Nameya Pawlos a pêşî ji Korîntiyan re Beşa 13

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Korîntî I. 13

Riya Herî Hêja: Hezkirin 

1
Eger ez bi zimanên mirov û milyaketan bêjim, lê hezkirina min tune be, ez bûme wek sifrekî ku deng derdixe an jî zengilekî ku dike çingeçing.

2
Eger pêxemberîtiya min hebe û ez hemû siran û her zanayiyê bizanim û eger baweriya min a tam a ku çiyayan ji cihê wan rake hebe, lê hezkirina min tune be, ez qet ne tu tişt im.[a]

3
Eger ez her tiştê xwe bi alîkarîtî bidim û bedena xwe ji bo şewitandinê teslîm bikim, lê hezkirina min tune be, qet feyda min jê tune.

4
Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake, pozbilindiyê nake,

5
tiştên ne li rê nake, li feyda xwe nagere, hêrs nabe, li xerabiya kesî nagere;

6
bi neheqiyê şa nabe, lê bi rastiyê şa dibe;

7
bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike.

8
Dawiya hezkirinê qet nayê; lê heçî pêxemberîtî ne, wê betal bibin; heçî zimanên ruhanî ne, wê rabin; heçî zanîn e, wê betal bibe.

9
Çimkî zanîna me kêm e û pêxemberîtiya me kêm e.

10
Lê çaxê ku bêkêmahîtî bê, ya kêm wê betal bibe.

11
Çaxê ku ez zarok bûm, min wek zarokan digot; wek zarokan fêm dikir; ez wek zarokan difikirîm; çaxê ez bûm zilam, min dev ji tiştên zaroktiyê berda.

12
Çimkî niha em di neynikê de, ne zelal dibînin, lê hingê emê rû bi rû bibînin. Niha ez hinekê dizanim, lê wî çaxî, çawa ku ez tam têm zanîn, ezê tam bizanim.

13
Îcar ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî û hezkirin. Û ji van ya herî mezin hezkirin e.

  1. a. 13:2 Metta 17:20; 21:21