Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 2

Bûyîna Îsa Mesîh 

1
Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê bên jimartin.

2
Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hejmartina pêşî bû ku hat kirin.

3
Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn.

4
Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê* çû Beytlehmê, bajarê* Dawid ê li Cihûstanê*, çimkî ew ji mala* Dawid û ji bavikê wî bû.

5
Ew çû wê derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû.

6
Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat

7
û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.

Şivan û Milyaket 

8
Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt.

9
Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan.

10
Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye.

11
Îro li bajarê* Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan* Mesîh* e.

12
Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.»

13
Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:

14
«Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet
Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.»

15
Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.»

16
Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin.

17
Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin.

18
Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man.

19
Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî.

20
Şivan vegeriyan; ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan û rûmet didanê. Her tiştî, bi awayê ku ji wan re hatibû gotin dîtibûn.

21
Çaxê heşt roj temam bûn, ew hat sinetkirin û navê wî Îsa* danîn, wek ku hê berî ew bikeve zikê diya xwe, milyaket gotibû.

Pêşkêşkirina Îsa ji Xwedê re 

22
Û gava rojên paqijbûna wan li gor Şerîeta* Mûsa temam bûn, zarok birin Orşelîmê*, da ku wî pêşkêşî Xudan bikin,[a]

23
wek ku di Şerîeta Xudan de hatiye nivîsîn: «Her zarokê nêr ê nixurî wê nedrê* Xudan be»[b]

24
û li gor gotina Şerîeta Xudan «Cotek kevokên qumrî, an du ferxên kevokan»[c] jê re bikin gorî*.

25
Hingê li Orşelîmê mirovek hebû, ku gelek rast û xwedêtirs bû. Navê wî Şimûn bû. Ew li hêviyê bû ku Îsraêl bê handan*. Ruhê* Pîroz li ser wî bû.

26
Û Ruhê Pîroz bi wî dabû zanîn ku berî dîtina Mesîhê* Xudan, ew mirinê nabîne.

27
Bi rêberiya Ruh ew hat Perestgehê*. Gava dê û bavê wî, ji bo pêkanîna Şerîetê, Îsayê zarok anîn Perestgehê,

28
Şimûn rahişt wî û ew xist himbêza xwe, wî pesnê Xwedê da û got:

29
«Ya Xudan, niha li gor gotina xwe
Xulamê xwe bi silamet berde.

30
Çimkî çavê min xilaskirina te dît,

31
A ku te li ber çavê hemû miletan amade kiriye:[d]

32
Ronahiya ku çavê miletan vedike
Û rûmeta ji bo gelê te yê Îsraêl e.»[e]

33
Dê û bavê wî li wan gotinên Şimûn gelek şaş man.

34
Şimûn ew pîroz* kirin û ji diya wî Meryemê re got: «Ev zarokê ha ji bo ketin û rabûna gelekan li Îsraêlê hatiye danîn û ew nîşanek e ku li hember derkevin,

35
da ku fikrên dilê gelekan bên kifşkirin. Û şûrek wê di dilê te re jî here, wî qul bike.»

36
Û li wê derê pêxemberek hebû, navê wê Hana bû. Ew keça Fanowêl û ji eşîra Aşêr bû. Ew gelek pîr bû û piştî keçkaniya xwe heft salan bi mêrê xwe re mabû

37
û piştre heta heştê û çar salan jinebî mabû. Wê dev ji Perestgehê bernedida û bi şev û roj bi dua û rojî diperizî* Xwedê.

38
Ew jî di wê kêlîkê de hat, pesnê Xwedê da û wê li ser wî ji yên ku li hêviya xilasiya Orşelîmê bûn re got.

Meryem û Ûsiv bi Kurik re Vedigerin Bajarê Nisretê 

39
Û çaxê wan li gor Şerîeta* Xudan her tişt pêk anî, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê*.

40
Îcar zarok mezin dibû, bi hêz dibû û bi şehrezayiyê tije dibû û qenciya Xwedê jî li ser wî bû.

Îsayê Diwanzdeh Salî li Perestgehê 

41
Dê û bavê wî her sal di Cejna* Derbasbûnê de diçûn Orşelîmê*.

42
Gava Îsa dibû diwanzdeh salî, ew li gor adeta cejnê dîsa hilkişiyan Orşelîmê.

43
Piştî ku wan rojên cejnê temam kirin û vegeriyan, Îsayê zarok li Orşelîmê ma. Haya dê û bavê wî jê tunebû.

44
Di gumana wan de ew jî di nav koma rêwiyan de ye û ew rojekê rêve çûn. Hê ji nû ve di nav mirov û nasên xwe de li wî geriyan.

45
Gava wan ew nedît, ew vegeriyan Orşelîmê û lê geriyan.

46
Di roja sisiyan de wan ew di Perestgehê de dît. Ew di nav mamosteyên Şerîetê* de rûniştî bû, guh dida wan û pirs ji wan dikirin.

47
Hemûyên ku gotinên wî dibihîstin li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman.

48
Dema dê û bavê wî ew dîtin, gelek şaş man. Diya wî ji wî re got: «Kurê min, te çima wusa li me kir? Ez û bavê te, em bi xem û xiyal li te digeriyan.»

49
Wî ji wan re got: «Çima hûn li min geriyan? Ma we nizanibû ku divê ez li mala Bavê* xwe bim?»

50
Lê wan maneya gotinên wî fêm nekir.

51
Îcar Îsa bi wan re daket û çû bajarê Nisretê û bi ya wan dikir. Lê diya wî ev tiştên ha hemû di dilê xwe de hilanîn.

52
Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.

  1. a. 2:22 Qanûna Kahîntiyê 12:3, 6
  2. b. 2:23 Ji: Derketin 13:2, 12, 15
  3. c. 2:24 Ji: Qanûna Kahîntiyê 12:8
  4. d. 2:30-31 Binêre: Îşaya 40:5; 52:10
  5. e. 2:32 Binêre: Îşaya 42:6; 49:6; 46:13