Karên Şandiyan Beşa 14

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 14

Pawlos û Barnabas li Qonyayê 

1
Îcar li Qonyayê Pawlos û Barnabas wek her car ketin kinîşta Cihûyan û wusa peyivîn, ku elaleteke mezin hem ji Cihûyan û hem ji miletên din bawerî anîn.

2
Lê Cihûyên ku bawer nekirin, yên ji miletên din rakirin ser piyan û dilê wan li hember birayan reş kirin.

3
Ew demeke dirêj li wir man, ji bo Xudan bi ziravî peyivîn; Xudan jî şahidiya peyva kerema xwe dikir, bi destê wan nîşan û karên mezin çêdikirin.

4
Lê xelkê bajêr bûn du bend; hinekan pişta Cihûyan girt, hinekan jî ya Şandiyan.

5
Îcar yên ji miletên din û Cihû, bi serokên xwe ve rabûn ku êrîşî wan bikin, wan riswa bikin û bidin ber keviran.

6
Gava Şandî bi vê yekê hesiyan, reviyan bajarên Lîstra û Derbeyê yên Lûkayonyayê û der û dora wan.

7
Li wan deran jî wan Mizgînî dida.

Li Lîstra û Derbê 

8
Li Lîstrayê zilamekî şeht* hebû ku li erdê rûdinişt; ew ji zikmakî ve şeht bû û tu caran rêve neçûbû.

9
Gava ku Pawlos dipeyivî, wî guhdariya wî dikir. Û Pawlos bi baldarî li wî nêrî û dît ku baweriya wî heye, ku sax bibe.

10
Hingê bi dengekî bilind got: «Rabe û li ser lingên xwe raweste.» Wî jî xwe hilavêt û dest pê kir, rêve çû.

11
Gava elaletê dît ku Pawlos çi kir, dengê xwe hildan û bi zimanê Lûkayonî gotin: «Îlah di şiklê mirovan de hatine jêr nav me!»

12
Wan ji Barnabas re got Zews, ji Pawlos re gotin Hermês, çimkî ew peyvbêjê sereke bû.[a]

13
Kahînê Zewsê ku perestgeha wî li derveyî bajêr bû, ga û tacegul anîn ber dergehên bajêr, wî bi elaletê re xwest ku goriyan* bide.

14
Gava ku Şandiyan, yanî Barnabas û Pawlos ev yek bihîstin, wan cilên xwe çirandin, bi nav elaletê ve bezîn, qîriyan û gotin:

15
«Camêrno, hûn çima wusa dikin? Em jî wek we mirov in, evdên Xwedê ne; em Mizgîniyê ji we re tînin, da ku hûn ji van tiştên pûç li wî Xwedayê jîndar vegerin, yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên ku di wan de ne, afirandine.[b]

16
Di dema nifşên* bihûrî de, wî hişt ku her milet li riya xwe here.

17
Dîsa jî wî xwe bê şahidî nehişt, qencî kir û ji ezmên baran û demsalên berdar dan we; bi xwarinê hûn têr kirin û dilê we tije şabûn kir.»

18
Bi van peyvan, wan bi zorê kir ku elalet ji bo wan goriyan nede.

19
Lê Cihû ji Entakya û Qonyayê hatin û elalet kişandin aliyê xwe. Hingê wan Pawlos dan ber keviran, ew kaş kirin derveyî bajêr û gotin qey miriye.

20
Lê gava ku şagirtan dora wî girt, ew rabû û çû nav bajêr. Dotira rojê ew bi Barnabas re çû Derbeyê.

Vegerîna Entakya Sûriyê 

21
Piştî ku wan Mizgînî da wî bajarî û gelek kes kirin şagirt, ew vegeriyan Lîstra, Entakya û Qonyayê.

22
Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.»

23
Piştî ku wan ji bo her civînê rihspî rakirin, bi dua û rojîgirtinê ew spartin wî Xudanê ku bawerî pê anîbûn.

24
Piştre di Pisîdyayê re derbas bûn û hatin Pamfîlyayê.

25
Li Pergêyê jî peyva Xwedê gotin û berjêr bûn, çûn Entalyayê.

26
Ji wir ew bi gemiyê vegeriyan Entakyayê, wê dera ku ji bo vî karê ku anîbûn serî, li kerema Xwedê hatibûn spartin.

27
Gava hatin, wan civîna bawermendan kom kir û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn û çawa deriyê baweriyê li ber miletan vekiribû, tev gotin.

28
Û ew demeke dirêj li wir bi şagirtan re man.

  1. a. 14:12 Zews: Pûtê Yewnaniyan ê herî mezin bû. Bi zimanê Latînî «Yûpîter» jê re digotin. Pûtekî din jî hebû, ku navê wî «Hermês» bû, ew qasidê Zews û pûtên din dihat hesabkirin.
  2. b. 14:15 Zebûr 146:6