Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 13

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Lûqa 13

Tobe Bikin, da ku Hûn Helak Nebin 

1
Di wê demê de hinek li wir bûn û ji Îsa re li ser wan Celîliyan digotin yên ku Pîlatos xwîna wan tevli qurbanên wan kiribû.

2
Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn guman dikin ku ev Celîlî ji hemû Celîliyên din gunehkartir bûn ku ev yek hat serê wan?

3
Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wusa helak bibin.

4
An ew her hejdehên ku birca li Sîlwamê bi ser wan de ket û ew kuştin, ma hûn guman dikin ku sûcên wan ji sûcên wan hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin, bêtir bûn?

5
Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wusa helak bibin.»

Mesela Hêjîra Bêber 

6
Wî ev mesele jî got: «Di nav rezê mirovekî de dareke hêjîrê ya çandî hebû. Ew hat, da ku li berê darê bigere, lê nedît.

7
Wî ji yê rezvan re got: ‹Ev sê sal e, ez têm û li berê vê dara hêjîrê digerim û ez nabînim. Wê bibire! Ji bo çi ewê erdê jî bêkêr bike.›

8
Yê rezvan lê vegerand û got: ‹Ezbenî, îsal jî wê bihêle, heta ku ez hawirdora wê bikolim û zibil bikim.

9
Eger ev sala ku bê, wê ber da, qenc e, lê eger neda, hingê wê bibire.›»

Roja Şemiyê Îsa Jineke Qof Qenc Dike 

10
Rojeke Şemiyê Îsa di kinîştekê de hîn dikir.

11
Li wir jinek hebû ku ji hejdeh salan ve ruhekî nexweşiyê pê re hebû. Ew qof bûbû û nedikarî xwe rast bike.

12
Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û ji wê re got: «Jinê, tu ji nexweşiya xwe azad bûyî!»

13
Wî destên xwe danîn ser wê, jin di wê gavê de rast bû û pesnê Xwedê dida.

14
Lê serekê kinîştê bi hêrs ket ku Îsa di roja Şemiyê de sax kir. Wî dest pê kir û ji xelkê re got: «Şeş roj hene ku divê mirov di wan de kar bike. Ne di roja Şemiyê de, lê di wan rojan de werin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.»

15
Lê Xudan lê vegerand û got: «Hey durûno! Ma her yek ji we roja Şemiyê ga an kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê?

16
Îcar eva ha ya ku keçeke Birahîm* e û ev hejdeh sal bû, Îblîs ew girêdabû, ma bila ew di roja Şemiyê de ji vê qeyda ha nehata vekirin?»

17
Gava wî ev tişt gotin, neyarên wî hemû fihêt bûn û tevahiya elaletê bi wan kerametên birûmet ên ku wî dikirin, şa dibûn.

Du Meseleyên li ser Padîşahiya Xwedê: Liba Xerdelê û Hevîrtirşk 

18
Îcar Îsa got: «Padîşahiya Xwedê mîna çi ye? Û ez wê bimînînim çi?

19
Ew dimîne vê yekê: Mirovekî libeke xerdelê bir û avêt baxçê xwe. Ew şîn bû û bû dar û teyrên ezmên hêlînên xwe di nav çiqilên wê de çêkirin.»

20
Û wî dîsa got: «Ma ez Padîşahiya Xwedê bimînînim çi?

21
Ew mîna hevîrtirşk e ku jinekê hilda û xist nav sê çap* ar, heta hemû tirş bû.»

Deriyê Teng 

22
Û Îsa di gund û bajaran re derbas dibû, hîn dikir û ber bi Orşelîmê ve diçû.

23
Hingê yekî jê re got: «Ya Xudan, ma yên ku wê xilas bibin, hindik in?» Wî ji wan re got:

24
«Li ber xwe bidin, ku hûn di deriyê teng re derbas bibin, çimkî ez ji we re dibêjim, gelek wê lê bigerin ku bikevin hundir û nikarin.

25
Piştî ku malxwê malê rabe û derî bigire, hûnê li derve bimînin, dest pê bikin li derî bixin û bêjin: ‹Ya Xudan, ji me re veke!› Hingê ewê li we vegerîne û ji we re bêje: ‹Ez nizanim hûn ji ku derê ne.›

26
Hingê hûnê dest pê bikin û bêjin: ‹Me li ber te xwar û vexwar û te di kuçeyên me de hîn kir.›

27
Lê ewê bêje: ‹Ez ji we re dibêjim ku ez nizanim hûn ji ku derê ne. Ji min dûr kevin, hey hûn hemû yên ku neheqiyê dikin!›

28
Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan, gava hûn Birahîm*, Îshaq*, Aqûb* û hemû pêxemberan di Padîşahiya Xwedê de, lê xwe li derve avêtî bibînin.

29
Xelk wê ji Rojhilat û Rojava, ji Bakur û Başûr bên û di Padîşahiya Xwedê de li ser sifrê rûnin.

30
Va ye, hin ên paşî wê bibin ên pêşî û hin ên pêşî wê bibin ên paşî.»

Îsa li ser Orşelîmê Dilorîne 

31
Wê gavê hinek Fêrisî hatin û ji Îsa re gotin: «Rabe ji vê derê here, çimkî Hêrodês dixwaze te bikuje.»

32
Û wî ji wan re got: «Herin, ji wî roviyî re bêjin: ‹Va ye, ez îro û sibê cinan derdixim, nexweşan qenc dikim û roja sisiyan karê min temam dibe.›

33
Lê belê divê ez îro, sibê û dusibe bi riya xwe ve herim, çimkî nabe ku pêxemberek ji derveyî Orşelîmê bê kuştin.

34
Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatin şandin, dide ber keviran! Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin bazkên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest!

35
Va ye, mala we wê bi hêviya we ve bimîne. Ez ji we re dibêjim, êdî hûn min qet nabînin, heta wî çaxê ku hûn bêjin: ‹Pîroz be yê ku bi navê Xudan tê!›»[a]

  1. a. 13:35 Ji: Zebûr 118:26