Karên Şandiyan Beşa 9

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Karên Şandiyan 9

Îsa Mesîh ji Şawûl re Xuya Dibe 

1
Hingê Şawûl, hê jî bi gefxwarina kuştina şagirtên Xudan, çû ba Serokkahîn

2
û ji bo kinîştên* li Şamê name jê xwestin, da ku ew her kesê ku li pey vê Riyê* diçe bibîne, jin an mêr, wan bigire û girêdayî bîne Orşelîmê.

3
Gava ew di riya xwe de diçû û nêzîkî Şamê dibû, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da.

4
Ew ket erdê û dengek bihîst ku ji wî re got: «Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?»

5
Şawûl pirsî û got: «Ya Xudan, tu kî yî?» Wî jî got: «Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê.

6
Lê rabe û bikeve bajêr; wê ji te re bê gotin, ku divê tu çi bikî.»

7
Ew zilamên ku bi Şawûl re rêwîtî dikirin, bêzar man û sekinîn; çimkî wan deng dibihîst, lê tu kes nedidîtin.

8
Şawûl ji erdê rabû, lê gava wî çavên xwe vekirin, wî tiştek nedît. Bi destê wî girtin û ew anîn Şamê.

9
Îcar sê rojan wî nedît, ne xwar û ne jî vexwar.

10
Hingê li Şamê şagirtek hebû ku navê wî Hananya bû. Xudan di dîtiniyekê* de ji wî re got: «Hananya!» Wî bersîv da: «Va me ez, ya Xudan.»

11
Xudan ji wî re got: «Rabe û here wê kolana ku jê re dibêjin Rast, li mala Cihûda, li mirovekî Tarsûsî ku navê wî Şawûl e bipirse. Ji ber ku va ye, ew dua dike.

12
Wî di dîtiniyekê de dîtiye, mirovekî ku navê wî Hananya ye hat ba wî û destên xwe danîn ser wî, da ku dîsa bibîne.»

13
Hananya bersîv da û got: «Ya Xudan, min li ser vî zilamî ji gelekan bihîstiye, ku wî di Orşelîmê de çiqas xerabî li pîrozên te kiriye.

14
Li vir jî desthilatiya wî ji serekên kahînan heye ku hemûyên gazî navê te dikin bigire.»

15
Lê Xudan ji wî re got: «Tu here, çimkî ew ji bo min hacetekî bijartî ye, da ku navê min bigihîne ber miletan, padîşahan û zaryên* Îsraêl.

16
Ez bi xwe, ezê nîşanî wî bidim ku divê çiqas cefayê di ber navê min de bikişîne.»

17
Hingê Hananya rabû û çû ket wê malê. Wî destên xwe danîn ser Şawûl û got: «Birayê Şawûl, Xudan ez şandim, ew Îsayê ku di rê de li te xuya bû, da ku tu dîsa bibînî û tu bi Ruhê Pîroz tije bibî.»

18
Di cih de tiştekî wek pûlikan ji çavên wî ketin û ji nû ve dît. Ew rabû û imad* bû.

19
Piştî ku xwarin xwar, hêza wî hat cih.
Şawûl çend rojan li Şamê bi şagirtan re ma.

Şawûl Mizgîniyê Dide 

20
Û destxwere wî dest pê kir, di kinîştan de Îsa da bihîstin û got: «Ew Kurê* Xwedê ye.»

21
Hemû yên ku ew bihîstin şaş man û gotin: «Ma ev ne ew e, yê ku ew ên li Orşelîmê gazî vî navî dikirin, ji holê radikirin? Ma ew nehatiye vir, da ku wan girêdayî bibe ber serekên kahînan?»

22
Lê Şawûl hê bêtir bi hêz dibû û ji ber ku eşkere dikir ku Îsa, Mesîh e, Cihûyên ku li Şamê rûdiniştin matmayî hiştin.

23
Piştî ku gelek roj derbas bûn, Cihû şêwirîn ku wî bikujin.

24
Lê Şawûl bi gêrûfena wan hesiya. Ew bi şev û bi roj li ber dergehên bajêr diman, da ku wî bikujin.

25
Lê şagirtên wî bi şev rahiştin wî û di selikekê de ew ji sûrê daxistin jêr.[a]

26
Gava ku Şawûl hat Orşelîmê, dixebitî ku beşdarî şagirtan bibe. Lê hemû ji wî ditirsiyan, çimkî bawer nekirin ku ew bûye şagirt.

27
Hingê Barnabas ew hilda û anî ba Şandiyan; ji wan re got ku Şawûl çawa di rê de Xudan dîtiye û Xudan bi wî re peyiviye û wî çawa li Şamê bi navê Îsa, bê tirs hîn kiriye.

28
Şawûl êdî li Orşelîmê bi wan re bû, bi wan re diçû û dihat, bê tirs bi navê Xudan hîn dikir.

29
Bi Cihûyên ku Yewnanî dipeyivîn re dipeyivî û bi wan re diket gotûbêjê, lê ew dixebitîn ku wî bikujin.

30
Çaxê bira pê hesiyan, ew daxistin Qeyseriyê û ji wir jî şandin Tarsûsê.

31
Hingê civînên* bawermendan li tevahiya Cihûstanê*, Celîlê* û Sameryayê* di aştiyê* de bûn; ava dibûn, bi tirsa Xudan pêşve diçûn û bi handana* Ruhê Pîroz zêde dibûn.

Petrûs li Lîdayê û Yafayê 

32
Gava ku Petrûs li her aliyî digeriya, ew berjêrî ba wan pîrozên ku li Lîdayê diman jî bû.

33
Li wir wî mirovek ku navê wî Eynêyas bû dît, ku ji heşt salan ve di nav nivînan de bû; çimkî ew felcî bû.

34
Petrûs ji wî re got: «Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike, rabe û nivînên xwe hilde!» Û di cih de ew rabû ser lingan.

35
Hemû kesên ku li Lîdayê û li deşta Şaronê rûdiniştin ew dîtin û li Xudan zivirîn.

36
Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran.

37
Di wan rojan de ew nexweş ket û mir. Piştî ku ew şuştin, li oda jorîn danîn.

38
Ji ber ku Lîda nêzîkî Yafayê bû, şagirtan bihîst ku Petrûs li wê derê ye, du zilam şandin pey wî, jê daxwaz kirin û gotin: «Ji kerema xwe zû were ba me.»

39
Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan.

40
Lê Petrûs hemû derxistin derve, çû ser çokan û dua kir. Li cesed zivirî û got: «Tabîta, rabe.» Hingê wê çavên xwe vekir, Petrûs dît û rûnişt.

41
Wî destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Piştre gazî yên pîroz û jinebiyan kir û ew saxbûyî danî ber wan.

42
Ev yek li hemû Yafayê hat bihîstin û gelekan bawerî bi Xudan anî.

43
Petrûs jî gelek rojan li Yafayê, li mala Şimûnê çermker ma.

  1. a. 9:23-25 Korîntî II, 11:32-33