Nameya Pawlos a diduyan ji Korîntiyan re Beşa 12

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Korîntî II. 12

Dîtinî û Peyxamên Pawlos 

1
Eger bêfeyde be jî, pesindan lazim e. Niha ezê bêm ser dîtinî* û peyxamên* Xudan.

2
Ez bawermendekî Mesîhê ku berî çardeh salan heta bi ezmanê sisiyan hat hildan nas dikim. Ez nizanim ka di bedenê de bû, ka li derveyî bedenê bû; ez nizanim, Xwedê dizane.

3
Ez dizanim ku ev mirov – di bedenê de, an li derveyî bedenê bû, ez nizanim; Xwedê dizane –

4
heta bi bihiştê* hat hildan. Wî li wir tiştên ku nayên îfadekirin, tiştên ku destûra mirov tune ku wan bêje, bihîstin.

5
Ezê bi yekî weha pesnê xwe bidim; lê ji bêhêziyên xwe pê ve, ez li ser xwe pesnê xwe nadim.

6
Lê eger ez bixwazim pesnê xwe bidim jî, ez nabim yekî bêaqil. Çimkî ezê rastiyê bêjim. Lê ez dipilikim ku kesek ji tiştê ku li ba min dîtiye an ji min bihîstiye zêdetir li ser min bifikire.

7
Ji bo ku ez bi peyxamên pirr mezin qure nebim, di bedenê de ji min re stiriyek yanî milyaketekî Îblîs* hat dayîn, ku min bide ber kulman, da ku ez qure nebim.

8
Min sê caran ji bo vê ji Xudan hêvî kir, da ku ji min dûr bixe.

9
Lê wî ji min re got: «Kerema min têra te dike. Çimkî hêza min di bêhêziyê de temam dibe.» Ji bo vê yekê ezê bi dilxweşî hê zêdetir bi bêhêziya xwe pesnê xwe bidim, da ku hêza Mesîh li ser min be.

10
Ji ber vê yekê ez di ber Mesîh de bi lewazî, lome, dijwarî, cefa û tengahiyan kêfxweş im; çimkî kengê ez lewaz bim, hingê ez hêzdar im.

11
Min bêaqilî kir, we ez mecbûr kirim. Diviya ku ji aliyê we ve ez bihatama tewsiyekirin. Ji ber ku her çiqas ez ne tiştek bim jî, bi tu awayî tu kêmahiya min ji van şandiyên payebilind tune.

12
Nîşanên şandiyekî, yanî nîşan, karên mezin û keramet, di nav we de bi hemû bîhnfirehiyê hatin pêkanîn.

13
Ji vê yeka ku ez ji we re nebûm bar pê ve, ma di çi tiştî de hûn ji civînên din kêmtir man? Vê neheqiyê li min bibihûrin!

Xema ku Pawlos ji bo Korîntiyan Dixwe 

14
Va ye, ev cara sisiyan e ez amade me ku bêm ba we û ez ji we re nabim bar. Çimkî ez ne li ya ku bi we re ye, lê belê li we digerim. Çimkî divê ne zarok ji dê û bavê xwe re, lê belê dê û bav ji zarokan re mal bidin hev.

15
Ezê ji bo we gelek bi dilxweşî tiştên xwe bimezêxim û bêm mezaxtin jî. Eger ez zêde ji we hez bikim, ma ezê kêmtir bêm hezkirin?

16
Bila be, em bêjin ez ji we re nebûm bar; lê li gor hin ji we min di qurnaziya xwe de hûn bi hîlekarî bi dest xistine!

17
Ma gelo min bi destê hin ji wan ên ku min şandine ba we, heqê we xwariye?

18
Min ji Tîtos* hêvî kir ku ew bê ba we û min birayê din jî pê re şand. Ma Tîtos feydeyek ji we standiye? Ma em ne di eynî ruhî de, di eynî şopê de rêve çûn?

19
Ma ev demeke dirêj e ku hûn difikirin, em xwe li ber we diparêzin? Em bi saya Mesîh li ber Xwedê dipeyivin, îcar hezkirîno, her tişt ji bo avabûna we ye.

20
Çimkî ez ditirsim çaxê ku ez bêm, ez we ne wek ku ez dixwazim bibînim û hûn jî min ne wek ku hûn dixwazin bibînin, lê ez ditirsim ku pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, ketme*, paşgotinî, quretî û tevlihevî çêbin.

21
Ez ditirsim ku gava ez dîsa bêm ba we, Xwedayê min, min li ber we bide şermê û ez ji bo gelekên ku berê guneh kirine û ji pîsîtî, fuhûşî û şehweta xwe tobe nekirine, şînê bigirim.