Karên Şandiyan Beşa 7

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 7

Parastina Steyfan 

1
Hingê Serokkahîn ji wî pirsî û got: «Ma ev tişt rast in?»

2
Steyfan got:
«Bav û birano! Guhê xwe bidin min. Hê ku bavê me Birahîm* li Mezopotamyayê bû, beriya ku ew li Heranê rûne, Xwedayê bi rûmet jê re xuya bû

3
û got: ‹Ji welatê xwe û ji ba mirovên xwe derkeve û were wê dera ku ezê nîşanî te bidim.›[a]

4
Hingê ew ji welatê Kildaniyan derket û li Heranê rûnişt. Piştî ku bavê wî mir, Xwedê ew ji wê derê deranî û anî vî welatê ku niha hûn lê dijîn.[b]

5
Wî bi qasî cihê lingekî jî, bi mîrasî neda wî; lê bi ser ku hê zarokên wî nebûn jî, soz dayê ku ‹vî welatî bi milkîtî bide wî û dûndana wî ya ku li pey wî rabe.›[c]

6
Û Xwedê ji wî re weha got: ‹Dûndana te wê li welatekî ku ne yê wan e bi xerîbî rûne, ewê wan bikin kole û çar sed salî li wan zor bikin.›

7
Û Xwedê got: ‹Ezê wî miletê ku ewê jê re koletiyê bikin, ceza bikim› û ‹Piştî van tiştan wê ji wê derê derkevin û li vî cihî biperizin* min.›[d]

8
Û Xwedê peymana* sinetê* da wî. Birahîm bû bavê Îshaq* û di roja heştan de ew sinet kir. Îshaq* bû bavê Aqûb* û Aqûb jî bû bavê diwanzdeh bavikan.[e]

9
«Bavikan çavnebariya Ûsiv kir û ew firotin Misrê; lê Xwedê bi wî re bû[f]

10
û ew ji hemû tengahiyên wî rizgar kir û li ber Firewn, yanî padîşahê Misrê kerem û şehrezayî da wî. Firewn jî ew li ser Misrê û li ser hemû mala xwe kir şahne*.[g]

11
Hingê li hemû welatê Misrê û li Kenanê* xela rabû, tengahiyeke mezin çêbû û bav û kalên me nikaribûn xwarin peyda bikirana.

12
Îcar gava ku Aqûb bihîst li Misrê genim heye, wî cara pêşî bav û kalên me şandin wê derê.

13
Di çûyîna cara diduyan de, Ûsiv xwe bi birayên xwe da naskirin û eslê Ûsiv ji Firewn re kifş bû.

14
Îcar Ûsiv şand pey bavê xwe Aqûb û hemû mirovên xwe, da ku bên ba wî. Hemû bi hev re heftê û pênc nefs bûn.

15
Û Aqûb daket Misrê. Ew û bav û kalên me li wê derê mirin.[h]

16
Wan bi şûn ve anîn Şexemê û di wê gora ku Birahîm bi perên zîv ji kurên Hamorê Şexemî kirrîbû de veşartin.[i]

17
«Îcar çaxê ew dema ku Xwedê ji Birahîm re soz dabû, nêzîk bû, gelê me li Misrê pirr zêde bûbû,

18
heta wê dema ku ‹padîşahekî nû yê ku nedizanî ku Ûsiv kî ye, hat ser Misrê›.[j]

19
Wî hîlebazî li nijada me kir, li bav û kalên me zor kir ku ew zarokên xwe bavêjin derve, da ku nejîn.[k]

20
Di wî wextî de Mûsa çêbû. Ew gelek spehî bû. Sê mehan ew di mala bavê xwe de hat xweyîkirin.

21
Îcar gava ku ew danîn, keça Firewn ew hilda û ew xweyî kir, ku bibe kurê wê.

22
Mûsa di hemû şehrezayiya Misriyan de hat perwerdekirin, di gotinên xwe û di kirinên xwe de hêzdar bû.[l]

23
«Îcar dema ew bû çil salî, daxwaza dîtina* xwişk û birayên wî yên Îsraêliyan ket dilê wî.

24
Gava wî dît ku neheqî li yekî ji wan tê kirin, wî ew parast, yê Misrî kuşt û heyfa yê ku dihat perçiqandin hilanî.

25
Wî guman kir ku xwişk û birayên wî, wê fêm bikin ku Xwedê wê bi destê wî xilasiyê bide wan, lê wan fêm nekir.

26
Dotira rojê çaxê ew rastî du Îsraêliyan hat, ku ew pev diçûn, wî xwest ku wan li hev bîne û got: ‹Camêrno, hûn bira ne; hûn çima neheqiyê li hev dikin?›

27
Lê mirovê ku neheqî li cîranê xwe dikir, Mûsa dehf da û got: ‹Kê tu li ser me kiriyî serok û dadger*?

28
Wek ku te duh yê Misrî kuşt, ma tu dixwazî min jî bikujî?›[m]

29
Li ser vê peyvê Mûsa reviya û li welatê Midyanê bi xerîbî ma û bû bavê du kuran.[n]

30
«Piştî ku çil sal temam bûn, ‹li çola nêzîkî Çiyayê Sînayê*, di pêta agirê nav deviyê de milyaketek li wî xuya bû.›[o]

31
Gava Mûsa ev dît, ew li vê dîmenê şaş ma û çaxê nêzîk bû ku binêre, dengê Xudan hat:

32
‹Ez Xwedayê bav û kalên te, Xwedayê Birahîm, Aqûb û Îshaq im.›[p] Lerizînê Mûsa girt û nediwêrî ku binêre.

33
Îcar Xudan ji wî re got: ‹Çaroxa di lingê xwe de derîne, çimkî dera ku tu lê radiwestî axa pîroz e.

34
Bi rastî min tengahiya gelê min ê ku li Misrê ye dît û min zarîna wan bihîst. Ez daketim ku wan rizgar bikim. De niha were, ezê te bişînim Misrê.›[q]

35
«Îcar ew, ev Mûsa bû ku wan ew red kir û gotin: ‹Kê tu li ser me kiriyî serek û dadger?›[r] Û ev, ew bû ku Xwedê ew bi destê wî milyaketê ku di nav deviyê de li wî xuya bû, bi seroktî û rizgarkarîtî şand.

36
Wî ew ji wir derxistin. Li Misrê, li Deryaya Sor û çil salan li çolê wî nîşan û karên mezin kirin.[s]

37
Ev, ew Mûsa ye ku ji zaryên* Îsraêl re got: ‹Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re rake.›[t]

38
Ev, ew e ku di nav gelê li çolê civiyayî de bû; li Çiyayê Sînayê* milyaket bi wî re peyivî û ew bi bav û kalên me re bû. Wî peyvên jîndar standin ku bigihîne me.[u]

39
Lê bav û kalên me nexwestin ku bi ya wî bikin. Ew red kirin û di dilê xwe de vegeriyan Misrê

40
û ji Harûn re gotin: ‹Ji me re xwedayên ku li pêşiya me herin çêke. Çimkî em nizanin çi bi wî Mûsayê ku em ji diyarê Misrê derxistin hat.›[v]

41
Di wan rojan de golikek çêkirin, gorî* pêşkêşî wî pûtî kirin û ji bo karê destên xwe şahî çêkirin.[w]

42
Lê Xwedê berê xwe ji wan zivirand û hişt ku ew biperizin* stêrên ezmên; wek ku di Kitêba Pêxemberan de hatiye nivîsîn:
‹Hey mala Îsraêl,
Ma we çil salan li çolê
Ji min re
Diyarî û gorî pêşkêş kirin?

43
We konê Molox*
Û stêra xwedayê we Reyfan,
Ew pûtên ku we çêkiribûn, ku hûn biperizin wan, hilgirtin.
Loma ezê we rakim û ji Babîlê* wêvetir bibim.›[x]

44
«Li çolê Konê* Şahidiyê yê bav û kalên me hebû. Mûsa ew, wek yê ku pê re peyivîbû û emir kiribû, li gor wê mestereya* ku dîtibû, çêkir.[y]

45
Bav û kalên me jî ew hildan û gava ku bi Yêşû* re welatê miletên din ên ku Xwedê ji ber wan derxistin, vegirtin, hingê ew bi xwe re anîn. Heta dema Dawid ew li wir ma.[z]

46
Dawid li ba Xwedê kerem dît û xwest ku cihekî rawestanê ji bo Xwedayê Aqûb çêke.[aa]

47
Lê yê ku ji wî re malek çêkir Silêman* bû.[ab]

48
Lê belê Yê Herî Berz di xaniyên ku bi destan hatine çêkirin de rûnane. Çawa ku pêxember dibêje:

49
‹Ezman textê min e,
Û erd binlingê min e.
Xudan dibêje:
Hûnê maleke çawa ji min re çêkin?
An jî dera ku ez bîhna xwe lê vedim, ku der e?

50
Ma ne destê min ev hemû tişt çêkirine?›[ac]

51
«Hey serhişkno! Di dil de sinetnebûyîno, di guh de kerno! Hûn hergav li hember Ruhê Pîroz disekinin; çawa ku bav û kalên we kirin, hûn jî wusa dikin.[ad]

52
Ma bav û kalên we tengahî nedan kîjan pêxemberî? Wan ew ên ku ji berê ve hatina Yê Rast dan zanîn, kuştin. Îcar niha hûn bûn xayîn û we ew kuşt.

53
Hûn ew in ku we Şerîet bi destê milyaketan stand, lê we ew pêk neanî.»

Kevirkirina Steyfan 

54
Gava ku wan ev tişt bihîstin, gelek hêrs bûn û diranên xwe li Steyfan qirçandin.

55
Lê Steyfan bi Ruhê Pîroz tije, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, rûmeta Xwedê û Îsayê ku li milê wî yê rastê rawestayî ye dît.

56
Hingê got: «Va ye, ez ezmanan vebûyî dibînim û Kurê* Mirov li milê Xwedê yê rastê radiweste!»

57
Lê wan guhên xwe girtin, bi dengekî bilind qîriyan û bi hev re êrîşî wî kirin.

58
Wan ew derxist derveyî bajêr û dan ber keviran. Şahidan ebayên xwe danîn ber lingê xortekî ku navê wî Şawûl bû.

59
Gava wan Steyfan kevir dikirin, wî dua kir û got: «Ya Xudan Îsa, ruhê min bistîne.»

60
Hingê ew çû ser çokan û bi dengekî bilind qîriya: «Ya Xudan, vî gunehî li wan negire.» Çaxê ev got, bi xew ve çû, mir.

  1. a. 7:3 Ji: Destpêkirin 12:1
  2. b. 7:4 Destpêkirin 11:31; 12:4
  3. c. 7:5 Ji: Destpêkirin 17:8; 48:8
  4. d. 7:6-7 Ji: Destpêkirin 15:13-14; Derketin 3:12
  5. e. 7:8 Destpêkirin 17:10-14
  6. f. 7:9 Destpêkirin 37:11-28; 39:2, 21
  7. g. 7:9-10 Destpêkirin 37:1-36; 39:1-41:46
  8. h. 7:11-15 Destpêkirin 41:53-47:31
  9. i. 7:16 Yêşû 24:32
  10. j. 7:18 Ji: Derketin 1:8
  11. k. 7:19 Derketin 1:10-11, 22
  12. l. 7:20-22 Derketin 2:1-10
  13. m. 7:27-28 Ji: Derketin 2:14
  14. n. 7:29 Derketin 2:11-22; 18:3-4
  15. o. 7:30 Ji: Derketin 3:2
  16. p. 7:32 Ji: Derketin 3:6
  17. q. 7:33-34 Ji: Derketin 3:5-10
  18. r. 7:35 Ji: Derketin 2:14; 3:2
  19. s. 7:36 Derketin 7:3; 14:21; Hejmartin 14:33
  20. t. 7:37 Ji: Dubarekirina Şerîetê 18:15
  21. u. 7:38 Derketin 19:1-20:17; Dubarekirina Şerîetê 5
  22. v. 7:40 Ji: Derketin 32:1, 23
  23. w. 7:41 Derketin 32:2-6
  24. x. 7:42-43 Ji: Amos 5:25-27
  25. y. 7:44 Derketin 25:8-9
  26. z. 7:45 Yêşû 3:14-17
  27. aa. 7:46 Samûêl II, 7:1-16
  28. ab. 7:47 Padîşah I, 6
  29. ac. 7:49-50 Ji: Îşaya 66:1-2
  30. ad. 7:51 Îşaya 63:10