Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 15

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Lûqa 15

Mesela Miya Windabûyî 

1
Îcar hemû bacgir* û gunehkar ber bi Îsa ve hatin, da ku guhdariya gotinên wî bikin.

2
Fêrisî û Şerîetzanan kirin pitepit û gotin: «Evê ha, gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe!»

3
Îsa ev mesele ji wan re got:

4
«Kî ji we, ku sed miyên wî hebin û yek ji wan winda bibe, her not û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne?

5
Û gava ew wê bibîne, bi şahî wê datîne ser milê xwe

6
û vedigere mal, gazî dost û cîranên xwe dike û ji wan re dibêje: ‹Bi min re şa bin, ji ber ku min miya xwe ya windabûyî dîtiye.›

7
Ez ji we re dibêjim, wusa jî li ezmên, ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, ji not û neh rastên ku ne hewcedarê tobekirinê ne, wê bêtir bibe şahî.

Mesela Zîvê Windabûyî 

8
«An kîjan jin, ku deh zîvên* wê hebin û yekî ji wan winda bike, ew qendîlê pê naxe û xênî namale û qenc lê nagere, heta wî bibîne?

9
Û gava ew wî bibîne, ew bang dike dost û cîranên xwe û ji wan re dibêje: ‹Hûn bi min re şa bin, ji ber ku min zîvê xwe yê windabûyî dîtiye.›

10
«Ez ji we re dibêjim: Wusa jî wê li ba milyaketên Xwedê ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, bibe şahî.»

Mesela Kurê Windabûyî 

11
Û Îsa got: «Du kurên mirovekî hebûn.

12
Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‹Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min.› Wî jî malê xwe li wan leva kir.

13
«Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir.

14
Piştî ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat. Ew ket tengahiyê

15
û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan.

16
Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lê kesekî ew jî nedidayê.

17
Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim.

18
Ezê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye.

19
Êdî ez ne hêja me ku ji min re ‹kurê te› bê gotin. Min bike wek yekî ji paleyên xwe.›

20
«Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand.

21
Kurê wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.›

22
Lê bav ji xulamên xwe re got: ‹Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî.

23
Conegayê dermalekirî bînin û şerjêkin, da ku em bixwin û şahiyê bikin,

24
çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.› Û dest bi şahiyê kirin.

25
«Di wî çaxî de kurê wî yê mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst.

26
Wî gazî yekî ji xulaman kir û jê pirsî, ka çi bûye?

27
Yê xulam jê re got: ‹Birayê te hatiye, bavê te conegayê dermalekirî şerjêkiriye, çimkî ew sax û silamet vegeriyaye.›

28
Birayê mezin hêrs ket û nexwest ku here hundir. Bavê wî derket û jê hêvî kir.

29
Lê wî ji bavê xwe re got: ‹Binêre, evqas sal in ku ez xizmeta te dikim û ez tu caran ji gotina te derneketim, te karikek jî neda min, ku ez bi dostên xwe re pê şa bibim.

30
Lê gava ev kurê te yê ku malê te bi fahîşeyan re xwar, vegeriya, te conegayê dermale ji wî re şerjêkir.›

31
Wî lê vegerand û got: ‹Lawo, tu hergav bi min re yî û her tiştê min, yê te ye.

32
Lê diviya em şa bibûna û me şahî bikira, çimkî ev birayê te mirî bû û rabûye, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.›»