Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 19

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Lûqa 19

Îsa û Zexayosê Bacgir 

1
Îsa ket Erîhayê û di bajêr re derbas dibû.

2
Zilamek li wir hebû, ku navê wî Zexayos bû. Ew serekê bacgiran* bû û dewlemend bû.

3
Wî dixwest ku Îsa bibîne, ka ew kî ye, lê ji ber elaletê nikaribû, çimkî bejna wî kin bû.

4
Îcar ew di pêşiya wan de bezî, çû ser dareke hêjîra bejik, da ku Îsa bibîne, çimkî ewê di wê riyê re derbas bibûya.

5
Û çaxê Îsa hat wî cihî, li jor nêrî û jê re got: «Wa Zexayos, bilezîne, were xwarê, çimkî divê îro ez li mala te bibim mêvan.»

6
Wî lezand, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe.

7
Hemûyên ku ev yek dîtin, kirin pitepit û gotin: «Ew li ba mirovekî gunehkar bû mêvan.»

8
Lê Zexayos li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: «Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.»

9
Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e.

10
Ji bo vê yekê Kurê Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.»

Mesela Deh Zêran 

11
Çaxê wan guh didan van tiştan, Îsa meseleke din got, çimkî nêzîkî Orşelîmê bû û wan digot qey Padîşahiya Xwedê ha niha wê xuya bibe.

12
Îcar Îsa got: «Zilamekî esilzade çû welatekî dûr, da ku padîşahiyekê bistîne û dîsa vegere.

13
Wî gazî deh xulamên xwe kir û deh zêr* dan wan û got: ‹Bi van ticaretê bikin, heta ku ez bêm.›

14
Lê welatiyên wî ji wî nefret dikirin, qasid li pey wî şandin ku bêjin: ‹Em naxwazin ku ev mirov li ser me bibe padîşah.›

15
Û çaxê wî padîşahî stand û vegeriya, emir kir, ku gazî wan xulaman bikin ku wî pere dabûn wan, da ew bizane ku her yekî ji wan çi bi ser xistiye.

16
Yê pêşî hat ber wî û got: ‹Ezbenî, zêrê te deh zêrên din bi ser xistin.›

17
Wî ji xulam re got: ‹Aferim, xulamê qenc! Ji ber ku tu di ya hindik de dilsoz bûyî, li ser deh bajaran bibe serwer.›

18
Yê diduyan hat û got: ‹Ezbenî, zêrê te pênc zêr bi ser xistin.›

19
Û ji vî re jî got: ‹Tu jî li ser pênc bajaran bibe serwer.›

20
Yekî din hat û got: ‹Ezbenî, va ye zêrê te, min ew di nav destmalekê de pêça û hilanî.

21
Ez ji te tirsiyam, çimkî tu mirovekî hişk î; tiştê ku te dananiye, tu radihêjî û tiştê ku te neçandiye, tu didirûyî.›

22
Wî jê re got: ‹Hey xulamê neqenc! Ezê ji devê te dîwana* te bikim. Madem ku te dizanibû, ez mirovekî hişk im, tiştê ku min dananiye, ez radihêjim, tiştê ku min neçandiye, ez didirûm,

23
nexwe çima te perê min neda pereguhêran? Çaxê ez vegeriyam, minê ew bi fayiza wî ve bistanda.›

24
Û ji yên ku li wê derê bûn re got: ‹Wî zêrî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh zêrên wî hene.›

25
Wan jê re got: ‹Ya mîrza, deh zêrên wî hene.›

26
‹Ez ji we re dibêjim, yê ku pê re heye, wê jê re bê dayîn, lê yê ku pê re tune, tiştê di destê wî de ye jî wê ji wî bê standin.

27
Lê belê wan dijminên min, yên ku nedixwestin, ez li ser wan bibim padîşah, bînin vê derê û wan li ber min bikujin.›»

Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê 

28
Piştî Îsa ev tiştên ha gotin, derket ser rê, di pêşiyê wan de çû, da ku here Orşelîmê.

29
Çaxê ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê dibû, li cihê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin, wî du şagirtên xwe şandin

30
û ji wan re got: «Herin vî gundê pêşberî we. Gava hûn bikevin nav gund, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin vir.

31
Û eger kesek ji we bipirse û bêje: ‹Çima hûn wê dehşikê vedikin?› weha bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim e.›»

32
Yên ku hatibûn şandin çûn û her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin.

33
Gava wan dehşik vedikir, xwediyên dehşikê ji wan re gotin: «Çima hûn dehşikê vedikin?»

34
Wan jî got: «Ew ji Xudan re lazim e.»

35
Û dehşik anîn ba Îsa. Wan cilên xwe ji Îsa re danîn ser dehşikê û ew lê siwar kirin.

36
Gava Îsa diçû, xelkê ji wî re cilên xwe li ser rê radixistin.

37
Êdî gava ew nêzîkî berwara Çiyayê Zeytûnê bû, elaleta şagirtên wî dest pê kir û bi dilxweşî û bi dengekî bilind pesnê Xwedê ji bo wan hemû karên mezin ên ku dîtibûn, didan.

38
Û wan digot:
«Pîroz be ew Padîşahê
Ku bi navê Xudan tê.[a]
Li ezmên silamet
Û li bilindahiyan rûmet!»

39
Û hin ji Fêrisiyan, yên ku di nav wê elaletê de bûn, ji Îsa re gotin: «Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!»

40
Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»

Îsa li ser Orşelîmê Digirî 

41
Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya

42
û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya* te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin.

43
Roj wê bi ser te de bên, ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her aliyî ve te bidin tengahiyê

44
û wê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ewê di nav te de kevir li ser kevir nehêlin, çimkî te wextê serdana xwe nezanî.»

Îsa Perestgehê Paqij Dike 

45
Îsa ket Perestgehê û dest pê kir, yên ku tê de kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve

46
û ji wan re got: «Hatiye nivîsîn:
‹Mala min wê bibe mala duayê›,
Lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran›.»[b]

47
Îsa her roj di Perestgehê de hîn dikir. Serekên kahînan*, Şerîetzan* û giregirên gel dixebitîn, ku wî bikujin,

48
lê wan nikaribû tiştekî bibînin ku bi wî bikin, çimkî tevahiya xelkê ji dil guhdariya wî dikir.

  1. a. 19:38 Ji: Zebûr 118:26
  2. b. 19:46 Ji: Îşaya 56:7; Yêremya 7:11