Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 10

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Lûqa 10

Şandina Heftê Şagirtî 

1
Piştî vê yekê Xudan heftê şagirtên din jî hilbijartin û ew dido dido li pêşiya xwe şandin her bajar û her cihê ku ew bi xwe wê biçûyayê.

2
Wî ji wan re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in. Loma ji xwediyê dexlê lava bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.

3
Herin! Ez we wek berxan dişînim nav guran.

4
Ne kîsik, ne tûr û ne jî çaroxan bi xwe re bibin û di rê de silavê nedin tu kesî.

5
Û kîjan mala hûn bikevinê, pêşî bêjin: ‹Silamet li ser vê malê.›

6
Û eger mirovekî hêjayî aştiyê* li wir hebe, aştiya we wê li ser wî bimîne; lê eger nebe, ewê dîsa li we vegere.

7
Îcar di wê malê de bimînin, tiştê wan ê heyî, bixwin û vexwin, çimkî yê pale hêjayî heqê xwe ye. Ji malekê neçin a din.

8
Û kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl bikin, tiştê ku bê ber we, bixwin.

9
Nexweşên li wî bajarî qenc bikin û ji wan re bêjin: ‹Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.›

10
Lê kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl nekin, derkevin ser meydanên wî û bêjin:

11
‹Em wê toza ku ji bajarê we bi lingê me ve maye jî, li ber wijdana we diweşînin, lê vê bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.›

12
Ez ji we re dibêjim, wê rojê rewşa Sodomê wê ji rewşa wî bajarî çêtir be.[a]

Bajarên Bêbawerî 

13
«Wey li te Xorazînê! Û wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku di nav we de hatin kirin, di Sûr* û Saydayê de bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî* û xweliyê de rûniştî tobe bikirana.

14
Lê belê di Roja Dawî de halê Sûr û Saydayê wê ji yê we çêtir be.

15
Û tu, hey Kefernahûmê, ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê* miriyan herî xwar!

16
Yê ku guhdariya we dike, ew guhdariya min dike û yê ku we red dike, ew min red dike û yê ku min red dike, ew wî yê ku ez şandime, red dike.»

Vegerîna Heftê Şagirtî 

17
Her heftê bi şahî vegeriyan û gotin: «Ya Xudan, cin jî bi navê te bi ya me dikin.»

18
Wî ji wan re got: «Min dît ku çawa Îblîs* wek birûskê ji ezmên ket.

19
Va ye, min desthilatî daye we, ku hûn pê li mar û dûpişkan û hemû hêza dijmin bikin û tu tişt qet ziyanê nade we.

20
Lê belê bi vê şa nebin ku cin bi ya we dikin, lê bi vê şa bin ku navên we li ezmanan hatine nivîsîn.»

Dilşabûna Îsa 

21
Wê gavê Îsa bi Ruhê Pîroz gelek şa bû û got: «Ya Bavo*, Xudanê erd û ezmên, ez ji te re şikir dikim, ku te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartine û ji zarokan re eşkere kirine. Erê, Bavo, çimkî ev yek li te xweş hat.

22
Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji Bav pê ve kesek nizane Kur kî ye û ji bilî Kur û yê ku Kur bixwaze bi wî bide eşkerekirin, kesek nizane, Bav kî ye.»

23
Û wî berê xwe da şagirtan û bi taybetî ji wan re got: «Xwezî bi wan çavên tiştên ku hûn dibînin.

24
Çimkî ez ji we re dibêjim ku gelek pêxember û padîşahan xwestin wan tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê nedîtin. Xwestin wan tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê nebihîstin.»

Mesela Sameriyê Dilpak 

25
Îcar Şerîetzanek rabû, ji bo ku Îsa biceribîne got: «Mamoste, ma ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»

26
Îsa lê vegerand û got: «Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?»

27
Wî lê vegerand û got: «‹Bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudan, Xwedayê xwe hez bike› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.›[b] »

28
Îsa lê vegerand û got: «Te rast got, de îcar wusa bike, tê bijî.»

29
Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?»

30
Îsa lê vegerand û got: «Zilamek ji Orşelîmê daket xwarê û çû bajarê Erîhayê. Ew ket nav destên rêbiran. Rêbiran ew tazî kir, lê xistin û hema bêje nîvkuştî dev jê berdan û çûn.

31
Îcar bi rasthatinî kahînek di wê riyê de dadiket. Gava wî ew dît, wî xwe jê dûr kir û di aliyê din re bihûrî û çû.

32
Bi vî awayî yekî Lêwî* jî hat wê derê, wî jî ew dît û di aliyê din re bihûrî û çû.

33
De îcar yekî Samerî* jî rêwîtî dikir û hat ba wî. Gava wî ew dît, dilê wî pê şewitî.

34
Ew çû ba wî. Wî zeyt û şerab bi birînên wî de kirin û ew girêdan. Wî ew li ser dewara xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û lê bû xweyî.

35
Dotira rojê du zîv* derxistin, dan xwediyê mêvanxaneyê û jê re got: ‹Li vî mirovî bibe xweyî, her tiştê ku tu bêtir lê serf bikî, gava ez vegerim, ezê bidim te.›

36
«Îcar, li gor dîtina te, kîjan ji van her siyan bû cîranê wî yê ku ketibû destê rêbiran?»

37
Şerîetzan got: «Ewê ku dilê wî pê şewitî.» Îsa got: «De îcar, tu jî here û wusa bike!»

Di Mala Merta û Meryemê de 

38
Û gava ew bi riya xwe ve diçûn, Îsa ket gundekî. Û jineke ku navê wê Merta bû, ew qebûl kir mala xwe.

39
Xwişkeke wê jî hebû ku navê wê Meryem* bû. Ew jî li ber lingên Xudan rûniştibû û guhê xwe dida gotina wî.

40
Lê Merta bi gelek tiştan ve pirr mijûl dibû. Ew hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, ma tu xema xwe jê naynî ku xwişka min ez di kar de bi tenê hiştime? De jê re bêje ku ew alî min bike.»

41
Xudan lê vegerand û got: «Merta, Merta, tu xema gelek tiştan dixwî û xwe bi wan reht dikî,

42
lê tiştek bi tenê lazim e. Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin.»

  1. a. 10:12 Destpêkirin 19
  2. b. 10:27 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:5; Qanûna Kahîntiyê 19:18