Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa Beşa 9

Îsa Her Diwanzdeh Şagirtên Xwe Dişîne 

1
Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe civandin, li ser hemû cinan û ji bo qenckirina nexweşiyan hêz û desthilatî da wan.

2
Wî ew şandin, da ku ew Padîşahiya Xwedê bidin bihîstin û nexweşan qenc bikin

3
û ji wan re got: «Tiştekî ji bo rê bi xwe re nebin, ne dar, ne tûr, ne nan, ne pere û ne jî du kiras.

4
Û xaniyê ku hûn bikevinê, li wir bimînin û ji wir bidin rê.

5
Û li her dera ku ew we qebûl nekin, ji wî bajarî derkevin û toza lingên xwe biweşînin, da ku ji bo wan bibe şahidî.»

6
Şagirt derketin û gund bi gund geriyan. Wan Mizgînî* dida û li her derê nexweş qenc dikirin.

Hêrodêsê Mîr Şaş Dimîne 

7
Û Mîr Hêrodês* her tiştê ku çêbûbû, bihîst û şaş ma, çimkî hinan digot ku Yûhenna* ji nav miriyan rabûye;

8
hinekên din digot ku Êlyas* xuya bûye û hinan jî digot ku yek ji pêxemberên berê ji nû ve rabûye.

9
Hingê Hêrodês got: «Min serê Yûhenna da birrîn. Lê gelo, evê ku ez van tiştan li ser dibihîzim, kî ye?» Û dixebitî, ku wî bibîne.

Îsa Pênc Hezar Mirovan bi Pênc Nan û Du Masiyan Têr Dike 

10
Gava ku Şandî* vegeriyan, ji Îsa re her tiştê ku kiribûn, gotin. Wî ew bi xwe re birin û bi serê xwe çûn nêzîkî bajarekî bi navê Beytsayda.

11
Îcar gava elaletê ev bihîst, ew li pey wî çûn. Wî ew qebûl kirin û ji wan re li ser Padîşahiya Xwedê peyivî. Wî yên hewcedarê saxbûnê, qenc dikirin.

12
Çaxê ku roj li ber ava bû, her diwanzdeh hatin û jê re gotin: «Elaletê berde, da ku ew herin gundên hawirdor û nav malan, xwarin û cihê razanê ji xwe re bibînin, çimkî em li vir li cihekî bêpêjin in.»

13
Lê wî ji wan re got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Wan lê vegerand û gotin: «Ji pênc nan û du masiyan pê ve, tiştekî me tune. Wekî din divê em herin û ji tevahiya vê elaletê re xwarinê bikirrin.»

14
Çimkî ew nêzîkî pênc hezar mêr bûn. Îcar Îsa ji şagirtên xwe re got: «Wan kom bi kom, di her yekê de li dor pêncî, bidin rûniştin.»

15
Şagirtan jî wusa kir û hemû dan rûniştin.

16
Û wî rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan deynin ber elaletê.

17
Wan xwar û hemû têr bûn û hê diwanzdeh selikên ji pariyên hûrbûyî yên ku ji ber wan mabûn, dan hev.

Îsa Kî Ye? 

18
Carekê, gava wî bi tenê dua dikir, şagirtên wî li ba wî bûn û wî ji wan pirsî û got: «Li gor gotina xelkê ez kî me?»

19
Wan lê vegerand û gotin: «Hin dibêjin Yûhennayê* imadkar e, hinek dibêjin Êlyas* e û hinekên din jî dibêjin ku yek ji pêxemberên berê rabûye.»

Şahidiya Petrûs a li ser Îsa 

20
Hingê wî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs lê vegerand û got: «Tu Mesîhê* Xwedê yî!»

21
Îsa jî tembîh li wan kir û hişk emir da wan, ku ew vê yekê ji kesekî re nebêjin.

22
Wî got: «Divê Kurê* Mirov gelek cefayê bikişîne û ji aliyê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan* ve bê redkirin û kuştin û roja sisiyan rabe.»

23
Û wî ji hemûyan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila ew xwe înkar bike, her roj rahêje xaça xwe û li pey min bê.

24
Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê xilas bike.

25
Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê ew xwe bi xwe winda bike, an ziyaneke mezin bigihîne xwe, çi feyda wî heye?

26
Û kî ku ji ber min û gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî gava ku bi rûmeta xwe, ya Bavê* xwe û ya milyaketên pîroz ve bê, wê ji ber wî kesî şerm bike.

27
Ez rast ji we re dibêjim, hin ji wan kesên ku li vir radiwestin, heta ku ew Padîşahiya Xwedê nebînin, ew mirinê qet tam nakin.»

Şagirt Îsa di Şewq û Rûmeta Wî de Dibînin 

28
Nêzîkî heşt rojan piştî van gotinan, wî Petrûs, Yûhenna û Aqûb bi xwe re birin û hilkişiya ser çiyê, da ku dua bike.

29
Û gava ku wî dua dikir, xuyabûna rûyê wî hat guhertin, cilên wî spî bûn û şewq dan.

30
Û va ye, du zilam pê re dipeyivîn. Ew Mûsa* û Êlyas* bûn.

31
Ew di nav rûmetê de xuya bûbûn û li ser mirina wî ya ku wê li Orşelîmê biçûya serî, dipeyivîn.

32
Petrûs û yên pê re ketibûn xewa giran; gava ew qenc hişyar bûn, wan rûmeta wî û herdu zilamên pê re rawestayî dîtin.

33
Û çaxê ew ji wî veqetiyan, Petrûs ji Îsa re got: «Ya Hosta, qenc e ku em li vir in. Ka em sê holikan çêkin, yek ji te re, yek ji Mûsa re û yek jî ji Êlyas re.» Lê wî nizanibû ku ew çi dibêje.

34
Îcar hê ew wusa dipeyivî, ewrek hat û li ser wan kir sî. Çaxê ew ketin nav ewr, tirsiyan.

35
Û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê bijartî! Guhdariya wî bikin!»

36
Gava ku deng sekinî, Îsa tenê ma. Û wan devê xwe girt û di wan rojan de ji tiştê ku dîtibûn ji kesekî re tiştek negotin.

Îsa Cinê Nepak ji Kurikekî Derdixe 

37
Dotira rojê, gava ew ji çiyê hatin xwarê, elaleteke mezin ber bi wî ve hat.

38
Zilamekî ji nav elaletê bi dengekî bilind bang kir û got: «Mamoste, ez lava ji te dikim, bi çavê rehmê li kurê min binêre. Ew yê min ê yekta ye.

39
Cinek wî digire, kur ji nişkê ve dike qîrîn û cin wî ji hev vedihejîne, heta kef bi ser devê wî dikeve, wî bi şid dipelixîne û zû bi zû ji wî venaqete.

40
Min lava ji şagirtên te kir, da ku ew wî derxin, lê wan nikaribû.»

41
Îsa lê vegerand û got: «Hey nifşê* bêbawer û jirêderketî, ma ezê heta kengê bi we re bim û li we sebir bikim? Ka kurê xwe bîne vir!»

42
Lê hê ew di rê de, cin ew avêt erdê û ji hev vehejand. Û Îsa li ruhê nepak hilat, kurik qenc kir û ew li bavê wî vegerand.

43
Îcar ew hemû li mezinahiya Xwedê gelek şaş diman.
Gava hê hemû li tiştên ku Îsa kiribûn gelek şaş diman, wî ji şagirtên xwe re got:

Îsa Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dipeyive 

44
«Van gotinan bixin guhên xwe: Kurê Mirov wê bikeve nav destên mirovan.»

45
Lê wan ev gotin fêm nekir. Ew ji wan veşartî bû, da ku ew tênegihîjin. Û ew ditirsiyan ku li ser vê gotinê jê bipirsin.

Yê Mezin Kî Ye? 

46
Û devjenî ket nav wan, ka di nav wan de yê herî mezin kî ye.

47
Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî, zarokek anî, li tenişta xwe danî

48
û ji wan re got: «Kî ku vê zarokê bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û kî ku min qebûl bike, yê ku ez şandime qebûl dike. Çimkî yê ku di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e.»

Yê ku ne li Dijî We Ye, ji Aliyê We Ye 

49
Yûhenna jê re got: «Ya Hosta, me mirovek dît, bi navê te cin derdixistin, lê me nehişt, çimkî ew bi me re li pey te nayê.»

50
Îsa jê re got: «Rê lê negirin, ji ber ku yê ne li dijî we ye, ew ji aliyê we ye.»

Gundekî Sameriyan Îsa Qebûl Nake 

51
Çaxê rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, Îsa berê xwe da Orşelîmê, da ku here wê derê.

52
Îcar wî qasid li pêşiya xwe şandin. Ew çûn gundekî Sameriyan*, da ku amadekariyê jê re bikin.

53
Lê wan ew qebûl nekir, ji ber ku wî berê xwe dabû Orşelîmê.

54
Îcar gava şagirtên wî Aqûb û Yûhenna ev yek dîtin, gotin: «Ya Xudan, tu dixwazî, ku em emir bikin, da ku agir ji ezmên bibare û wan helak bike?»[a]

55
Lê ew zivirî û li wan hilat.

56
Piştre ew çûn gundekî din.

Şertên Çûna li pey Îsa Çi Ne? 

57
Çaxê ew rêve diçûn, yekî jê re got: «Tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.»

58
Îsa jê re got: «Kunên roviyan û hêlînên teyrên ezmanan hene, lê cihek tune ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.»

59
Wî ji yekî din re got: «Li pey min were!» Lê wî got: «Ezbenî, destûrê bide min, ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.»

60
Îsa jê re got: «Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin, heçî tu yî, tu here û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bide!»

61
Yekî din jî got: «Ya Xudan, ezê li pey te bêm, lê pêşî destûrê bide min, ku ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim.»

62
Îsa jê re got: «Çi kesê ku destê xwe deyne ser halet û paş ve binêre, ew ne hêjayî Padîşahiya Xwedê ye.»

  1. a. 9:54 Padîşah II, 1:9-16