Karên Şandiyan Beşa 2

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 2

Hatina Ruhê Pîroz 

1
Gava ku Roja* Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn.[a]

2
Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir.

3
Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn.

4
Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.[b]

5
Hingê li Orşelîmê, Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê hebûn.

6
Li ser vî dengî elaleteke* mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin.

7
Matbûyî û şaşmayî pirsîn: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê* ne?

8
Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê dibihîze?

9
Di nav me de Partî, Mêdî û Elamî hene. Ji Mezopotamyayê, Cihûstan*, Kepedokya, Pontos û Asyayê*,[c]

10
ji Firîgya û Pamfîlyayê, ji Misrê û ji herêma Kûrenê ya Lîbyayê, mêvanên ku ji Romayê hatine,

11
Cihû û Xwedêperestên ji miletên din, Girîtî û Ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin dibêjin.»

12
Hemû şaş û heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?»

13
Lê hinekên din jî tinazên xwe dikirin û digotin: «Ev bi şeraba nû serxweş bûne.»

Peyivîna Petrûs 

14
Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên* min, vê yekê qenc bizanin.

15
Wek ku hûn difikirin, ev ne serxweş in. Çimkî niha saet nehê sibê ye.

16
Lê ev ew e ku bi devê Yoêl pêxember* hatiye gotin:

17
‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje:
Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim.
Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin
Û xortên we wê dîtiniyan*, kal û pîrên we wê xewnan bibînin.

18
Di wan rojan de, ezê ji Ruhê xwe
Birijînim ser xulam û cêriyên xwe
Û ewê pêxemberîtiyê bikin.

19
Û ezê li jor, li ezmên, tiştên ecêb nîşan bidim
Û li jêr jî, li ser rûyê erdê, nîşanan xuya bikim:
Xwîn û agir, mij û dûman.

20
Berî hatina Roja Xudan* ya mezin û navdar,
Roj wê tarî bibe û heyv wê rengê xwînê bistîne.

21
Hingê, her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.›[d]

22
«Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin.

23
Li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew bi destê yên ku Şerîetê* nas nakin li xaçê xist û kuşt.[e]

24
Lê Xwedê ew vejand û êşên mirinê rakirin, çimkî îmkan nebû ku ew ji aliyê mirinê ve girtî bima.[f]

25
Dawid* jî li ser wî weha dibêje:
‹Min Xudan hergav li pêşiya xwe dît,
Ew li milê min ê rastê ye, da ku ez veneleqim.

26
Ji ber vê yekê dilê min geş û zimanê min gelekî şa bû.
Bedena min jî wê bi hêviyê bijî.

27
Çimkî tu canê min li diyarê* miriyan nahêlî
Û tu nahêlî ku Pîrozê* te rizîbûnê bibîne.

28
Te riyên jiyanê bi min dan zanîn;
Tê bi dîdara xwe min di nav şahiyê de bihêlî.›[g]

29
«Birano, divê bi eşkereyî ji we re li ser bavê me Dawid bê gotin ku ew hem mir û hem jî hat veşartin û gora wî jî heta îro li ba me ye.

30
Lê ji ber ku ew pêxember bû, wî dizanibû ku Xwedê ‹jê re sond xwariye ku wê yekî ji dûndana* wî li ser textê wî bide rûniştin.›[h]

31
Dawid ev ji pêşî ve dît û li ser vejîna* Mesîh got:
‹Ew ne li diyarê miriyan hat hiştin
Û ne jî bedena wî rizîbûn dît.›[i]

32
Xwedê ev Îsa ji nav miriyan rakir û em hemû şahidên vê yekê ne.

33
Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê û ji Bav* soza Ruhê Pîroz stand û çawa ku hûn dibînin û dibihîzin ew rijandiye.

34
Erê, Dawid hilnekişiya ezmanan, lê ew bi xwe dibêje:
‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne,

35
Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›[j]

36
Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.»

37
Îcar gava ku wan ev bihîst, wek ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano! Ma em çi bikin?»

38
Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad* bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.

39
Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.»

40
Wî hê bi gelek peyvên* din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê* jirêderketî xilas bikin.»

41
Îcar yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar mirovî beşdarî wan bûn.

42
Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan, hevpariya ruhanî, şikandina nên û duakirinê.

Yekîtiya Bawermendan 

43
Tirs ket dilê her kesî. Û gelek karên mezin û nîşan bi destê Şandiyan dihatin kirin.

44
Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan hevpar bû.

45
Mal û milkên xwe difirotin û bi perên wan li gor hewcedariya her kesî leva* dikirin.

46
Her roj bi hev re di Perestgehê* de diciviyan, li malên xwe nan dişikandin, bi şahî û bi dilekî xwerû xwarin dixwarin.

47
Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir.

  1. a. 2:1 Qanûna Kahîntiyê 23:15-21; Dubarekirina Şerîetê 16:9-11
  2. b. 2:4 Zimanên din: Carna şagirtên Îsa bi saya Ruhê Pîroz dikarin bi zimanên ku pê nizanin û hîn nebûn bipeyivin.
  3. c. 2:9 Asya: Di wê demê ji bo ew der ku îro kêm û zêde Tirkiye ye dihat gotin.
  4. d. 2:17-21 Ji: Yoêl 2:28-32
  5. e. 2:23 Lûqa 23:33
  6. f. 2:24 Lûqa 24:5
  7. g. 2:25-28 Ji: Zebûr 16:8-11
  8. h. 2:30 Ji: Zebûr 132:11
  9. i. 2:31 Ji: Zebûr 16:10
  10. j. 2:34-35 Ji: Zebûr 110:1