Karên Şandiyan Beşa 16

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 16

Tîmotêyos Hevaltiya Pawlos û Sîlas Dike 

1
Hingê Pawlos hat Derbe û Lîstrayê jî. Li wir şagirtek hebû ku navê wî Tîmotêyos* bû. Ew kurê jineke Cihû ya bawermend bû; lê bavê wî ne Cihû bû.

2
Birayên ku li Lîstra û Qonyayê bûn, li ser wî bi qencî dipeyivîn.

3
Pawlos xwest ku ew bi wî re bê; ew hilda û ji ber Cihûyên wan deran ew sinet kir; çimkî hemûyan dizanibû ku bavê wî ne Cihû bû.

4
Gava ku di bajaran re derbas dibûn, biryarên ku li Orşelîmê ji aliyê Şandî û rihspiyan ve hatibûn dayîn, didan wan, da ku wan pêk bînin.

5
Bi vî awayî civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû.

Di Dîtiniyekê de Gazîkirina Pawlos a Mekedonyayê 

6
Ew di herêma Firîgya û Galatyayê re derbas dibûn, çimkî Ruhê Pîroz nehişt ku peyva Xwedê li herêma Asyayê* bêjin.

7
Çaxê ew hatin pêşberî Mîsyayê, xwestin ku herin herêma Bîtînyayê, lê Ruhê Îsa destûr neda wan.

8
Di ber Mîsyayê re derbas bûn, daketin Troyayê.

9
Bi şev Pawlos di dîtiniyekê* de dît ku zilamekî Mekedonî radiwesta, ji wî lava dikir û digot: «Derbasî Mekedonyayê bibe û alîkariya me bike.»

10
Gava wî ev dîtinî dît, di cih de em xebitîn ku em herin Mekedonyayê. Me jê derxist ku Xwedê gazî me dike ku em Mizgîniyê bidin wan.

Zivirîna Lîdya 

11
Em ji Troyayê bi gemiyê derketin û sererast çûn Samotraxê. Dotira rojê em gihîştin Nêyapolîsê.

12
Em ji wir çûn Filîpyayê, ku ev der bajarekî sereke yê Mekedonyayê ye û koloniyeke* Romayê ye. Em li vî bajêrî çend rojan man.

13
Roja Şemiyê em di dergehê bajêr re derketin û çûn ber lêva çem, çimkî em difikirîn ku li wir cihekî duakirinê heye. Em rûniştin û bi jinên ku li wir civiyabûn re peyivîn.

14
Di nav wan de jineke xwedêperest a ku navê wê Lîdya bû guhdariya me dikir. Ew ji bajarê Tiyatîrayê bû û cilên binefşî difirotin. Xudan dilê wê vekir, da ku bi baldarî guhê xwe bide tiştên ku Pawlos digotin.

15
Çaxê ew û maliyên xwe imad* bûn, wê ji me hêvî kir û got: «Eger hûn min bawermendeke Xudan dihesibînin, kerem kin, werin mala min û li wir bimînin.» Û zor li me kir, em birin.

Pawlos û Sîlas Tên Girtin 

16
Û rojekê, çaxê em diçûn cihê duakirinê, keçikeke xizmetkar a ku ruhê falbaziyê pê re hebû, rastî me hat. Wê bi falvekirinê ji xwediyên xwe re gelek pere dida qezenckirin.

17
Keçik li pey me û Pawlos dihat û bi qîrîn digot: «Ev mirovên ha xizmetkarên Xwedayê Herî Berz in, ew riya xilasiyê bi we didin zanîn.»

18
Keçikê bi rojan ev yek kir. Lê li zora Pawlos çû, zivirî û ji ruh re got: «Ez bi navê Îsa Mesîh li te emir dikim, ji wê derkeve.» Û hema wê gavê ruh ji wê derket.

19
Îcar gava ku xwediyên wê dîtin ku hêviya wan a qezenckirina peran ji dest derket, wan Pawlos û Sîlas* girtin, kaş kirin meydana sûkê, ba serweran.

20
Çaxê ew anîn ba serwerên bajêr, wan got: «Ev mirovên ha bajarê me tevlihev dikin, ev Cihû ne

21
û adetên ku ji bo me Romayiyan çênabin ku em bikin, an qebûl bikin, hîn dikin.»

22
Hingê elaletê jî êrîşî wan kir, serdarên bajêr cilên ser wan dan çirandin û emir kirin ku bi daran li wan bixin.

23
Piştî ku gelek li wan xistin, ew avêtin zîndanê û li qerdiyan emir kirin ku baş çavnêriya wan bike.

24
Li ser vê emirkirinê, wî ew kirin hucreya hundir û lingên wan qeyd kirin.

25
Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije* digotin. Girtiyan jî guhdariya wan dikir.

26
Ji nişkê ve erdhejîneke wusa mezin çêbû ku bingehên girtîgehê veleqiyan. Û di cih de hemû derî û zincîrên her kesî vebûn.

27
Çaxê qerdiyan hişyar bû û dît ku deriyên zîndanê vekirî ne, şûrê xwe kişand û dikir ku xwe bikuje. Çimkî wî got qey hemû girtî reviyane.

28
Lê Pawlos bi dengekî bilind gazî kir û got: «Nebe tu xwe bikujî; em hemû li vir in!»

29
Qerdiyan ronahî xwest û ket hundir, lerizî û xwe avêt ber Pawlos û Sîlas.

30
Wî ew anîn derve û got: «Ezbenî, ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?»

31
Wan jî bersîv da û gotin: «Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin.»

32
Û wan peyva Xudan ji wî û ji hemûyên li mala wî re gotin.

33
Hema di wê saeta şevê de, wî ew birin û birînên wan şuştin. Û di cih de ew û hemû maliyên wî imad bûn.

34
Wî ew derxistin mala xwe, sifre li ber wan danî. Ew gelek şa bû ku wî û tevahiya mala wî bawerî bi Xwedê anîn.

35
Çaxê bû roj, serwerên bajêr wezîfedar şandin û gotin: «Wan mirovan berdin.»

36
Hingê qerdiyan ev yek ji Pawlos re got: «Serwerên bajêr xeber şandin ku hûn bên berdan; de îcar derkevin û bi silamet herin.»

37
Lê Pawlos li wan vegerand û got: «Em ên ku hemwelatiyên* Romayî ne, bêyî ku dîwana me bê kirin, li ber xelkê li me xistin û em avêtin zîndanê. Niha bi dizî me derdixin? Na, ev yek çênabe! Bila ew bi xwe bên û me derxin.»

38
Hingê wezîfedaran ev peyv ji serdarên bajêr re gotin. Gava wan bihîst ku ew hemwelatiyên Romayî ne, tirsiyan.

39
Hatin, hêvî ji wan kirin, ew deranîn û ji wan xwestin ku ji bajêr derkevin.

40
Piştî ku ji zîndanê derketin, çûn mala Lîdyayê. Li wir xwişk û bira dîtin, han dan wan û çûn.