Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos Beşa 9

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Marqos 9

1
Û wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hin ji van kesên ku li vir radiwestin, heta ku nebînin Padîşahiya Xwedê bi hêz tê, ew mirinê qet tam nakin.»

Dîtina Îsa Diguhere 

2
Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin û ew bi xwe re derxistin çiyayekî bilind; li wir ew bi serê xwe bûn û dîtina wî li ber wan hat guhertin.

3
Cilên wî çîlspî bûn û ewqas dibiriqîn ku li ser rûyê erdê tu cilspîker nikaribû ew wusa spî bikirana.

4
Hingê Êlyas* û Mûsa* li wan xuya bûn û bi Îsa re peyivîn.

5
Petrûs ji Îsa re got: «Mamoste, çiqas qenc e ku em li vir in! Ka em sê holikan çêkin, yekê ji te re, yekê ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.»

6
Wî nizanibû ku çi bêje, ji ber ku ew gelek tirsiyabûn.

7
Hingê ewrek derket, li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat: «Ev e Kurê* min ê delal! Guhdariya wî bikin!»

8
Ji nişkê ve şagirtan li dora xwe nêrî, ji Îsa pê ve kesek nedîtin.

9
Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir ku heta Kurê* Mirov ji nav miriyan ranebe, ew ji kesî re tiştên dîtî nebêjin.

10
Şagirtan ev peyv di dilê xwe de girt û ji hevdû pirsîn, ka mana rabûna ji nav miriyan çi ye.

11
Û wan jê pirsî: «Gelo, çima Şerîetzan dibêjin divê pêşî Êlyas bê?»[a]

12
Wî jî ji wan re got: «Bi rastî, pêşî Êlyas tê û her tiştî sererast dike. Lê çima weha li ser Kurê* Mirov hatiye nivîsîn ku ewê gelek cefayê bikişîne û biçûk bê dîtin?

13
Lê ez ji we re dibêjim, Êlyas hatiye û çawa ku li ser wî hatiye nivîsîn, çi ku dilê wan xwest bi wî kirin.»

Îsa Zarokekî Cinoyî Qenc Dike 

14
Çaxê hatin ba şagirtên din, dîtin ku li dora wan elaleteke mezin civiyaye û Şerîetzan bi wan re munaqeşê dikin.

15
Îcar gava ku hemû elaletê Îsa dît, gelek ecêbmayî ma û bi bez çûn pêşiya wî û silav danê.

16
Îsa ji wan pirsî: «We bi wan re li ser çi munaqeşe dikir?»

17
Ji nav elaletê mirovekî bersîva wî da: «Mamoste, min kurê xwe yê ku cinekî lalîtiyê pê re heye ji te re anî.

18
Ruh her li ku derê wî bigire, davêje erdê, kef bi ser devê wî dikeve, diranên xwe diqirçîne û req dibe. Min ji şagirtên te hêvî kir ku vî ruhî derxin, lê nikaribûn.»

19
Îsa li wan vegerand û got: «Hey nifşê bêbawer! Heta kengê ezê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin ba min.»

20
Wan jî kurik anî ba Îsa. Gava ku cin Îsa dît, di cih de kurik vehejand. Ew ket erdê, kef bi ser devê wî ket û gevizî.

21
Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kengê ve ew weha ye?» Wî jî got: «Ji zaroktiya xwe ve.

22
Ruh ji bo ku wî helak bike, gelek caran ew avêt nav êgir û avê. Lê eger tu bikarî tiştekî bikî, li me were rehmê û alîkariya me bike!»

23
Îsa ji wî re got: «Te got: ‹Eger tu bikarî›! Ji bo yê ku bawer* dike her tişt çêdibe.»

24
Wê gavê bavê kurik qîriya û got: «Ez bawer dikim. Alîkariya bêbaweriya min bike!»

25
Gava Îsa dît ku elalet bi bez li wê derê dicive, li ruhê nepak hilat û got: «Hey ruhê kerr û lal, ez li te emir dikim: Ji kurik derkeve û careke din nekeve wî!»

26
Ruh qîriya, bi şid kurik vehejand û jê derket. Û kurik bû wek miriyan, wusa ku pirraniya wan digot: «Ew mir!»

27
Lê Îsa bi destê wî girt û ew rakir. Kurik jî rabû ser xwe.

28
Piştî Îsa çû malekê, şagirtên wî bi serê xwe jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?»

29
Îsa li wan vegerand: «Cinê bi vî cûreyî ji dua pê ve, bi tu riyên din dernakevin.»

Îsa Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje 

30
Ji wir çûn û di nav Celîlê re derbas bûn. Îsa nedixwest ku kes bi vê yekê bizane,

31
çimkî wî şagirtên xwe hîn dikirin û ji wan re digot: «Wê Kurê Mirov bidin destên mirovan, ewê wî bikujin û piştî kuştinê bi sê rojan, ewê rabe.»

32
Lê wan ev gotin fêm nekir û tirsiyan ku ji wî bipirsin.

Yê Mezin Kî Ye? 

33
Û ew hatin Kefernahûmê. Gava Îsa li mal bû, ji şagirtan pirsî: «Hûn di rê de li ser çi dipeyivîn?»

34
Lê ew bêdeng man, çimkî di rê de, di nav xwe de peyivîbûn, ka kî ji wan ê herî mezin e.

35
Îsa rûnişt, gazî diwanzdehan kir û ji wan re got: «Eger kesek bixwaze bibe yê pêşî, divê ew bibe yê paşî û xizmetkarê hemûyan.»

36
Îcar wî bi destê zarokekê girt û ew di nav wan de da rawestandin, zarok himbêz kir û ji wan re got:

37
«Kî ku zarokeke weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike. Û kî ku min qebûl bike, ne min, lê wî yê ku ez şandime qebûl dike.»

Yê ku ne li Dijî Me Ye, ji Aliyê Me Ye 

38
Yûhenna ji Îsa re got: «Mamoste, me mirovek dît ku bi navê te cin derdixistin. Lê me nehişt, çimkî li pey me nedihat.»

39
Lê Îsa got: «Rê lê negirin, çimkî tu kes tune ku bi navê min kerametekê bike û zû bikare li ser min bi xerabî bipeyive.

40
Çimkî yê ku ne li dijî me ye, ji aliyê me ye.

41
Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku tasek av bide we, ji ber ku hûn ên Mesîh in, xelata xwe qet winda nake.

Jirêderketin 

42
«Kî ku yekî ji van biçûkên ku baweriyê bi min tînin ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê girêdan û bê avêtin deryayê.

43-44
Eger destê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê dest bikevî jiyanê, lê ne ku bi herdu destên xwe ve herî dojehê*, nav agirê ku venamire.

45-46
Eger lingê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê ling bikevî jiyanê, lê ne ku tu bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin dojehê*.

47
Eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe! Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî Padîşahiya Xwedê, lê ne ku tu bi herdu çavan ve bêyî avêtin dojehê.

48
Li wir kurmê wan namire û agirê wê natemire.[b]

49
Çimkî her kes wê bi êgir bê xwêkirin.

50
Xwê qenc e. Lê eger xwê şoriya xwe winda bike, hûnê careke din bi çi şoriya wê bidinê? Bila bi we re tama xwê hebe û bi hev re di aştiyê* de bijîn.»

  1. a. 9:11 Melaxî 4:5
  2. b. 9:48 Binêre: Îşaya 66:24