Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos Beşa 7

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Marqos 7

Adetên Bav û Kalan 

1
Fêrisî û hinek Şerîetzanên ku ji Orşelîmê hatibûn, li dora Îsa civiyan.

2
Û dîtin ku hinek ji şagirtên wî bi destên murdar* xwarinê dixwin, yanî ne bi destên li gor adetê şuştî.

3
– Fêrisî û hemû Cihû adetên bav û kalên xwe digirin, heta ku destên xwe baş neşon, xwarinê naxwin

4
û çaxê ji sûkê tên jî, heta ku avê bi xwe de nekin, naxwin. Gelek adetên din jî hene ku ji bav û kalan distînin û bi cih tînin: Wek şuştina tas, şerbik û firaxên sifir. –

5
Îcar Fêrisî û Şerîetzanan ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtên te adetên bav û kalan nagirin, lê bi destên murdar xwarinê dixwin?»

6
Wî li wan vegerand û got: «Îşaya* ji bo we durûyan rast pêxemberîtî kiriye! Wek ku hatiye nivîsîn:
‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min,
Lê dilê wan ji min dûr e.

7
Bi pûçîtî diperizin* min,
Di hîndariya xwe de, emrên mirovan hîn dikin.›[a]

8
«Hûn emrê Xwedê dihêlin û xwe bi adetên mirovî ve girêdidin.»

9
Û wî ji wan re got: «Hûn ji bo adetên xwe çi xweş emrê Xwedê jî didin aliyekî.

10
Çimkî Mûsa gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire›[b] û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê an bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.›[c]

11
Lê hûn dibêjin: ‹Eger mirovek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, «qurban» e›, ku tê mana «diyariyeke ji Xwedê re»

12
êdî hûn nahêlin ew qet tiştekî ji dê û bavê xwe re bike!

13
Bi vî awayî, bi adetên xwe yên ku hûn derbasî nifşên* nû dikin, hûn peyva* Xwedê radikin. Û hûn gelek tiştên weha dikin.»

Tiştên ku Mirov Dilewitînin 

14
Îsa careke din elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Hûn hemû guhdariya min bikin û fêm bikin.

15
-16 Tu tişt tune ku ji derve bikeve hundirê mirov û bikare wî murdar bike, lê ew tiştên ku ji hundirê mirov derdikevin, wî murdar dikin.[d]

17
Gava ji elaletê veqetiya û hat malê, şagirtên wî mana wê meselê pirsîn.

18
Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn jî fêmkor in? Ma hûn fêm nakin, her çi tiştê ku ji derve dikeve hundirê mirov, nikare wî nepak bike.

19
Çimkî ew naçin dilê wî, lê diçin zikê wî û ji wir jî dertên derve.» Bi vê yekê Îsa hemû xwarin helal kirin.

20
Û got: «Ew tiştên ku ji dilê mirov derdikevin, wî murdar dikin.

21
Çimkî ji dilê mirov fikrên xerab derdikevin: Fuhûşî, dizî, kuştin,

22
zîna, çavbirçîtî, xerabî, hîlebazî, bêedebî, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî.

23
Tevahiya van xerabiyan ji dil derdikevin û mirov murdar dikin.»

Baweriya Jinika Kenanî 

24
Îsa ji wê derê rabû çû herêma Sûrê. Çû malekê û nexwest ku kesek pê bizane, lê nikaribû veşartî bimîne.

25
Îcar jinikeke ku ruhê nepak bi keça wê ya biçûk re hebû, gava li ser Îsa bihîst, di cih de hat û xwe avêt ber lingên wî.

26
Jinik Yewnanî* bû û bi eslê xwe ji Fînîkya Sûriyê bû. Wê ji Îsa lava kir ku cin ji keça wê derxe.

27
Îsa ji wê re got: «Bihêle ku pêşî zarok têr bibin, çimkî ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.»

28
Lê jinikê got: «Erê ya Xudan*, lê kûçik jî ji hûrikên zarokan ên bin sifrê dixwin.»

29
Wî ji jinikê re got: «Ji ber vê gotina te, tu dikarî herî, cin ji keça te derketiye.»

30
Jinik çû mala xwe, keçik di nav nivînan de raketî dît û cin jê derketibû.

Mirovekî Kerr û Lal Dipeyive 

31
Hingê ji Herêma Sûrê veqetiya, di nav Saydayê re derbas bû, di herêma Dêkapolîsê* re hat Gola Celîlê.

32
Mirovekî kerr û lal anîn û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser wî.

33
Îsa ew ji elaletê veqetand, tiliyên xwe xistin guhên wî, destê xwe tif da û li zimanê wî da.

34
Çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, axîn kişand û got: «Effata!» ku tê mana «Vebe!»

35
Di cih de guhên wî bihîstin, zimanê wî vebû û bi awayekî zelal dest bi peyivînê kir.

36
Îsa tembîh li wan kir ku ji kesî re nebêjin. Lê wî çiqas zêde tembîh li wan dikir, wan ewqas zêdetir bûyer belav dikir.

37
Xelk gelek şaş ma û digotin: «Wî hemû tişt qenc kir: Hem guhên kerran vedike, hem jî lalan dipeyivîne.»

  1. a. 7:6-7 Ji: Îşaya 29:13
  2. b. 7:10 Ji: Derketin 20:12; Dubarekirina Şerîetê 5:16
  3. c. 7:10 Ji: Derketin 21:17
  4. d. 7:15 Di nav hin destnivîsaran de li dawiyê ev jî heye: «Yê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze.»