Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos Beşa 1

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Marqos 1

Danezana Yûhennayê Imadkar 

1
Ev destpêka Mizgîniya* Îsa Mesîhê Kurê* Xwedê ye.

2
Di nivîsara Îşaya* pêxember de weha hatiye nivîsîn:
«Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim.
Ewê riya te amade bike.[a]

3
‹Dengek li çolê gazî dike:
Riya Xudan* amade bikin,
Şiveriyên wî sererast bikin!›[b] »

4
Û Yûhennayê* imadkar li çolê derket meydanê, mirov hîn dikirin ku tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin û ew bên imadkirin*.

5
Hemû xelkê Cihûstanê* û tevahiya Orşelîmiyan* dihatin ba wî, gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.

6
Yûhenna cilekî ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî jî qayîşeke çermîn hebû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin.

7
Wî dida bihîstin û digot: «Yê ku piştî min tê, ji min hêzdartir e û ez ne hêja me ku xwe bitewînim û benên çaroxa wî jî vekim.

8
Min hûn bi avê imad kirin, lê ewê we bi Ruhê* Pîroz imad bike.»

Imadbûn û Ceribandina Îsa 

9
Îcar wan rojan Îsa* ji bajarê Nisreta Celîlê* hat û bi destê Yûhenna di Çemê Urdunê de imad bû.

10
Îsa ji avê derket derneket, dît ku ezman qelişî û Ruh* wek kevokekê li ser wî danî.

11
Û dengek ji ezmanan hat: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»

12
Di cih de Ruh, berê Îsa da çolê,

13
ew çil rojî li çolê ma û ji aliyê Îblîs* ve hat ceribandin. Ew bi heywanên çolê re ma û milyaketan jê re xizmet dikir.

Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike 

14
Piştî girtina Yûhenna, Îsa hat herêma Celîlê* û dest bi dayîna Mizgîniya* Xwedê kir

15
û got: «Wext hat, Padîşahiya* Xwedê nêzîk bûye; tobe bikin û baweriya* xwe bi Mizgîniyê bînin!»

Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike 

16
Gava ku Îsa di perê Gola Celîlê re diçû, Şimûn* û birayê wî Endrawis dîtin. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn.

17
Îsa ji wan re got: «Li pey min werin, ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.»

18
Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.

19
Dema ku Îsa ji wê derê hinekî pêşve çû, kurên Zebedî, Aqûb* û birayê wî Yûhenna* dîtin. Wan di qeyikê de torên xwe vediçinîn.

20
Îsa ew dîtin nedîtin gazî wan kir, wan jî bavê xwe bi karkeran re di qeyikê de hişt û li pey wî çûn.

Îsa Ruhê Nepak Derdixe 

21
Îcar ew gihîştin Kefernahûmê. Roja* Şemiyê hat û nehat, Îsa çû kinîştê* û dest bi hînkirinê kir.

22
Ew jî li hînkirina wî gelek şaş man. Çimkî wî ne wek Şerîetzanan*, lê bi desthilatî hînî wan dikir.

23
Hema hingê di kinîşta wan de mirovek hebû ku ruhê nepak ew girtibû. Wî bi qîrîn got:

24
«Ya Îsayê Nisretî, te çi ji me ye? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê* Xwedê yî!»

25
Îsa lê hilat* û got: «Deng neke û derkeve!»

26
Ruhê nepak jî ew vehejand û bi dengekî bilind qîriya û jê derket.

27
Hemû heyirîn, ji hev pirsîn û gotin: «Ev çi kar e? Hînkirineke nû! Bi desthilatî ew emir li ruhên nepak dike û ew jî bi ya wî dikin.»

28
Û nav û dengê Îsa zûka li hawirdora Celîlê*, li her cihî belav bû.

Îsa Gelek Nexweşan Qenc Dike 

29
Îsa ji kinîştê* derket derneket, bi Aqûb* û Yûhenna* re çû mala Şimûn* û Endrawis.

30
Xesûya Şimûn bi tayêketî radiza. Di cih de ji bo wê, ji Îsa re gotin.

31
Ew jî çû ba wê, bi destê wê girt û rakir. Tayê ew berda û jinikê ji wan re xizmet kir.

32
Êvarê, piştî ku roj çû ava, xelkê hemû nexweş û yên cinoyî* anîn ba wî.

33
Hemû xelkê bajêr li ber derî civiyabû.

34
Îsa gelek kesên bi nexweşiyên cûr bi cûr qenc kirin, gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin gotinekê bêjin. Çimkî wan dizanibû ku ew kî ye.

Îsa Mizgîniya Xwedê di Celîlê de Belav Dike 

35
Bi berbangê re, serê sibê zû Îsa rabû û derket, çû cihekî bêpêjin û li wir dua kir.

36
Şimûn û yên bi wî re, li Îsa geriyan

37
û gava ku wan ew dît, jê re gotin: «Her kes li te digere.»

38
Wî ji wan re got: «Em herin cihêkî din, nav bajarên nêzîk, da ku ez li wan deran jî hîn bikim, çimkî ez ji bo vê yekê hatime.»

39
Îcar ew li hemû herêma Celîlê* digeriya û di kinîştên* wan de hîn dikir û cin derdixistin.

Îsa Yekî Kotî Paqij û Qenc Dike 

40
Û kotiyek* hat, li ber Îsa çû ser çokan, lava kir û got: «Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.»

41
Dilê Îsa pê şewitî, destê xwe dirêj kir, li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!»

42
Û di cih de kotîbûn jê çû û ew paqij bû.

43
Îsa bi hişkî tembîh li wî kir, di cih de ew ji ba xwe rêkir

44
û ji wî re got: «Binêre! Ji kesî re tiştekî nebêje. Lê here, xwe nîşanî kahîn* bide û tiştê ku Mûsa* emir kiriye, pêşkêş bike, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.»

45
Lê ew derket, dest pê kir, bi eşkereyî peyivî û ev gotin belav kir, wusa ku Îsa êdî nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, lê li derve, li cihên bêpêjin dima. Û xelk ji her aliyî ve dihatin ba wî.

  1. a. 1:2 Ji: Melaxî 3:1
  2. b. 1:3 Ji: Îşaya 40:3