Nameya Pawlos a pêşî ji Korîntiyan re Beşa 11

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Korîntî I. 11

1
Çawa ku ez mîna Mesîh dikim hûn jî mîna min bikin.[a]

Sernixamtin 

2
Ji ber ku hûn di her tiştî de min tînin bîra xwe û hînkirinên ku min spartine we diparêzin, ez pesnê we didim.

3
Lê ez dixwazim hûn bizanin ku serê her zilamî Mesîh, serê jinê mêr û serê Mesîh jî Xwedê ye.

4
Her zilamê ku sernixamtî dua an jî pêxemberîtiyê dike, ew serê xwe bê siyanet* dike.

5
Lê her jina ku servekirî dua an jî pêxemberîtiyê dike, serê xwe bê siyanet dike. Çimkî ev, wek ku serê wê hatiye kurkirin û eynî tişt e.

6
Eger jin xwe nenixême, bila porê xwe jî bibire! Lê madem ji bo jinê porbirrîn an jî serkurkirin şerm e, bila serê xwe binixême.

7
Divê mêr serê xwe nenixême çimkî ew wêne û rûmeta Xwedê ye. Lê jin rûmeta mêr e.

8
Çimkî ne mêr ji jinê çêbû, lê belê jin ji mêr çêbû.[b]

9
Îcar mêr ne ji bo jinê, lê belê jin ji bo mêr hat afirandin.

10
Ji bo vê yekê û ji ber milyaketan, divê desthilatiya jinê li ser serê wê hebe.

11
Lê dîsa li ba Xudan ne jin ji mêr û ne jî mêr ji jinê serbixwe ye.

12
Çimkî, ka çawa jin ji mêr çêbû, mêr jî bi jinê tê dinyayê. Lê her tişt ji Xwedê ye.

13
Hûn bi xwe biwezinînin: Ma li jinê tê ku servekirî li ber Xwedê dua bike?

14
Ma tebîet jî hînî we nake ku mêr porê xwe dirêj bike ji bo wî bêhurmetî ye,

15
lê pordirêjiya jinê ji bo wê rûmet e? Çimkî por ji bo nixamtinê ji wê re hatiye dayîn.

16
Lê eger yek bixwaze devjeniyê bike, ne adeteke me ya weha heye, ne jî ya civînên bawermendan ên Xwedê.

Şîva Xudan 

17
Lê di van tiştên ku ez niha tembîh bikim de, ez pesnê we nadim, çimkî li hev civînên we ji dêla ku feydê bidin, ziyanê didin.

18
Ya pêşî, ez dibihîzim dema ku hûn hemû li hev dicivin, di nav we de partîkarî hene û ez hinekê ji vê bawer dikim.

19
Erê, divê di nav we de dubendî hebin, da ku di nav we de yên meqbûl eşkere bibin.

20
Îcar gava ku hûn li hev bicivin, ev ne ji bo xwarina şîva Xudan e.

21
Çimkî li ser xwarinê her yek dikeve ser şîva xwe û hin birçî dimînin, hin jî serxweş dibin.

22
Ma ji bo xwarin û vexwarinê malên we tunin? An ku hûn civîna bawermendan a Xwedê biçûk dibînin û yên ku tiştekî wan tune, hûn didin şermkirin? Ma ez ji we re çi bêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vê yekê de ez pesnê we nadim!

23
Çimkî ya ku min ji Xudan stand min spart we: Şeva ku Xudan Îsa dan dest, wî rahişt nên,

24
piştî ku şikir kir, şikand û got: «Ev bedena min a ji bo we ye. Ji bo bîranîna min vê bikin.»

25
Bi vî awayî jî piştî xwarina şîvê wî rahişt kasê û got: «Ev kas Peymana* Nû ya bi xwîna min e. Her cara ku hûn vexwin, ji bo bîranîna min vê bikin.»[c]

26
Çimkî her cara ku hûn vî nanî bixwin û vê kasê vexwin, heta ku Xudan bê, hûn mirina wî didin zanîn.

27
Ji ber vê yekê, kî ku bi awayekî nehêja, nên bixwe, an ji kasa Xudan vexwe, ew li hember beden û xwîna Xudan sûcdar dibe.

28
Îcar bila mirov xwe bi xwe hêre* bike û piştre ji nên bixwe û ji kasê vexwe.

29
Çimkî yê ku dixwe û vedixwe eger bedenê ferq neke, bi xwarin û vexwarinê xwe bi xwe dadbar dike.

30
Ji ber vê yekê gelek ji we nexweş û lewaz in û hin jî mirine.

31
Lê eger me xwe bi xwe hêre bikira, em nedihatin dadbarkirin.

32
Lê gava ku dîwana* me bê kirin, ji bo ku em bi dinyayê re sûcdar dernekevin, em ji aliyê Xudan ve tên terbiyekirin.

33
Îcar birano, gava ku hûn ji bo xwarinê li hev bicivin, li benda hevdû bimînin.

34
Eger yek birçî be, bila li mala xwe bixwe, da ku hatina we ya ba hev, nebe sedem ku hûn bên dîwankirin. Tiştên mayî, gava ku ez bêm ba we ezê serûber bikim.

  1. a. 11:1 Korîntî I, 4:16; Filîpî 3:17
  2. b. 11:8 Destpêkirin 2:18-23
  3. c. 11:24-25 Lûqa 22:18-19