Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 8

Ew Jinên ku li pey Îsa Diçûn 

1
Piştî demekê Îsa di bajar û gundan re digeriya, hîn dikir û Mizgîniya* Padîşahiya* Xwedê dida. Her diwanzdeh jî pê re bûn.

2
Herweha hin jinên ku ji ruhên xerab û nexweşiyan hatibûn qenckirin bi wan re bûn: Meryema* ku jê re Mejdelanî digotin a ku heft cin jê derketibûn,

3
û Yohana jina Xûzayê şahneyê* mala Hêrodês* û Sosin û gelekên din ku bi malê xwe alîkariya wan dikirin.

Mesela Erdê Qenc û Neqenc 

4
Û gava elaleteke mezin ji xelkê ji her bajarî li ba Îsa civiya, wî meselek ji wan re got:

5
«Cotkar derket, da ku here tovê xwe biçîne. Çaxê wî tovê xwe direşand, hinek ket tenişta rê. Xelkê pê lê kir û teyrên ezmanan ew xwarin.

6
Û hinek jê ket ser erdê kevirî û şîn bû, lê zû hişk bû, ji ber ku ew bê rewa bû.

7
Hinek ket nav stiriyan, stirî jî pê re şîn bûn û ew fetisandin.

8
Hin jî ket ser erdekî qenc, şîn bû û berê wî sed tovî bû.»
Piştî van gotinan Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze!»

Armanca Meselan 

9
Şagirtên* wî jê pirsîn: «Ka maneya vê meselê çi ye?»

10
Wî jî got: «Zanîna sirên Padîşahiya Xwedê ji we re hatiye dayîn, lê ji yên din re bi meselan tê gotin, da ku ‹ew binêrin, lê nebînin û bibihîzin, lê fêm nekin.›[a] »

Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc 

11
«Maneya vê meselê jî ev e: Tov peyva Xwedê ye.

12
Tovê ku ket tenişta rê ew in ku dibihîzin, lê Îblîs* tê û wê ji dilê wan derdixe, da ku ew baweriyê* neynin û xilas nebin.

13
Yên ser erdê kevirî ew in ku çaxê gotina Xwedê dibihîzin, wê bi dilxweşî qebûl dikin; lê ew bê ra* ne, baweriya wan heta bi demekê ye û di wextê ceribandinê de ew ji rê derdikevin.

14
«Yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in, yên ku dibihîzin û diçin, bi xem, dewlemendî û kêfên vê dinyayê difetisin û berê gihîştî nadin.

15
Lê yên di nav erdê qenc de ew in ku peyva Xwedê dibihîzin, bi dilekî pak û durust di dilê xwe de hiltînin û bi bîhna fireh ber didin.

Çira Nayê Nixumandin 

16
«Tu kes qendîlê pênaxe û bi firaxekê nanixumîne, an jî wê naxe bin nivînan. Lê belê ew wê datîne ser şamdankê, da yên ku bên hundir, ronahiyê bibînin.

17
Çimkî tiştekî veşartî tune ku neyê eşkerekirin û ne jî tiştekî nixumandî heye ku neyê zanîn û nekeve ber ronahiyê.

18
Loma hay ji xwe hebin ku hûn çawa guhdarî dikin, çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bêtir bê dayîn û yê ku pê re tune, tiştê ku ew yê xwe guman dike jî, wê ji wî bê standin.»

Dê û Birayên Îsa 

19
Hingê dê û birayên Îsa hatin ba wî, lê ji ber elaletê wan nikaribû ku xwe bigihînin wî.

20
Û jê re gotin: «Diya te û birayên te li derve ne û dixwazin te bibînin.»

21
Lê wî li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min ew in ên ku peyva Xwedê dibihîzin û dikin.»

Îsa Bagerê Radiwestîne 

22
Rojekê ji rojan ew bi şagirtên* xwe ve ket qeyikekê û ji wan re got: «Werin, em herin aliyê din ê golê.» Û bi rê ketin.

23
Gava ew bi qeyikê diçûn, ew bi xew ve çû. Hingê bagerek li golê rabû, av diket qeyikê û ew ketin talûkê.

24
Û şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Hosta, ya Hosta, em helak dibin!» Ew jî rabû û li ba û pêlên avê hilat*. Êdî bager rawesta û dinya bê deng bû.

25
Hingê wî ji wan re got: «Kanî baweriya we?» Ew tirsiyan, şaş man û ji hev re gotin: «Ma ev kî ye ku li ba û avê emir dike û ew bi ya wî dikin?»

Îsa Yekî Cinoyî li Girasînê Qenc Dike 

26
Ew çûn herêma Girasîniyan a ya ku diket pêşberî Celîlê.

27
Gava ew derket ser bejê, mirovek ji wî bajarî rastî wî hat ku bi cinan ketibû. Wî ji mêj ve cil li xwe nedikirin û li malê nedima. Ew li nav goristanan dima.

28
Gava wî Îsa dît, kir qîrîn û xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: «Ma te çi ji min e, ya Îsa, Kurê* Xwedayê Herî Berz? Ez lava ji te dikim, min nede ezabê.»

29
Çimkî Îsa emir li ruhê nepak kiribû, ku ji wî mirovî derkeve. Wî cinî pirr caran ew digirt. Bi ser ku ew bi qeyd û zincîran girêdayî dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişikandin û cin ew diajot çol û çolistanan.

30
Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Wî got: «Lejyon*», ji ber ku gelek cin ketibûn wî.

31
Cinan ji Îsa lavlav kir, da ku ew emir li wan neke, ku ew herin kortala* bêbinî.

32
Li wê derê garaneke mezin a berazan li pala çiyê diçêrî. Cinan jê lava kir, ku ew destûrê bide wan, da ku ew bikevin wan berazan. Wî jî destûr da wan.

33
Îcar cin ji wî mirovî derketin û ketin berazan, garan jî çû û xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî.

34
Çaxê gavanan dît ku çi çêbû, ew reviyan û ev xeber li nav bajêr û gundan belav kirin.

35
Îcar xelk derketin, da ku bibînin, ka çi çêbûbû. Ew hatin ba Îsa û ew mirovê ku cin jê derketibûn, bi cil û li ser hişê xwe li ber lingên Îsa rûniştî dîtin û tirsiyan.

36
Yên ku ev tişt dîtibûn, ji wan re gotin, ka çawa yê cinoyî* hat qenckirin.

37
Hingê tevahiya xelkê ji hawirdora Girasînê ji Îsa xwestin ku ew ji nav wan here, çimkî tirseke mezin ketibû dilê wan. Îsa jî ket qeyikê û vegeriya.

38
Lê ew zilamê ku cin ji wî derketibûn, lava ji Îsa kir, da ku ew li ba wî bimîne. Lê Îsa ew rêkir û jê re got:

39
«Vegere mala xwe û eva ku Xwedê ji bo te kiriye, bêje.» Ew jî çû û li nav tevahiya bajêr got ku Îsa çi ji wî re kiriye.

Qencbûna Jinikê û Vejîna Keçikê 

40
Gava Îsa vegeriya, elaletê ew qebûl kir, çimkî hemû li hêviya wî bûn.

41
Û serwerekî kinîştê hat, ku navê wî Yayîros bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir, ku ew pê re here mala wî.

42
Çimkî keçeke wî ya yekta hebû ku nêzîkî diwanzdeh salî bû û li ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, elalet bi ser wî de dizêriya.

43
Û jineke ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû û her tiştên ku wê abora xwe pê dikir jî, dabû hekîman* û kesekî nikaribû wê qenc bike,

44
ji pişt ve hat û destê xwe li rêşiyên* kirasê Îsa da. Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya.

45
Îsa pirsî: «Ew kî bû ku destê xwe li min da?» Gava hemûyan înkar kir, Petrûs* got: «Hosta, elalet li te tê hev û li te teng dikin.»

46
Lê Îsa got: «Yekî destê xwe li min da; ez pê hesiyam, ku hêz ji min derket.»

47
Gava jinikê dît ku ew veşartî nema, ew lerizî, hat û li ber wî xwe avêt erdê û li pêş tevahiya xelkê got ku wê ji ber çi destê xwe li wî da û çawa ew di cih de qenc bû.

48
Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. De îcar bi silamet here.»

49
Hê Îsa dipeyivî, yek ji mala serdarê kinîştê hat û got: «Keça te mir. Êdî mamoste newestîne.»

50
Gava Îsa ev bihîst, lê vegerand û got: «Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!»

51
Gava ew hat xênî, wî nehişt ku ji bilî Petrûs*, Yûhenna*, Aqûb* û dê û bavê keçikê kes bi wî re derbas bibe.

52
Hemû li ser wê digirîn û şîn digirtin. Lê belê Îsa ji wan re got: «Negirîn, ew nemiriye, lê ew di xew de ye.»

53
Ew pê kenîn, çimkî wan dizanibû ku keçik miriye.

54
Wî rahişt destê wê, gazî wê kir û got: «Keçikê, rabe ser xwe!»

55
Îcar ruhê wê lê vegeriya û ew di cih de rabû ser xwe. Û Îsa emir kir, ku tiştekî xwarinê bidinê.

56
Dê û bavê wê heyirî man. Wî tembîh li wan kir, ku ew ji kesekî re nebêjin, ka çi çêbûye.

  1. a. 8:10 Ji: Îşaya 6:9