît, ku navê wî Baryêşû bû.

7
Ew dostê Sergiyos Pawlosê walî bû. Walî zilamekî aqilmend bû, wî gazî Barnabas û Şawûl kir û xwest ku peyva Xwedê bibihîze.

8
Lê Bareyeşû- ku wek Êlûmasê sêrbaz dihat jî zanîn– li ber wan rabû û dixebitî ku walî ji bawerkirinê bizivirîne.

9
Lê Şawûl, yanî Pawlos*, bi Ruhê Pîroz tije bi baldarî li wî nêrî û

10
got: «Hey kurê Îblîs! Dijminê her rastiyê, bi hemû hîle û xerabiyan tije! Ma tu dev ji xwarûvîçkirina riyên Xudan ên rast bernadî?

11
Va ye, destê Xudan li hember te ye, tê kor bibî û tu ji bo demekê tavê nabînî.» Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, veşewişî, li yekî geriya ku bi destê wî bigire.

12
Gava walî dît ku çi bû, wî bawerî anî, ew li hînkirina li ser Xudan gelek şaş ma.

Pawlos û Barnabas li Entakya Pisîdyayê 

13
Pawlos û hevalên xwe bi gemiyê ji Pafosê bi rê ketin û hatin bajarê Pergêya Pamfîlyayê. Hingê Yûhenna ew hiştin û vegeriya Orşelîmê.

14
Ew jî ji Pergêyê derbas bûn û hatin Entakya Pisîdyayê û roja* Şemiyê ketin kinîştê û rûniştin.

15
Piştî xwendina Şerîetê û Nivîsarên Pêxemberan, serekên kinîştê rêkirin pey wan û gotin: «Birano, eger peyveke we ya cesaretê ji xelkê re hebe, kerem kin, bêjin.»

16
Hingê Pawlos rabû, destê xwe hilda û got:
«Gelî Îsraêliyan û hûn ên din ên ku ji Xwedê ditirsin, guhdarî bikin.

17
Xwedayê vî gelê Îsraêl bav û kalên me bijartin û gava li welatê Misrê diman ew kirin miletekî mezin. Bi zendê xwe yê hêzdar ew ji wir deranîn[a]

18
û bi qasî çil salan li çolê bîhna xwe li wan fireh kir.[b]

19
Piştî ku wî li welatê Kenanê* heft milet qir kirin, wî welatê wan bi mîrasî da wan.[c]

20
Wê demê nêzîkî çar sed û pêncî salan kişand. Piştî vê yekê wî hukumdar dan wan, heta dema Samûêl* pêxember.[d]

21
Piştre wan padîşahek xwest û Xwedê Şawûlê kurê Kîş ji eşîra Binyamîn* da wan û wî çil salan padîşahî kir.[e]

22
Piştî ku ew ji text anî xwarê, Dawid rakir ku bibe padîşahê wan û li ser wî weha şahidî kir û got: ‹Min Dawidê kurê Yêşa*, zilamekî li gor dilê xwe dît. Ewê hemû daxwazên min bîne cih.›[f]

23
Ji dûndana vî mirovî Xwedê ji Îsraêl re, wek ku soz dabû, Xilaskar Îsa şand.

24
Hê beriya hatina wî, Yûhenna ji hemû gelê Îsraêl re imada* tobekirinê hîn kir.[g]

25
Gava ku Yûhenna karê xwe ber bi qedandinê ve dianî, got: ‹Di gumana we de ez kî me? Ez ne ew im. Lê va ye, yek piştî min tê, ez ne hêja me ku dûlikên çaroxa di lingê wî de vekim.›[h]

26
«Gelî birayan, hûn zarokên dûndana Birahîm* û yên din ên ku ji Xwedê ditirsin, ev peyva xilasiyê ji me re hatiye şandin.

27
Çimkî yên ku li Orşelîmê rûdinin û serekên wan ew nas nekirin, wan dîwana* wî kir û ew peyvên pêxemberan ên ku her roja Şemiyê tên xwendin anîn cih.

28
Bi ser ku ji bo kuştina wî tu sedem nedîtin jî, ji Pîlatos xwestin ku wî bikuje.[i]

29
Piştî ku wan hemû tiştên ku li ser wî hatine nivîsîn anîn cih, ew ji dar anîn xwarê û kirin gorê.[j]

30
Lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir.

31
Gelek rojan ji wan ên ku bi wî re ji Celîlê derketibûn Orşelîmê re xuya bû. Û niha ew li ber gelê me şahidên wî ne.[k]

32
Îcar em Mizgîniya wê soza ku Xwedê ji bav û kalên me re dabû, didin we.

33
Wî ev soz ji bo me, yanî ji bo zarokên wan, bi rakirina Îsa anî cih. Çawa ku di Zebûra diduyan de jî hatiye nivîsîn:
‹Tu Kurê min î;
Îro tu ji min re bûyî.›[l]

34
Û li ser rakirina wî ya ji nav miriyan, ku ew êdî venegere rizîbûnê, wî weha gotiye:
‹Ezê sozên pîroz û dilsoz ên ku Dawid standibûn, bidim we.›[m]

35
Loma di Zebûreke din de jî weha dibêje:
‹Tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne.›[n]

36
«Çimkî piştî ku Dawid di dema xwe de ji bo armanca Xwedê xizmet kir, ew mir û çû ba bav û kalên xwe û riziya.

37
Lê ewê ku Xwedê ji mirinê rakir, rizîbûn nedît.

38
Ji bo vê yekê birano, bizanin ku bi destê wî, lêbihûrtina gunehan ji we re tê danbihîstin.

39
Û her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve.

40
Loma hay ji xwe hebin, da ev yeka ku pêxemberan gotiye neyê serê we:

41
‹Binêrin, hûn ên ku tinazên xwe dikin!
Şaş bimînin û helak bibin,
Çimkî ez di rojên we de karekî dikim
Karekî wusa, ku yek ji we re bêje jî,
Hûn qet bawer nakin.›[o] »

42
Çaxê ku Pawlos û Barnabas derketin derve, xelkê ji wan hêvî kir Şemiya ku bê jî li ser van tiştan ji wan re bipeyivin.

43
Çaxê civîna di kinîştê de belav bû, gelek Cihû û xwedêperestên ji miletên din li pey Pawlos û Barnabas çûn. Ew jî ji wan re peyivîn û ew hişk şidandin, ku tam di kerema Xwedê de bimînin.

44
Şemiya din, hema bêje tevahiya bajêr ji bo ku peyva Xudan bibihîze civiya.

45
Lê gava Cihûyan elalet dîtin, bi çavnebariyê tije bûn, çêr kirin û li hember tiştên ku Pawlos digot rabûn.

46
Hingê Pawlos û Barnabas, bi ziravî peyivîn û gotin: «Diviya ku pêşî peyva Xwedê ji we re bihata gotin. Madem ku hûn wê red dikin û xwe hêjayî jiyana herheyî nabînin, va ye, em jî li miletên din dizivirin.

47
Çimkî Xudan li me weha emir kiriye:
‹Min tu kirî ronahiya miletan,
Da ku tu xilasiyê heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibî.›[p] »

48
Gava yên ji nav miletan* ev bihîst, şa bûn û pesnê peyva Xudan dan û yên ku ji bo jiyana herheyî hatibûn kifşkirin, bawerî anîn.

49
Bi vî awayî peyva Xudan li hemû herêmê belav bû.

50
Lê Cihûyan jinên xwedêperest û qedirbilind û giregirên bajêr rakirin ser piyan, tengahî dan Pawlos û Barnabas û ew derxistin derveyî herêma xwe.

51
Wan jî toza lingên xwe li hember wan daweşandin û hatin Qonyayê.[q]

52
Îcar şagirt bi şabûnê û bi Ruhê Pîroz tije bûn.

  1. a. 13:17 Derketin 1:7; 12:51
  2. b. 13:18 Hejmartin 14:34
  3. c. 13:19 Dubarekirina Şerîetê 7:1; Yêşû 14-19
  4. d. 13:20 Hukumdar 2:16; Samûêl I, 3:20
  5. e. 13:21 Samûêl I, 8:5; 10:21
  6. f. 13:22 Ji: Samûêl I, 13:14; Îşaya 44:28
  7. g. 13:24 Lûqa 3:3
  8. h. 13:25 Lûqa 3:16
  9. i. 13:28 Lûqa 23:21-23
  10. j. 13:29 Lûqa 23:50-56
  11. k. 13:31 Karên Şandiyan 1:3
  12. l. 13:33 Ji: Zebûr 2:7
  13. m. 13:34 Ji: Îşaya 55:3
  14. n. 13:35 Ji: Zebûr 16:10
  15. o. 13:41 Ji: Habaqûq 1:5
  16. p. 13:47 Ji: Îşaya 49:6
  17. q. 13:51 Lûqa 9:5