Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos Beşa 10

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Marqos 10

Pirsa Jinberdanê 

1
Îsa ji wir rabû, hat herêma Cihûstanê û derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû. Careke din elaletek li dora wî civiya û wî, wek adeta xwe dîsa ew hîn dikirin.

2
Ji Fêrisiyan hinek nêzîkî wî bûn û ji bo ku biceribînin jê pirsîn: «Ma dibe ku zilamek jina xwe berde?»

3
Îsa bersîva wan da û got: «Mûsa çi emir da we?»

4
Wan jî got: «Mûsa destûr da, ku mêr kaxeza jinberdanê binivîse û jinê berde.»[a]

5
Lê Îsa ji wan re got: «Ji ber serhişkiya we Mûsa ev emir ji we re nivîsî.

6
Lê di destpêka afirandinê de Xwedê ew ‹nêr û mê afirandin›.[b]

7
‹Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek

8
û herdu jî wê bibin bedenek.›[c] Wusa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in.

9
Ji bo vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin.»

10
Gava ew li malê bûn, şagirtan dîsa li ser vê meselê ji wî pirsîn.

11
Îsa ji wan re got: «Kî ku jina xwe berde û bi yeke din re bizewice, li hember wê zînayê dike.

12
Û eger jin jî mêrê xwe berde û bi yekî din re bizewice, zînayê dike.»

Îsa Zarokan Pîroz Dike 

13
Îcar zarok dianîn ba Îsa ku destê xwe deyne ser wan, lê şagirtan li yên ku ew dianîn hilat.

14
Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs bû û ji wan re got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min; pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.

15
Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»

16
Hingê zarok himbêz kirin, destên xwe danîn ser wan û ew pîroz kirin.

Xortê Dewlemend li Jiyana Herheyî Digere 

17
Gava Îsa bi riya xwe ve diçû, yek bezî ba wî, li ber wî çû ser çokan û jê pirsî: «Mamosteyê qenc, ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»

18
Îsa ji wî re got: «Tu çima ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kes qenc tune.

19
Tu bi emran dizanî: ‹Nekuje!›, ‹Zînayê neke!›, ‹Nedize!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›, ‹Heqê kesî nexwe!›, ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!›[d] »

20
Wî jî got: «Mamoste, ji xortaniya xwe heta niha, min ev tişt hemû pêk anîne.»

21
Îsa lê nêrî, jê hez kir û ji wî re got: «Hê jî kêmahiyeke te heye. Here, çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmên xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»

22
Li ser vê gotinê reng li wî nema û ew bi xemgînî çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.

23
Îsa li dora xwe nêrî û ji şagirtên xwe re got: «Çiqas zehmet e ku kesên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê!»

24
Şagirt li van gotinên wî ecêbmayî man, lê Îsa careke din got: «Zarono! Ketina Padîşahiya Xwedê çiqas zehmet e!

25
Derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.»

26
Şagirt gelek şaş man û ji hev re gotin: «Eger wusa ye, kî dikare xilas bibe?»

27
Îsa li wan nêrî û got: «Li ba mirovan ev nabe, lê ne li ba Xwedê, çimkî li ba Xwedê her tişt dibe.»

28
Hingê Petrûs dest pê kir û jê re got: «Va ye, me her tişt hiştine û em li pey te hatine.»

29
Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber min de û di ber Mizgîniyê de mal, an bira, an xwişk, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe hiştibe

30
û li vê dinyayê sed qatî xanî, bira, xwişk, dê, zarok û zeviyan nestîne û pê re cefayê jî nekişîne û di dinya din de nekeve jiyana herheyî.

31
Lê gelek ên pêşî wê bibin ên paşî û yên paşî wê bibin ên pêşî.»

Îsa Cara Sisiyan li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje 

32
Îcar ew li ser rê bûn û hildikişiyan Orşelîmê*. Ew li pêşiya wan diçû, şagirt ecêbmayî diman û ew kesên li paş dihatin ditirsiyan. Îsa dîsa her diwanzdeh kişandin aliyekî û dest pê kir ew tiştên ku wê bihatana serê wî ji wan re got:

33
«Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê dayîn destê serekên kahînan* û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li ser wî bidin û wî bidin destê miletan.

34
Ewê tinazên xwe bi wî bikin, tif bikinê, bidin ber qamçiyan û wî bikujin. Û piştî sê rojan ewê ji nav miriyan rabe.»

Xwestina Aqûb û Yûhenna 

35
Hingê kurên Zebedî Aqûb* û Yûhenna nêzîkî Îsa bûn û jê re gotin: «Mamoste, me divê ku em her çi ji te bixwazin, tu ji bo me bikî.»

36
Wî jî ji wan pirsî: «Hûn dixwazin ku ez ji bo we çi bikim?»

37
Wan jê re got: «Destûra me bide ku di rûmeta te de yek ji me li milê te yê rastê, yê din jî li milê te yê çepê rûne.»

38
Îsa ji wan re got: «Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin? An jî bi wê imada ku ezê pê bêm imadkirin*, imad bibin?»

39
Wan jî got: «Em dikarin.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî hûnê ji wê kasa ku ezê vexwim, vexwin û bi imada ku ezê pê bêm imadkirin, imad bibin,

40
lê rûnandina li milê min ê rastê û çepê ne di destê min de ye. Ev bi tenê ji bo wan e ku ji wan re hatiye amadekirin.»

41
Gava ku her deh şagirtan ev yek bihîst, li Aqûb û Yûhenna hêrs bûn.

42
Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û got: «Hûn dizanin ên ku di nav miletan de serek tên dîtin, serdestiyê li wan dikin û giregirên wan jî li ser wan hukumdariyê dikin.

43
«Lê di nav we de, ne weha ye. Di nav we de, kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we.

44
Û di nav we de kî ku bixwaze bibe yê pêşî, divê bibe xulamê hemûyan.

45
Çimkî Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide.»

Îsa Parsekekî Kor Qenc Dike 

46
Hingê ew hatin bajarê Erîhayê. Gava Îsa bi şagirtên xwe ve û bi elaleteke mezin ve ji bajêr derket, mirovekî kor, Bar-Tîmeyos, yanî Kurê-Tîmeyos, li tenişta rê rûniştibû û pars dikir.

47
Gava bihîst ku Îsayê Nisretî derbas dibe, dest pê kir, kir qîrîn û got: «Ya Îsayê Kurê* Dawid, li min were rehmê!»

48
Gelekan li wî hilat, da ku dengê xwe bibire, lê ew hê bêtir qîriya û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!»

49
Îsa rawesta û got: «Gazî wî bikin.» Wan jî gazî mirovê kor kir û gotin: «Çavê te rohnî be! Rabe ser xwe, gazî te dike.»

50
Wî jî ebayê xwe avêt, xwe hilavêt û hat ba Îsa.

51
Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?» Yê kor jê re got: «Mamoste, ez dixwazim bibînim!»

52
Îsa jî jê re got: «Here, baweriya te tu xilas kirî.» Û di cih de wî dît, ket rê û li pey Îsa çû.

  1. a. 10:4 Ji: Dubarekirina Şerîetê 24:1-3
  2. b. 10:6 Ji: Destpêkirin 1:27; 5:2
  3. c. 10:7-8 Ji: Destpêkirin 2:24
  4. d. 10:19 Ji: Derketin 20:12-16; Dubarekirina Şerîetê 5:16-20