Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 4

Ceribandina Îsa 

1
Û Îsa bi Ruhê Pîroz tije ji Çemê Urdunê vegeriya. Ruh ew bir çolê

2
û ew çil rojî ji aliyê Îblîs* ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû.

3
Îblîs jê re got: «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ji vî kevirî re bêje, bila bibe nan.»

4
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.›[a] »

5
Îblîs ew derxist bilindahiyekê û di bîhnekê de wî hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan

6
û jê re got: «Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim.

7
Îcar, eger tu ji min re herî ser çokan, hemû wê bibin ên te.»

8
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize* Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›[b] »

9
Hingê Îblîs ew bir Orşelîmê*, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê.

10
Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike, da ku ew te biparêzin›

11
û ‹ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.›[c] »

12
Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan, Xwedayê xwe neceribîne.›[d] »

13
Û gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xilas kirin, ew wextekê jê dûr ket.

Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike 

14
Û Îsa bi hêza Ruhê Pîroz vegeriya Celîlê û li seranserê wî cihî nav û dengê wî belav bû.

15
Wî di kinîştên* wan de hîn dikir û hemûyan pesnê wî dida.

Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin 

16
Û ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja* Şemiyê ket kinîştê*, rabû ser xwe, da ku ji wan re bixwîne.

17
Kitêba Îşaya* pêxember dan wî. Gava wî nivîsara lihevpêçayî vekir, wî ew cih dît ku tê de weha hatibû nivîsîn:

18
«Ruhê Xudan li ser min e,
Çimkî wî ez mesh* kirime,
Da ez Mizgîniyê* bidim belengazan;
Wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê
Û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin,
Bindestan azad bikim

19
Û sala Xudan a keremê bidim naskirin.»[e]

20
Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê* de bûn, li wî diman.

21
Îcar wî dest pê kir û ji wan re got: «Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih.»

22
Û hemûyan ew erê kir û li wan gotinên wî yên merdane, yên ku ji devê wî derdiketin, şaş man û gotin: «Ma ev ne kurê Ûsiv e?»

23
Û wî ji wan re got: «Bêguman hûnê vê meselê ji min re bêjin: ‹Hekîmo*, de xwe bi xwe qenc bike! De ka wan hemû tiştên me bihîstine ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê, li bajarê xwe jî bike!›»

24
Hingê wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu pêxember bi dilê xelkên bajarê xwe tune.

25
Lê ez ya rast ji we re dibêjim: Di rojên Êlyas* pêxember de, çaxê ku ezman sê sal û şeş mehan hatibû girtin û di tevahiya welêt de xelayeke giran çêbûbû, gelek jinebî li welatê Îsraêlê hebûn.

26
Îcar Êlyas ji tu kesekî ji wan re nehat şandin, belê ji jinebiya ku li herêma Saydayê, li bajarê Sarêfatê dima re hat şandin.[f]

27
Û di dema Êlîşa* pêxember de gelek kotî* li welatê Îsraêlê hebûn û ji nav wan ji Nemanê* ji Sûriyê pê ve, kesekî din nehat paqijkirin.»[g]

28
Gava wan kesên di kinîştê de ev yek bihîst, hemû hêrs ketin

29
û rabûn ser xwe, Îsa ji bajêr derxistin derve, birin ser kendalê girê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî ji wê derê bavêjin xwarê.

30
Lê ew di nav wan re derbas bû û çû.

Mirovê bi Cinekî Nepak 

31
Îsa bi xwar ve dageriya Kefernahûmê, bajarekî Celîlê û wî di roja* Şemiyê de hîn kir.

32
Ew li hînkirina wî gelek şaş diman, çimkî ew bi desthilatî peyivî.

33
Di kinîştê* de mirovek hebû ku ruhê cinekî nepak pê re hebû. Wî bi dengekî bilind kir qîrîn û got:

34
«Ax, Îsayê Nisretî, ma te çi ji me ye? Ma tu hatiyî, da ku tu me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî, tu Pîrozê* Xwedê yî.»

35
Îsa lê hilat* û got: «Devê xwe bigire û ji wî derkeve!» Cin ew mirov di navendê de avêt erdê, ji wî derket û ziyanek nedayê.

36
Û hemû heyirî man û tirsiyan, ew di nav hev de peyivîn û gotin: «Gelo ev çi gotin e, çimkî ew bi hêz û desthilatî emir li ruhên nepak dike û ew derdikevin?»

37
Êdî nav û dengê wî li her cihê wê herêmê belav bû.

Qenckirina Gelek Nexweşan 

38
Hingê Îsa ji kinîştê derket û çû mala Şimûn*. Xesûya Şimûn tayeke giran girtibû û ji bo wê ji wî lava kirin.

39
Îcar ew raserî wê rawesta û li tayê hilat. Ta ji wê çû û ew di cih de rabû ser xwe û xizmeta wan kir.

40
Çaxê roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe yên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, anîn ba wî. Wî jî destên xwe danîn ser her yekî ji wan û ew qenc kirin.

41
Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê* Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.

Danasîna Mizgîniya Padîşahiya Xwedê li Seranserê Welêt 

42
Îcar gava bû roj, Îsa derket û çû cihekî ku bêpêjin bû. Elalet* jî lê digeriya û dihatin heta ba wî. Wan dixwest ku wî bigirin, da ku ew ji ba wan neçe.

43
Lê wî ji wan re got: «Divê ez Mizgîniya* Padîşahiya* Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin.»

44
Û wî di kinîştên Cihûstanê de hîn dikir.

  1. a. 4:4 Ji: Dubarekirina Şerîetê 8:3
  2. b. 4:8 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:13
  3. c. 4:10-11 Ji: Zebûr 91:11-12
  4. d. 4:12 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:16
  5. e. 4:18-19 Ji: Îşaya 61:1-2
  6. f. 4:25-26 Padîşah I, 17:8-16
  7. g. 4:27 Padîşah II, 5:1-14