Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 6

Pirsa Roja Şemiyê 

1
Rojeke Şemiyê, gava Îsa di nav dexlan re diçû, şagirtên* wî simbil diçinîn, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin.

2
Lê hinekan ji Fêrisiyan* ji wan re got: «Çima hûn tiştê ku roja* Şemiyê nabe, dikin?»

3
Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye, ku Dawid* çi kir gava ew û yên bi wî re birçî bûn?

4
Çawa ew ket Mala* Xwedê, nanê* pêşberiyê stand, xwar û da wan ên bi xwe re jî, ew nanê ku ji kahînan* pê ve çênabe ku kesek bixwe?»[a]

5
Û wî ji wan re got: «Kurê* Mirov Xudanê* roja Şemiyê ye.»

Îsa Roja Şemiyê Mirovekî Desthişk Qenc Dike 

6
Rojeke din a Şemiyê ew çû kinîştê* û hîn kir. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî yê rastê hişkbûyî bû.

7
Îcar çavên Şerîetzan* û Fêrisiyan* li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê nexweşiyan qenc bike. Çimkî ew li tiştekî digeriyan, da ku wî sûcdar bikin.

8
Lê wî dizanibû ku ew çi difikirin û ji wî zilamê ku destê wî hişkbûyî bû re got: «Rabe ser xwe û li navendê raweste.» Ew jî rabû ser xwe û rawesta.

9
Hingê Îsa ji wan re got: «Ez ji we dipirsim: Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an helakkirin cayîz e?»

10
Û wî li hemûyên hawirdora xwe nêrî û ji wî mirovî re got: «Destê xwe dirêj bike!» Wî jî wusa kir û destê wî qenc bû.

11
Lê ew bi carekê har bûn û bi hevdû şêwirîn, ka ew çi li Îsa bikin.

Hilbijartina Her Diwanzdeh Şandiyên Îsa 

12
Di wan rojan de Îsa çû çiyê, da ku dua bike. Wî tevahiya şevê bi duakirina li ber Xwedê derbas kir.

13
Û gava bû roj, wî gazî şagirtên* xwe kir û diwanzdeh ji wan hilbijartin. Wî ji wan re «Şandî»* got:

14
Ew jî ev bûn: Şimûn, yê ku wî navê Petrûs jî lê kiribû û birayê wî Endrawis, Aqûb* û Yûhenna*, Filîpos û Bertolomeyos,

15
Metta û Tûma, Aqûbê* Halfayos û Şimûn, yê ku jê re Welatparêz digotin,

16
Cihûdayê* kurê Aqûb û Cihûdayê* Îsxeryotî yê ku li Îsa xayîn derket.

Bihîstina Mizgîniyê û Daxwaza Qencbûnê 

17
Û ew bi wan re hat xwarê û li nav deştekê rawesta. Û li wir komeke mezin a ji şagirtên* wî û elaleteke mezin ji xelkê hebû. Ew ji seranserê Cihûstanê, ji Orşelîmê* û ji ber keviya deryayê, ji Sûr* û Saydayê hatibûn, da ku guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.

18
Yên ku ji ruhên nepak jî cefa dikişandin, dihatin qenckirin.

19
Û tevahiya elaletê dixebitî ku destê xwe li wî bidin, çimkî hêz ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.

Xwezîtî û Nexwezîtî 

20
Îcar Îsa çavên xwe ber bi şagirtên xwe ve hildan û got:
«Xwezî bi we belengazan,
Çimkî Padîşahiya* Xwedê ya we ye.

21
Xwezî bi we, hûn ên ku niha birçî ne,
Çimkî hûnê bên têrkirin.
Xwezî bi we, hûn ên ku niha digirîn,
Çimkî hûnê bikenin.[b]

22
Xwezî bi we, gava ku xelk di ber Kurê* Mirov de, ji we nefret bikin, we ji nav xwe derxin, we nizim bikin û navê we bi xerabî derxin.

23
Di wê rojê de şa bin û ji şahiyê bireqisin, çimkî xelata we li ezmên mezin e. Bav û kalên wan jî li pêxemberan wusa dikirin.

24
Lê belê wey li we dewlemendan,
Çimkî we handana xwe standiye.

25
Wey li we, hûn ên ku niha têr in,
Çimkî hûnê birçî bibin.
Wey li we, hûn ên ku niha dikenin,
Çimkî hûnê bikevin şîn û girînê.

26
«Wey li we be, gava ku hemû mirov bi qencî li ser we bipeyivin, çimkî bav û kalên wan jî bi pêxemberên derewîn wusa dikirin.

Ji Dijminên Xwe Hez Bikin 

27
«Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin.

28
Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin.

29
Yê ku sîleyeke li lama te bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek ebayê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bi dest ve berde.

30
Bide her kesê ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku ji te distîne, bi şûn de nexwaze.

31
Çawa hûn dixwazin ku xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin.

32
«Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Çimkî gunehkar jî ji wan ên ku ji wan hez dikin, hez dikin.

33
Û eger hûn qenciyê bi wan bikin, yên ku qenciyê bi we dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî wusa dikin.

34
Û eger hûn bi deyn bidin wan ên ku hûn bi hêvî ne ji wan bistînin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî bi deyn didin gunehkaran, da ku tiştê dayî bi şûn de bistînin.

35
Lê belê ji dijminên xwe hez bikin û qenciyê bikin. Bi deyn bidin û li hêviya vegerandinê nemînin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Yê Herî Berz. Çimkî ew ji nankoran û xeraban re qencîker e.

36
Dilbirehm bin, çawa ku Bavê* we jî dilbirehm e.

Li ser Dadbarkirinê 

37
«Dadbar* nekin, hûn jî nayên dadbarkirin; sûcdar dernexin, hûn jî sûcdar nayên derxistin; lê bibihûrin, wê li we jî bê bihûrtin.

38
Bidin, wê ji we re jî bê dan; bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî, wê bikeve pêşa we. Çimkî hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin.»

39
Û Îsa meselek jî ji wan re got: «Ma yê kor dikare rêberiya yê kor bike? Ma herdu jî nakevin çalê?

40
Şagirt* ne di ser mamostê xwe re ye; lê her yekê ku di hînbûna xwe de bigihîje, wê bibe wek mamostê xwe.

41
Û çima tu qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî?

42
An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Birawo, bihêle ku ez vî qirşikê di çavê te de derxim›, lê tu girşê di çavê xwe bi xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşî girş ji çavê xwe derxe, hingê tê zelal bibînî, ku qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.

Dar ji Fêkiyê Xwe Tê Naskirin 

43
«Ne dara qenc a ku berê xerab dide heye û ne jî dara xerab a ku berê qenc dide.

44
Her dar ji berê xwe tê naskirin; tu kes ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji diriyê tirî diçine.

45
Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştê qenc derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştê xerab derdixe, çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.

Hîmê Du Malan 

46
«Û çima hûn ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan*, Ya Xudan› û ew tiştên ku ez dibêjim, hûn nakin?

47
Ez nîşanî we bidim, ka her kesê ku tê ba min û peyvên* min dibihîze û wan tîne cih, wek kê ye:

48
Ew wek mirovekî ye ku xaniyek ava kir. Wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser latê danî. Gava lehî rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikaribûn xênî ji cih bilebitînin, çimkî ew saxlem hatibû avakirin.

49
Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»

  1. a. 6:4 Qanûna Kahîntiyê 24:9; Samûêl I, 21:1-6
  2. b. 6:21 Binêre: Yêremya 31:25; Zebûr 126:5-6