Karên Şandiyan Beşa 19

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 19

Pawlos li Efesê 

1
Îcar gava ku Apolos hê li Korîntê bû, Pawlos di herêmên navîn re derbas bû û hat Efesê û li wir çend şagirt dîtin.

2
Wî ji wan re got: «Ma gava ku we bawerî anî, we Ruhê Pîroz stand?» Wan lê vegerand û gotin: «Na, me qet nebihîstiye jî ku Ruhê Pîroz heye.»

3
Hingê wî got: «Lê hûn bi çi imadê hatine imadkirin*?» Wan got: «Bi imada Yûhenna.»

4
Pawlos got: «Imada Yûhenna li ser tobekirinê bû û ji xelkê re digot ku baweriyê bi wî yê ku piştî wî tê bînin, yanî bi Îsa.»[a]

5
Îcar gava ku ev bihîstin, bi navê Xudan Îsa imad bûn.

6
Çaxê Pawlos destên xwe danîn ser wan, Ruhê Pîroz hat ser wan, bi zimanên* din peyivîn û pêxemberîtî kirin.

7
Ew hemû li dora diwanzdeh zilaman bûn.

8
Pawlos ket kinîştê, bi qasî sê mehan bi wêrekî peyivî, li ser Padîşahiya Xwedê ket peyivînê û baweriya mirovan dianî.

9
Çaxê hinekan serhişkî kir, bawer nekirin û li ber xelkê bi xerabî li ser Riyê peyivîn, wî dev ji wan berda, şagirt ji wan veqetandin û her roj di dersxana Tîranos de diket peyivînê.

10
Vê yekê bi qasî du salan kişand; bi vî awayî hemû yên ku li herêma Asyayê* rûdiniştin, hem Cihû û hem jî miletên din peyva Xudan bihîstin.

Kurên Skêwa 

11
Xwedê bi destê Pawlos gelek kerametên nedîtî kirin.

12
Heta, çaxê ew destmal û pêşmalên ku li wî ketibûn ji nexweşan re dibirin, nexweşiya wan diçû û ruhên xerab ji wan derdiketin.

13
Îcar di nav Cihûyan de hin gerokên ku cin derdixistin, dest pê kirin li ser yên ku bi ruhên xerab ketibûn, gazî navê Xudan Îsa kirin û gotin: «Ez bi navê Îsayê ku Pawlos dide bihîstin, li we emir dikim ku hûn derkevin.»

14
Heft kurên serekkahînekî Cihûyan ê bi navê Skêwa, ev yek dikirin.

15
Lê ruhê xerab li wan vegerand û got: «Ez Îsa nas dikim û bi Pawlos jî dizanim, lê hûn kî ne?»

16
Hingê mirovê ku ruhê xerab pê re bû xwe avêt ser wan, zora hemûyan bir, wusa ku ew tazî û birîndar ji wê malê derketin.

17
Çaxê ev yek ji aliyê hemû Cihû û miletên din ên ku li Efesê rûdiniştin ve hat bihîstin, tirs ket ser hemûyan û navê Xudan Îsa hat bilindkirin.

18
Gelek ji wan ên ku bawerî anîbûn, dihatin, gunehên xwe eşkere dikirin û kirinên xwe digotin.

19
Gelek ji wan ên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe civandin û li ber hemûyan şewitandin. Bihayê wan kitêban hat hesabkirin, pêncî hezar zîv* digirt.

20
Bi vî awayî peyva Xudan hê bêtir belav dibû û hêzdar dibû.

Li Efesê Hengame 

21
Piştî ku ev tişt çêbûn, Pawlos di ruh de biryar da ku di Mekedonya û Axayayê* re derbas bibe û here Orşelîmê. Wî got: «Piştî ku ez herim wê derê, divê ez Romayê jî bibînim.»

22
Wî du alîkarên xwe, Tîmotêyos û Erastos* şandin Mekedonyayê û ew bi xwe demeke din jî li herêma Asyayê ma.

23
Di wê demê de xirecirek ne hindik li ser Riyê derket.

24
Mirovekî zîvker ku navê wî Dîmîtriyos bû, ji zîv perestgehên biçûk ên Artemîsê* çêdikirin û bi vê yekê gelek kar ji pîşekaran re derdixist.

25
Dîmîtriyos ev kesên ha û yên ku bi karên weha ve mijûl dibûn li hev civandin û got: «Gelî hevalan, hûn dizanin ku dewlemendiya me ji vî karî ye.

26
Hûn dibînin û dibihîzin ku ne tenê li Efesê, hema bêje li tevahiya herêma Asyayê, ev Pawlosê ha dibêje: ‹Yên ku bi destan hatine çêkirin ne xwedê ne› û wî baweriya gelek mirovan aniye û ji rê derxistine.

27
Îcar talûke ne tenê ew e ku ev pîşeyê me ji giramiya* xwe dikeve, lê ev e ku perestgeha xwedaya mezin Artemîs bi tiştekî nayê hesabkirin û mezinahiya wê ya ku li tevahiya herêma Asya û li dinyayê tê perizîn, bêqedir dibe.»

28
Gava ev yek bihîstin, ew bi hêrsê tije bûn û bi qîrîn gotin: «Artemîsa Efesiyan mezin e!»

29
Bajar tevlihev bû, hevalriyên Pawlos, Gayos û Erîstarxosê* Mekedonî bi xwe re kaş kirin û tev bi hev re zêriyan ber tiyatroyê.

30
Pawlos xwest ku bikeve nav elaletê, lê şagirtan nehişt.

31
Hin serwerên herêma Asyayê, yên ku dostên wî bûn, xeber jê re şandin û jê hêvî kirin ku neçe tiyatroyê.

32
Îcar hinekan tiştek, hinekên din jî tiştekî din diqîriyan; çimkî elalet tevlihev bû û gelekan ji wan nizanibû ku ji bo çi kom bûne.

33
Hinekan ji elaletê, Skenderê ku Cihûyan dabû pêş, derxistin navendê. Skender destê xwe bilind kir û xwest ku li hember elaletê xwe biparêze.

34
Lê çaxê fêm kirin ku ew Cihû ye, bi qasî du saetan tev bi hev re qîriyan û gotin: «Artemîsa Efesiyan mezin e!»

35
Îcar çaxê nivîskarê bajêr elalet bêdeng kir, got: «Gelî Efesiyan! Ma li vir kî heye ku nezane bajarê Efesê parêzgerê perestgeha Artemîsa mezin û parêzgerê kevirê wê yê ku ji ezmên hatiye xwarê ye?

36
Ji xwe ev tişt nayên înkarkirin. Îcar divê hûn bêdeng bin û tiştekî bêtedbîr nekin.

37
Ev zilamên ku we anîne vir ne dizên perestgehê ne û ne jî çêrî xwedaya me kirine.

38
Îcar, eger giliyê Dîmîtriyos û pîşekarên bi wî re, li hember kesekî hebe, dadgeh* vekirî ne û walî hene. Bila ew hevdû sûcdar bikin.

39
Lê eger hûn ji wê zêdetir tiştekî bixwazin, bila di civîna resmî de lê bê nêrîn.

40
Çimkî talûke ev e ku ji bo van tiştên ku îro çêbûne, em dikarin bi serhildanekê bên sûcdarkirin û ji ber ku sedem tune, em nikarin hesabê vê tevliheviyê jî bidin.»

41
Piştî ku wî ev got, civîn belav kir.

  1. a. 19:4 Lûqa 3:1-18