Karên Şandiyan Beşa 5

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 5

1
Îcar mirovekî ku navê wî Hananya bû, bi jina xwe Saferyayê re milkek firotin.

2
Haya jina wî jî jê hebû, ku wî hinek ji peran ji xwe re hilanî û hinek jê anî û li ber lingên Şandiyan danî.

3
Petrûs pirsî û got: «Hananya, çima Îblîs* dilê te tije kir ku tu li Ruhê Pîroz derewan bikî û hinekê ji perên zeviyê ji xwe re hilînî?

4
Çaxê ku ew nefirotî bû, ma ew ne ya te bû? Îcar piştî ku hat firotin, ma ew ne di destê te de bû? Ma çawa çêbû ku te ev yek xist dilê xwe? Te ne li mirovan, lê li Xwedê derew kir.»

5
Gava ku Hananya ev peyv bihîstin, ket erdê û can da. Û tirseke mezin ket ser wan ên ku ev bihîstin.

6
Xort rabûn, kefen lê pêçan, ew derxistin derve û veşartin.

7
Bi qasî piştî sê saetan jina wî jî ket hundir, haya wê jê tunebû ku çi bûye.

8
Petrûs ji wê re got: «Ji min re bêje, ma we zevî bi ewqasî firot?» Wê jî got: «Erê, bi ewqasî.»

9
Lê Petrûs ji wê re got: «Çawa we li hev kir ku hûn Ruhê Xudan biceribînin? Va ye, lingên wan ên ku mêrê te veşartine li ber derî ne, ewê te jî hilînin û bibin derve.»

10
Jinik di cih de li ber lingên Petrûs ket erdê û can da. Gava xort ketin hundir, ew mirî dîtin. Wan ew jî hilgirt û birin derve, li tenişta mêrê wê veşartin.

11
Tirseke mezin ket ser tevahiya civîna* bawermendan û ser hemûyên ku ev tişt bihîstin.

Şandî Gelekan Sax Dikin 

12
Gelek nîşan û karên mezin bi destê Şandiyan di nav gel de dihatin kirin. Hemû bi hev re li Eywana Silêman diciviyan.

13
Lê ji yên din tu kesî nediwêrî ku beşdarî wan bibe, lê heçî xelk bûn, pesnê wan didan.

14
Hê gelek jin û mêrên ku bawerî* bi Xudan anîn, beşdarî wan bûn.

15
Wusa ku xelkê nexweşên xwe derdixistin kuçeyan, ew li ser doşek û şeltan vedizelandin, da ku gava Petrûs derbas bibe, qet nebe siya wî bikeve ser hinekan.

16
Gelek mirov ji bajarên der û dora Orşelîmê jî civiyan, nexweş û yên ku ji ruhên nepak cefa dikişandin anîn, ew hemû jî sax bûn.

Li Şandiyan Cefa Tê Kirin 

17
Serokkahîn û hemû yên bi wî re ku ji mezheba Sadûqiyan* bûn, bi çavnebariyê tije bûn,

18
Şandî girtin û ew avêtin girtîgeha giştî.

19
Îcar bi şev milyaketekî Xudan deriyên zîndanê li wan vekir, ew derxistin derve û ji wan re got:

20
«Herin, li Perestgehê rawestin û hemû peyvên vê jiyanê ji gel re bêjin.»

21
Çaxê wan ev bihîst, serê sibê zû ketin Perestgehê û dest bi hînkirinê kirin.
Gava Serokkahîn û yên bi wî re hatin, wan gazî civîna* giregiran, yanî hemû komela rihspiyên gelê Îsraêl kir ku bicivin, şandin girtîgehê pey wan, da ku wan bînin.

22
Lê gava ku parêzgerên Perestgehê çûn wê derê, wan ew di zîndanê de nedîtin. Hingê vegeriyan û gotin:

23
«Me dît ku girtîgeh hişk girtiye û nobedar li ber derî rawestayî ne, lê gava me derî vekir, me kes li hundir nedît.»

24
Îcar gava serwerê parêzgerên Perestgehê û serekên kahînan* ev peyv bihîstin, tevlihev bûn, gotin: «Dawiya vê yekê wê çawa bibe?»

25
Hingê yek hat û ji wan re got: «Va ye, ew zilamên ku we xistibûn zîndanê, li Perestgehê radiwestin û xelkê hîn dikin!»

26
Li ser vê yekê serwer bi parêzgerên Perestgehê re çû û ew anîn; lê ne bi zorê, çimkî ew ji gel ditirsiyan, digotin: «Wê me bidin ber keviran.»

27
Çaxê wan ew anîn, ew li ber civîna giregiran dan rawestandin. Serokkahîn ji wan pirsî û

28
got: «Me hişk li we emir kir ku hûn bi vî navî hîn nekin, lê va ye, we Orşelîm bi hînkirina xwe tije kir û hûn dixwazin xwîna vî mirovî bixin ser me.»[a]

29
Lê Petrûs û Şandiyên din bersîv dan û gotin: «Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin.

30
Xwedayê bav û kalên me, ew Îsayê ku we bi dar ve daleqand û kuşt, rakir.

31
Xwedê ew bilind kir milê xwe yê rastê, kir Serok û Xilaskar, da ku ew Îsraêl ji gunehên wan vegerîne û li wan bibihûre.

32
Em şahidên van tiştan in û Ruhê Pîrozê ku Xwedê daye wan ên ku bi ya wî dikin jî, şahid e.»

33
Gava wan ev bihîst, ew gelek hêrs bûn û xwestin ku Şandiyan bikujin.

34
Lê yekî Fêrisî* ku navê wî Gamalyêl bû, di civîna giregiran de rabû. Ew mamosteyê Şerîetê bû û siyaneta* wî di nav hemû gel de hebû. Wî emir kir ku Şandiyan ji bo demeke kurt derxin derve

35
û hingê ji civînê re got: «Gelî Îsraêliyan, ji bo tiştê ku hûnê bi van mirovan bikin, hay ji xwe hebin.

36
Çimkî demekê berî niha, Tewdas serî hilda, wî xwe hesiband ku ew tiştek e, li dora çar sed kesî beşdarî wî bûn; lê ew hat kuştin û hemû yên ku li pey wî diçûn belav bûn û neman.

37
Piştî wî, Cihûdayê Celîlî di dema hejmartina mirovan de serî hilda û xelk li pey xwe bir. Ew jî helak bû û hemû yên ku li pey wî diçûn belav bûn.

38
Îcar, ez ji we re dibêjim: Dev ji van mirovan berdin û wan bihêlin bi serê xwe. Çimkî eger ev niyet û kar ji mirovan be, wê xera bibe,

39
lê eger ji Xwedê ye, hûn nikarin vê xera bikin. Nebe ku hûn bibin yên ku li hember Xwedê jî radibin!»
Wan guhê xwe da şîreta Gamalyêl,

40
gazî Şandiyan kirin û li wan xistin. Piştre li wan emir kirin ku bi navê Îsa nebêjin û ew berdan.

41
Îcar gava ku ew ji ber civîna giregiran derketin, pê şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin.

42
Û wan dev jê berneda ku her roj li Perestgehê û li malan hîn bikin û Mizgîniyê bidin ku Mesîh, Îsa ye.

  1. a. 5:28 Metta 27:25