Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 20

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Lûqa 20

Pirsa li ser Desthilatiya Îsa 

1
Rojekê, çaxê wî di Perestgehê de xelk hîn dikir û Mizgînî dida, serekên kahînan, Şerîetzan û rihspî tevde bi ser de hatin

2
û jê re gotin: «Ji me re bêje, tu van tiştan bi çi desthilatiyê dikî, an yê ku ev desthilatî daye te kî ye?»

3
Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê tiştekî ji we bipirsim, ka ji min re bêjin:

4
Imadkirina* Yûhenna* ji ezmên bû, an ji mirovan bû?»

5
Ew bi hevdû şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, ewê bêje: ‹Çima we ji wî bawer nekir?›

6
Û eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, ji xwe tevahiya xelkê wê me bide ber keviran, çimkî ew qenc bawer dikin ku Yûhenna pêxember e.»

7
Îcar wan lê vegerand û gotin: «Em nizanin ji ku derê ye.»

8
Îsa ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»

Mesela Rez û Rezvanan 

9
Îsa dest pê kir, ev mesele ji xelkê re got: «Mirovekî rezek çand, ew bi kirê da rezvanan û ji bo demeke dirêj çû welatekî din.

10
Û di demsala rêz de wî xulamek şand ba rezvanan, da ku ji berê rêz bidin wî. Lê rezvanan li wî xist û ew destvala şandin.

11
Hingê wî xulamekî din şand, wan li wî jî xist, riswa kirin û destvala şandin.

12
Yê sisiyan jî şand, ew jî birîndar kirin û avêtin derve.

13
Xwediyê rêz jî got: ‹Gelo ez çi bikim? Ezê kurê xwe yê delal bişînim, belkî ew siyaneta* wî bigirin.›

14
Lê gava rezvanan ew dît, bi hevdû şêwirîn û gotin: ‹Ev wêris e. De werin, em wî bikujin, da ku mîras ji me re bimîne.›

15
Wan ew avêt derveyê rêz û kuştin. Ma îcar xwediyê rêz wê çi bi wan bike?

16
Ewê bê, van rezvanan helak bike û wê rêz bide hinekên din.» Gava wan ev yek bihîst, gotin: «Xwedê neke!»

17
Lê Îsa li wan nêrî û got: «Nexwe eva hatiye nivîsîn çi ye?
‹Ew kevirê ku hostayan red kir
Bû kevirê serê rikin*.›[a]

18
Her kesê ku bi ser wî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ew kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.»

19
Şerîetzan û serekên kahînan xwestin ku di cih de dest bavêjin wî, çimkî wan fêm kir, ku Îsa ev mesele anî ser wan, lê ew ji xelkê tirsiyan.

Pirsa Dan û Nedana Baca Qeyser 

20
Çavê wan li Îsa bû û wan casûsên ku xwe rast nîşan didan, şandin ba wî, da ku ew wî bi xebera wî bigirin û derxin ber dîwan* û desthilatiya walî.

21
Wan ji wî pirsî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu rast dibêjî û hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, lê belê tu riya Xwedê rast hîn dikî.

22
Îcar ma ji me re dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»

23
Lê Îsa bi qurnaziyên wan hesiya û ji wan re got:

24
«Ka zîvekî* nîşanî min bidin. Ma ev resm û nivîsîn ên kê ne?» Wan got: «Yên Qeyser in.»

25
Îsa jî ji wan re got: «Madem ku wusa ye, tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.»

26
Wan nikaribû wî li ber xelkê bi gotina wî bigirin, ew li bersîva wî şaş man û devê xwe girtin.

Pirsa Rabûna Miriyan 

27
Hinek ji wan Sadûqiyên* ku digotin vejîna* miriyan tune, hatin ji wî pirsîn û gotin:

28
«Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî zewicî be û ew bê zarok bimire, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê* ji birayê xwe re rake.›[b]

29
Îcar heft bira hebûn. Yê pêşî jinek anî û bê zarok mir.

30
Yê diduyan

31
û yê sisiyan jî ew jin stand û bi vî awayî her heftan zarok li pey xwe nehiştin û mirin.

32
Piştre jin jî mir.

33
Ma di Roja* Vejînê de ew jin wê bibe jina kîjanî ji van? Çimkî her heftan jî ew anîbû.»

34
Îsa jî ji wan re got: «Zarokên vê dinyayê jinê tînin û mêr dikin.

35
Lê ew ên ku hêja hatine dîtin ku bigihîjin wê dinyayê û vejîna miriyan, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin;

36
ew careke din nikarin bimirin, ew eynî wek milyaketan in; ew zarokên Xwedê ne, çimkî ew zarokên vejînê ne.

37
Mûsa jî da xuyakirin, ku mirî wê ji nû ve rabin. Ew di serhatiya deviyê de navê Xudan hildide û dibêje: ‹Xwedayê Birahîm*, Xwedayê Îshaq* û Xwedayê Aqûb*.›[c]

38
Îcar ew ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e, çimkî hemû ji wî re sax in.»

39
Hinekan ji Şerîetzanan bersîv dan û gotin: «Mamoste, te qenc got.»

40
Çimkî êdî wan qet nediwêrî, ku tiştekî ji wî bipirsin.

Pirsa Kurê Dawid 

41
Îcar Îsa ji wan re got: «Çawa dibêjin ku Mesîh kurê Dawid* e?

42
Çimkî Dawid bi xwe di kitêba Zebûrê de dibêje:
‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne,

43
Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›[d]

44
Loma, eger Dawid jê re dibêje Xudan, çawa ew dibe kurê Dawid?»

Şerîetzanên Durû 

45
Û çaxê tevahiya xelkê guhdariya wî dikir, wî ji şagirtên xwe re got:

46
«Hay ji wan Şerîetzanan hebinku dixwazin bi xiftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de xelk silavê bidin wan û di kinîştan* de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin.

47
Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin, duayên dirêj dikin. Dîwana wan wê hê girantir be.»

  1. a. 20:17 Ji: Zebûr 118:22
  2. b. 20:28 Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:5
  3. c. 20:37 Ji: Derketin 3:6
  4. d. 20:42-43 Ji: Zebûr 110:1