Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta Beşa 13

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Metta 13

Mesela Erdê Qenc û Neqenc 

1
Wê rojê Îsa ji mal derket û li perê golê rûnişt.

2
Elaleteke wusa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyikekê siwar bû û rûnişt. Hingê tevahiya elaletê li qerax rawesta.

3
Îcar Îsa bi meselan ji wan re li ser gelek tiştan peyivî û got: «Cotkar derket ku tov biçîne.

4
Gava ku wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin.

5
Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû.

6
Lê çaxê ku roj hilat* ew kizirî û ji ber ku rayên* wî tunebûn, hişk bû.

7
Hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin.

8
Û hinek ket ser erdekî qenc, hinekan sed, hinekan şêst û hinekan jî sî qat ber dan.

9
Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.»

Armanca Meselan 

10
Îcar şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Tu çima bi wan re bi meselan dipeyivî?»

11
Wî li wan vegerand û got: «Zanîna sirên Padîşahiya Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn.

12
Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û jê re zêde bibe. Lê bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî wê jê bê standin.

13
Ji ber vê yekê ez ji wan re bi meselan dibêjim: Ew dibînin, lê nabînin, ew dibihîzin, lê nabihîzin û fêm nakin.

14
Li ser wan, ev pêxemberîtiya Îşaya tê cih ku dibêje:
‹Hûn çiqas bibihîzin jî, hûn tu caran fêm nakin,
Hûn çiqas bibînin jî, hûn tu caran tênagihîjin.

15
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye,
Guhên wan giran bûne
Û wan çavên xwe girtine.
Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin
Û bi guhên xwe bibihîzin
Û bi dilê xwe fêm bikin
Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›[a]

16
«Lê xwezî bi çavên we, çimkî ew dibînin; xwezî bi guhên we, çimkî ew dibihîzin.

17
Bi rastî ez ji we re dibêjim, gelek pêxember û mirovên rast, dixwestin van tiştên ku hûn dibînin bibînin, lê nedîtin. Dixwestin van tiştên ku hûn dibihîzin bibihîzin, lê nebihîstin.

Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc 

18
«De îcar guhdariya mesela yê cotkar bikin:

19
Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e.[b]

20
Ewê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê qebûl dike.

21
Lê ji ber ku rayê* wî tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê derdikeve.

22
Ewê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.

23
Lê ewê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide.

Mesela Genim û Zîwanê 

24
Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî tovê qenc li erdê xwe çand.

25
Lê çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat, di nav genim de zîwan çand û çû.

26
Çaxê ku genim gihîşt û ber da, hingê zîwan jî xuya bû.

27
Xulamên malxwê malê hatin û gotin: ‹Ezbenî, ma te tovê qenc di zeviya xwe de neçand? Îcar ev zîwan ji ku derê çêbû?›

28
Wî ji wan re got: ‹Dijminekî ev yek kiriye.› Xulaman jî jê pirsî: ‹Tu dixwazî ku em herin û wan aşêf bikin?›

29
Wî got: ‹Na, çimkî çaxê ku hûn aşêfa zîwanê bikin, dibe ku hûn genim jî pê re hilkin.

30
Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê. Wî çaxî ezê ji paleyan re bêjim: Pêşî zîwanê berhev bikin û ji bo şewitandinê bikin gurz, piştre genim berhev bikin û bînin bixin embara min.›»

Liba Xerdelê û Hevîrtirşk 

31
Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî rahişt libeke xerdelê û ew di zeviya xwe de çand.

32
Ew liba ku ji hemû tovan biçûktir e, dîsa jî gava ku ew mezin dibe, ji pincaran mezintir e û dibe dar. Wusa ku teyrên ezmanan tên û li ser çiqilên wê bi cih dibin.»

33
Wî meseleyeke din jî ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne hevîrtirşkê ku jinekê ew hilda û xist nav sê çap* ar, heta hemû tirş bû.»[c]

34
Îsa ev tiştên ha hemû bi meselan ji elaletê re gotin û bê mesele wî tu tişt ji wan re nedigot.

35
Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih:
«Ezê bi meselan devê xwe vekim
Û ezê tiştên ku ji damezrandina dinyayê vir ve veşartî mane eşkere bikim.»[d]

Şîrovekirina Mesela Zîwanê 

36
Hingê Îsa elalet hişt û çû mal. Şagirtên wî hatin balê û jê re gotin: «Mana mesela zîwana zeviyê ji me re bêje.»

37
Wî bersîva wan da û got: «Yê ku tovê qenc diçîne Kurê Mirov e.

38
Zevî dinya ye û tovê qenc jî zarokên Padîşahiyê ne. Zîwan zarokên Yê Xerab in

39
û dijminê ku ew çandiye jî Îblîs* e. Dirûn dawiya dinyayê ye û pale jî milyaket in.

40
Îcar çawa ku zîwan tê berhevkirin û di nav êgir de tê şewitandin, di dawiya dinyayê de jî wê wusa bibe.

41
Kurê Mirov wê milyaketên xwe bişîne û ewê her tiştên ku mirov ji rê derdixin û yên ku neheqiyê dikin ji Padîşahiya wî bicivînin.

42
Ewê wan bavêjin nav firna dadayî û li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.

43
Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.

Xezîna Veşartî û Durê Giranbiha 

44
«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî.

45
«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Bazirganek li durên spehî digeriya.

46
Gava ku wî durekî gelek giranbiha dît, çû hemû hebûna xwe firot û ew kirrî.

Mesela Torê 

47
«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Tora ku her cûreyê masiyan dicivîne, tê avêtin nav deryayê.

48
Gava ku ew tije dibe, masîgir wê dikişînin qerêx. Hingê ew rûdinin, yên qenc dixin selikan û yên neqenc jî davêjin.

49
Di dawiya dinyayê de wê weha bibe. Milyaket wê bên û wê xeraban ji nav rastan veqetînin

50
û wan bavêjin firna dadayî. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.»

51
Îsa ji wan pirsî: «Ma we ev tiştên ha hemû fêm kirin?» Wan got: «Erê.»

52
Hingê wî ji wan re got: «Ji ber vê yekê her Şerîetzanê ku li ser Padîşahiya Ezmanan hatiye perwerdekirin, mîna malxwê malê ye ku ji xezîna xwe tiştên nû û kevin derdixe.»

Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin 

53
Piştî ku Îsa ev mesele xilas kirin, ji wê derê veqetiya.

54
Ew hat bajarê xwe û wî xelk di kinîşta wan de hîn kir, wusa ku ew gelek şaş man û wan got: «Ev keramet û şehrezayiya wî ji ku derê ne?

55
Ma ev ne kurê xerat e? Ma navê diya wî ne Meryem* e? Ma Aqûb, Ûsiv, Şimûn û Cihûda ne birayên wî ne?

56
Ma hemû xwişkên wî ne di nav me de ne? Vî mirovî ev hemû tişt ji ku derê anîn?»

57
Û bi vî awayî ew ji wî enirîn. Lê Îsa ji wan re got: «Pêxemberek ji bajarê xwe û ji mala xwe pê ve, li tu cihê din ne bê siyanet* e.»

58
Û ji ber bêbaweriya wan wî li wê derê gelek keramet nekirin.

  1. a. 13:14-15 Ji: Îşaya 6:9-10
  2. b. 13:19 «Yê Xerab», yanî «Îblîs».
  3. c. 13:33 Sê çap ar, di wê demê de kêm û zêde 25 kîlo bû.
  4. d. 13:35 Ji: Zebûr 78:2