Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos Beşa 11

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Marqos 11

Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê 

1
Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û di Çiyayê Zeytûnê re gihîştin Beytfacê û Beytanyayê, Îsa du şagirtên xwe şandin

2
û ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe. Hema gava hûn bikevinê, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin.

3
Û eger kesek ji we bipirse û bêje: ‹Çima hûn vê yekê dikin?›, bêjin: ‹Ji Xudan re lazim e û ewê wê zû bi şûn de bişîne.›»

4
Şagirt çûn û li ber deriyê aliyê kuçeyê, dehşikeke girêdayî dîtin. Gava ew vedikirin,

5
hinek kesên ku li wir rawesta bûn pirsîn: «Hûn çi dikin? Hûn çima wê dehşikê vedikin?»

6
Şagirtan wek ku Îsa ji wan re gotibû, bersîv dan. Û mirovan dev ji wan berda.

7
Dehşik ji Îsa re anîn, cilên xwe avêtin ser wê û ew li wê siwar bû.

8
Gelek mirovan cilên xwe li ser rê raxistin; hinekan jî çiqilên ku ji zeviyan birrîbûn li ser rê raxistin.

9
Yên li pêşiyê diçûn û yên li pey dihatin diqîriyan:
«Hosanna*!
Yê ku bi navê Xudan tê pîroz* be.

10
Padîşahiya bavê me Dawid* a ku tê, pîroz be.
Li bilindahiyan Hosanna!»[a]

11
Îsa ket Orşelîmê, çû Perestgehê*. Çav li her tiştî gerand, lê ji ber ku wext bûbû êvar, bi diwanzdehan ve çû Beytanyayê.

Dara Hêjîrê 

12
Dotira rojê, gava ew ji Beytanyayê derdiketin, Îsa birçî bû.

13
Ji dûr ve dareke hêjîrê ya bi pel dît, ber bi wê ve çû, ka ewê tiştekî pê ve bibîne. Gava gihîşt ba wê, ji pelan pê ve tiştek nedît. Çimkî ne dema hêjîran bû.

14
Wî ji darê re got: «Bila êdî tu kes tu caran ji te fêkî nexwe.» Şagirtên wî jî ev gotin bihîstin.

Îsa Perestgehê Paqij Dike 

15
Û ew hatin Orşelîmê. Îsa ket Perestgehê* û dest pê kir ew kesên ku di Perestgehê de kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin

16
û nehişt ku tu kes tiştekî di Perestgehê re derbas bike.

17
Wî hînî wan kir û got: «Ma nehatiye nivîsîn ku ‹Wê ji mala min re mala duayê ya ji bo hemû miletan bê gotin›. Lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran›[b]

18
Serekên kahînan û Şerîetzanan* ev bihîstin û dest pê kirin li riyên kuştina wî geriyan. Ew ji wî ditirsiyan, çimkî tevahiya elaletê li hînkirina* wî gelek şaş dima.

19
Gava ku bû êvar, ew ji bajêr derketin.

Ji Dara Hêjîrê Dersgirtin 

20
Serê sibê, gava ew di rê de derbas dibûn, dîtin ku dara hêjîrê ji rayê* xwe ve hişk bûye.

21
Hat bîra Petrûs û wî ji Îsa re got: «Mamoste, binêre, dara hêjîrê ya ku te nifir lê kiribû hişk bûye.»

22
Îsa bersîva wan da û got: «Baweriya we bila bi Xwedê hebe.

23
Bi rastî, ez ji we re dibêjim, Kî ku ji vî çiyayî re bêje: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› û di dilê xwe de nekeve şikê, lê bawer bike ku daxwaza wî wê bê cih, tiştê ku bixwaze wê jê re bibe.

24
Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Her tiştê ku hûn bi duakirinê bixwazin, bawer bikin ku we standiye û wê ji we re bibe.

25-26
Û gava ku hûn ji bo duakirinê radiwestin, eger li hember kesekî tiştekî we hebe, lê bibihûrin, da ku Bavê* we yê li ezmanan jî li sûcên we bibihûre.»[c]

Pirsa li ser Desthilatiya Îsa 

27
Û ew dîsa hatin Orşelîmê. Dema ku Îsa di Perestgehê de digeriya, serekên kahînan, Şerîetzan û rihspî hatin ba wî

28
û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te ku tu van bikî?»

29
Îsa ji wan re got: «Ezê pirsekê ji we bikim. Bersîva min bidin, ez jî, ezê ji we re bêjim, ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim:

30
Imadkirina* Yûhenna ji ezmên bû an ji mirovan? Bersîva min bidin!»

31
Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên bû›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?›

32
Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan bû›…?» Ji xelkê ditirsiyan, çimkî hemûyan Yûhenna pêxemberê* rastîn dihesiband.

33
Wan bersîv da û gotin: «Em nizanin.» Îsa jî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»

  1. a. 11:9-10 Ji: Zebûr 118:25-26; binêre: Lûqa 1:32-33
  2. b. 11:17 Ji: Îşaya 56:7; Yêremya 7:11
  3. c. 11:25 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Lê eger hûn lê nebihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî li sûcên we nabihûre.»