Karên Şandiyan Beşa 27

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 27

Pawlos bi Gemiyê Dibin Romayê 

1
Gava biryar hat dayîn ku em bi gemiyê herin Îtalyayê, wan Pawlos û hin girtiyên din spartin sersedekî ji tabûra* Qeyser, ku navê wî Yûlyos bû.

2
Em li gemiyeke Edremîtê ya ku diçû keviyên herêma Asyayê* siwar bûn û bi nav deryayê ve çûn. Ji Selanîkê Erîstarxosê* Mekedonî bi me re bû.

3
Dotira rojê em li Saydayê peya bûn. Yûlyos qencî bi Pawlos kir û destûr dayê ku here ba dostên xwe, da ku lê binêrin.

4
Em ji wir bi deryayê ve çûn û ji ber ku ba ji hember me ve dihat, em di aliyê Qibrisê yê bê ba re derbas bûn.

5
Piştî ku em di deryaya pêşberî Kîlîkya û Pamfîlyayê re derbas bûn, em gihîştin Mîra bajarê Lîkyayê.

6
Li wir sersed gemiyeke ji Skenderyayê ya ku diçû Îtalyayê dît û em li wê siwar kirin.

7
Gelek rojan em hêdî hêdî çûn û bi zehmet em gihîştin pêşberî Kinîdosê. Ji ber ku bayê rê neda me, em di aliyê Girîtê yê di bin bayê re, di pêşberî Salmonê re derbas bûn.

8
Bi zehmet em di vê keviyê de derbas bûn û gihîştin dereke ku jê re dibêjin Lengergeha* Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.

9
Gelek dem hatibû windakirin, ji xwe Roja Rojiyê bihûrî bû û ji ber ku êdî rêwîtiya deryayê talûke bû, Pawlos şîret li wan kir û[a]

10
got: «Gelî hevalan, ez dibînim ku rêwîtî ne tenê ji bo bar û gemiyê, lê ji bo me bi xwe jî, wê gelek bi ziyan û zehmet be.»

11
Lê sersed ji gotinên Pawlos zêdetir ji serekê gemîvanan û ji xwediyê gemiyê bawer dikir.

12
Ji ber ku lengergeh ji bo bihûrandina zivistanê xweşkeys nebû, pirraniya wan biryar da ku ji wir bi deryayê ve herin û eger çêbe bigihîjin Fînîksê û zivistanê li wir derbas bikin. Fînîks lengergeha Girîtê bû, li başûr û li bakûrê rojava dinêrî.

Firtona Deryayê 

13
Çaxê ku bayekî nerm ê başûr hat, wan guman kir ku ew gihîştin mebesta xwe, lenger kişandin û bi keviya Girîtê ve çûn.

14
Piştî kêlîkekê, ji aliyê Girîtê ve firtoneke xurt a bakûrê-rojhilat rabû ku jê re digotin ‹Êvrîkilon›.

15
Firtonê li gemiyê xist, êdî wê nikaribû li hember şeqilan here, me dev jê berda û em hatin xişandin.

16
Em di giraveke biçûk a ku navê wê Kawda bû re derbas bûn, di bin aliyê wê yê bê ba re, bi zorê me destê xwe gihand qeyikê.

17
Piştî ku qeyik kişandin jor, gemî ji binî ve bi kendîran asê kirin. Ji tirsa ku wê di Kendava Sirtê de li girên seylakê* yên di bin avê de bikevin, taximên gemiyê anîn xwar û bi vî awayî xişxişîn û çûn.

18
Firtonê gelek zor li me kir, dotira rojê dest pê kirin barê gemiyê avêtin deryayê.

19
Roja sisiyan bi destên xwe hacetên gemiyê avêtin.

20
Gelek rojan ne tav û ne jî stêr xuya bûn û firtone ranewesta, êdî hemû hêviya me ya xilasbûnê winda bû.

21
Îcar çaxê ku demeke dirêj wan xwarin nexwar, Pawlos di nav wan de rawesta û got: «Hevalno, diviya ku we bi ya min bikira, hûn ji Girîtê derneketana û we ev ziyan û zehmet nedîtana.

22
Û niha ez hêvî ji we dikim, bi zirav bin; çimkî kesekî ji we jiyana xwe winda nake, bi tenê gemî wê here.

23
Çimkî şeva din milyaketekî wî Xwedayê ku ez yê wî me û xizmetê ji wî re dikim, li ba min rawesta,

24
û got: ‹Netirse Pawlos; divê tu li ber Qeyser rawestî û hemû yên ku bi te re di gemiyê de ne, va ye, Xwedê ew dan xatirê te.›

25
Loma bi zirav bin, hevalno. Çimkî ez ji Xwedê bawer dikim, wek ku wî ji min re gotiye, wê çêbe.

26
Lê divê em bikevin giravekê.»

Reşahî Tê Dîtin 

27
Çaxê ku bû şeva çardehan, em hê di deryaya Adriyatîkê de dixişxişîn. Li dor nîvê şevê gemîvanan guman kir ku nêzîkî bejê bûne.

28
Hingê kûrpîv avêtin û dîtin ku bi qasî bîst baskî ye. Hinekî din pêşve çûn, dîsa pîvan û dîtin ku panzdeh bask e.[b]

29
Ew ditirsiyan ku em li dereke kevirîn bikevin; ji paş gemiyê ve çar lenger avêtin û ji bo ku roj derkeve dua kirin.

30
Lê çaxê gemîvan dixebitîn ku ji gemiyê birevin û wek ku ji pêş ve wê lenger bavêtana, qeyik berdan deryayê,

31
Pawlos ji sersed û leşkeran re got: «Eger ev mirov di gemiyê de nemînin, hûn nikarin xilas bibin.»

32
Hingê leşkeran şerîtên qeyikê birrîn û ew xistin.

33
Serê sibê, Pawlos ji hemûyan hêvî kir ku xwarinê bixwin û got: «Îro çardeh roj e ku hûn radiwestin, we tiştek nexwariye û hûn birçî ne.

34
Loma ez ji we hêvî dikim ku hûn xwarinê bixwin; çimkî ev ji bo rizgariya we ye. Ji ber ku mûyek ji serê yekî ji we winda nabe.»

35
Piştî ku wî ev got, nan hilda, li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir, şikand û dest pê kir xwar.

36
Hingê hemû jî bi zirav bûn û nan xwarin.

37
– Di gemiyê de em hemû bi hev re du sed û heftê û şeş nefs bûn. –

38
Piştî ku têr nan xwarin, genim rijandin deryayê û gemî sivik kirin.

39
Çaxê bû roj bej nas nekirin, lê tengaveke ku seylaka* wê hebû dîtin û dixwestin, eger çêbe, gemiyê biajon wê derê.

40
Hingê kendîrên lengeran birrîn, di deryayê de hiştin. Lingên kotelan* sist kirin, babezka pêşiyê li bayê vekirin û berê xwe dan seylakê.[c]

41
Lê gemî di nav du herikînên dijber de ma û li wir rawesta; serê gemiyê di erdê de çikilî û hew lebitî. Lê ji ber hêza şeqilan paşiya wê dest pê kir ji hev vebû.

42
Hingê leşkeran xist dilê xwe ku girtiyan bikujin, da ku kesekî sobayiyê neke û nereve.

43
Lê sersed xwest ku Pawlos xilas bike, nehişt ku vê niyeta xwe bînin cih. Wî emir kir, pêşî yên ku dizanin sobayiyê bikin, xwe ji gemiyê bavêjin û derkevin bejê

44
û yên mayî jî, hinek li ser depan û hinek jî li ser perçên gemiyê derkevin bejê. Bi vî awayî hemû xilas bûn û derketin bejê.

  1. a. 27:9 Roja Rojiyê: Rojiya Roja Goriya Berdêlê. Ev cejneke Cihûyan bû û di dawiya meha nehan an jî di destpêka meha dehan (ên niha) dihat pîrozkirin; binêre Qanûna Kahîntiyê 16:29.
  2. b. 27:28 Bîst baskî nêzîkî 40 metre ye.
  3. c. 27:40 Kotel: Dimen.