Karên Şandiyan Beşa 26

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 26

Pawlos li ber Egrîpa Xwe Diparêze 

1
Îcar Egrîpa* ji Pawlos re got: «Destûra te heye ku tu ji bo xwe bipeyivî.» Hingê Pawlos destê xwe bilind kir û dest pê kir xwe parast:

2
«Ya padîşah Egrîpa, ji ber ku ezê îro li ber te, xwe li hember hemû sûcdarkirinên Cihûyan biparêzim, ez xwe bextewar hesab dikim.

3
Bi taybetî, ji ber ku tu qenc bi hemû adet û meseleyên di nav Cihûyan de dizanî; loma ez hêvî dikim ku tu bi bîhnfirehî guhdariya min bikî.

4
«Hemû Cihû ji xortaniya min ve bi jiyana min dizanin. Ev jiyan ji destpêkê ve di nav gelê min de û li Orşelîmê derbas bûye.

5
Eger bixwazin şahidiyê bikin, ew ji berê ve min nas dikin ku ez li gor mezheba dînê me ya herî hişk, bi Fêrisîtî jiyam.

6
Ji ber ku min hêviya xwe bi wê soza ku Xwedê daye bav û kalên me ve girêdaye, ez niha ji bo ku dîwana min bê kirin, li vir radiwestim.

7
Bi wê hêviya ku bigihîjin wê sozê, diwanzdeh eşîrên me bi şev û bi roj ji dil û can diperizin*. Ji ber vê hêviyê, ya padîşah, ez ji aliyê Cihûyan ve têm sûcdarkirin.

8
Çima baweriya we pê nayê ku Xwedê miriyan rake?

9
«Bi rastî bîr û baweriya min bi xwe jî ev bû ku divê ez li hember navê Îsayê Nisretî gelek tiştan bikim.

10
Min ev yek li Orşelîmê kir jî. Bi wê desthilatiya ku min ji serekên kahînan standibû, min gelek ji yên pîroz avêtin zîndanê û di kuştina wan de min raya xwe li hember wan dida.

11
Di hemû kinîştan de min gelek caran ew ceza kirin û min li wan zor kir ku çêran bikin. Ez li hember wan ewqas har bûbûm, heta ku min di bajarên xerîb de jî tengahî da wan.[a]

12
«Di van gerên xwe de, bi peywir û desthilatiya ku min ji serekên kahînan standibûn, ez diçûm Şamê.

13
Ya padîşah, nîvro di rê de, min ji ezmên ronahiyek dît ku ji ya rojê bi şewqtir bû û dora min û yên bi min re ronahî kir.

14
Gava em hemû ketin erdê, min dengek bihîst ku bi Îbranî ji min re got: ‹Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min? Ji te re zehmet e ku tu bi kulmê herî dirêşikê.›

15
Min got: ‹Tu kî yî, ya Xudan?› Xudan bersîv da û got: ‹Ez Îsa me yê ku tu tengahiyê didiyê.

16
Lê belê rabe û li ser lingan raweste; çimkî ez ji te re xuya bûm, da ku ez hem ji bo tiştên ku te dîtin û hem jî ji bo wan ên ku ezê bi wan xwe nîşanî te bidim, te şahid û xizmetkar destnîşan bikim.

17
Ezê te ji gelê te û ji miletên ku ezê te bişînim nav wan, xilas bikim,

18
da ku tu çavên wan vekî û wan ji tariyê bizivirînî ronahiyê û ji hukumdariya Îblîs vegerînî Xwedê, ku ew lêbihûrtina gunehan bistînin û di nav wan ên ku bi baweriya navê min hatine pîrozkirin de, xweyî mîras bin.›

19
«Loma, ya padîşah Egrîpa, ez li ber vê dîtiniya* ezmanî ranebûm.

20
Lê min pêşî ji yên li Şamê re, piştre ji yên li Orşelîmê û ji yên li tevahiya diyarê Cihûstanê re û ji miletan re jî da zanîn ku divê ew tobe bikin, li Xwedê bizivirin û kirinên ku li tobekirinê tên, bikin.[b]

21
Ji ber vê yekê Cihûyan ez di Perestgehê de girtim û xwestin ku min bikujin.

22
Lê min alîkarî ji Xwedê stand û ez heta îro mam û ji biçûk û mezinan re şahidiyê didim. Ez ji tiştên ku pêxemberan û Mûsa gotine ku wê çêbin pê ve, tiştekî din nabêjim:

23
Yanî divê ku Mesîh cefayê bikişîne, di vejîna miriyan de bibe yê pêşî û ji gelê Cihû û ji miletên din re ronahiyê bide zanîn.»[c]

Pawlos Bang li Egrîpa Dike ku Baweriyê bi Îsa Bîne 

24
Çaxê ku wî weha parastina xwe dikir, Fêstos bi dengekî bilind got: «Te hişê xwe winda kiriye, Pawlos. Zêdexwendina te, te ji ser hişê te dibe!»

25
Lê belê Pawlos got: «Min hişê xwe winda nekiriye, Fêstosê giranbiha, lê ez peyvên rast bi aqilmendî dibêjim.

26
Padîşah bi xwe bi van tiştan dizane, loma ez serbest dipeyivim û ez piştrast im ku tiştekî ji van, ji wî ne veşartî ye. Çimkî ev tişt di kuncikekê de çênebûye.

27
Padîşah Egrîpa, ma baweriya te bi pêxemberan heye? Ez dizanim ku tu bawer dikî.»

28
Egrîpa ji Pawlos re got: «Tu dibêjî tê di demeke kurt de min bikî Mesîhî?»

29
Pawlos lê vegerand: «Zû an dereng, ez hêvî ji Xwedê dikim ku ne tenê tu, lê hemû yên ku îro guhdariya min dikin, ev zincîr ne tê de, wek min bin.»

30
Hingê padîşah rabû û bi wî re walî, Bernikê û hemû yên ku pê re rûniştî bûn jî rabûn.

31
Gava ku derdiketin, ji hev re gotin: «Vî mirovî tiştekî ku ji ber bê kuştin an girtin, nekiriye.»

32
Û Egrîpa ji Fêstos re got: «Ev mirov dikaribû bihata berdan, eger nexwesta ku doza wî here ber Qeyser.»

  1. a. 26:9-11 Karên Şandiyan 8:3; 22:4-5
  2. b. 26:20 Karên Şandiyan 9:20-29
  3. c. 26:23 Korîntî I, 15:20; Îşaya 42:6; 49:6