Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta Beşa 14

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Metta 14

Kuştina Yûhennayê Imadkar 

1
Di wî wextî de Mîr Hêrodês* nav û dengê Îsa bihîst

2
û ji xulamên xwe re got: «Ev Yûhennayê* imadkar e, ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê ev karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»

3
Çimkî Hêrodês ji ber Hêrodiya jina birayê xwe Filîpos, Yûhenna girtibû û ew avêtibû zîndanê.

4
Ji ber ku Yûhenna ji wî re digot: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»

5
Loma Hêrodês dixwest ku wî bikuje, lê ji xelkê ditirsiya. Çimkî wan ew pêxember hesab dikirin.

6
Îcar di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat

7
û wî soz da û sond xwar ku keçik her çi jê bixwaze, ewê bide wê.

8
Keçika ku ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin, ji Hêrodês re got: «Serê Yûhennayê* imadkar, li vir li ser sêniyekê bide min.»

9
Padîşah xemgirtî bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber ên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn, wî emir kir ku daxwaza wê bê cih.

10
Wî şand û di zîndanê de serê Yûhennayê imadkar da jêkirin.

11
Serê wî li ser sêniyekê anîn û dan keçikê. Wê jî ew ji diya xwe re bir.

12
Hingê şagirtên Yûhenna hatin, cesedê wî birin û ew veşartin. Paşê çûn û ji Îsa re gotin.

Îsa Pênc Hezar Mirov Têr Dike 

13
Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi serê xwe ket qeyikekê û xwe da cihekî bêpêjin. Lê gava elaletê ev yek bihîst, bi peyatî ji bajaran li pey wî çûn.

14
Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî û nexweşên wan qenc kirin.

15
Dema ku bû êvar, şagirtên wî hatin ba wî û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e û wext jî êdî dereng e. Destûra elaletê bide, da ku herin gundan û ji xwe re xwarinê bikirrin.»

16
Lê Îsa ji wan re got: «Ne hewce ye ku ew herin. Hûn xwarinê bidin wan!»

17
Şagirtan bersîv da û gotin: «Li vir bi tenê pênc nan û du masiyên me hene.»

18
Wî got: «Wan bînin vir ba min.»

19
Û wî emir li hemû elaletê kir ku li ser giyê rûnin. Hingê wî her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir û nan şikandin. Wî ew dan şagirtên xwe û şagirtan jî ew li xelkê belav kirin.

20
Hemûyan xwar û têr bûn. Wan diwanzdeh selik pariyên ku zêde mabûn dan hev.

21
Hejmara yên ku xwarin, ji bilî jin û zarokan, li dora pênc hezar mêr bû.

Îsa li ser Avê Rêve Diçe 

22
Gava ku Îsa elalet verê dikir, wî zû pêştûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê bibin.

23
Piştî ku wî elalet verê kir, hingê bi serê xwe hilkişiya çiyê, da ku dua bike. Dema ku bû êvar, ew li wir bi tenê bû.

24
Di wê navê de qeyik ji bejê gelek dûr ketibû û ber pêlan diket, çimkî ba ji hember wan ve dihat.

25
Nêzîkî berbanga sibehê Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî şagirtan bû.

26
Gava wan dît ku ew li ser golê rêve diçe, bizdiyan û ji tirsan kirin qîrîn û gotin: «Ev xeyalet e!»

27
Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»

28
Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, eger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm ba te.»

29
Wî got: «Were!» Hingê Petrûs jî ji qeyikê peya bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat.

30
Lê çaxê dît ku bager xurt bû, tirsiya û xewirî* nav avê, qîriya û got: «Ya Xudan, min xilas bike!»

31
Îsa di cih de destê xwe dirêj kir, ew girt û jê re got: «Ey kêmîmano! Tu çima dudilî bûyî?»

32
Dema ku ew hilkişiyan qeyikê, ba rawesta.

33
Hingê yên ku di qeyikê de bûn, perizîn* wî û gotin: «Bi rastî tu Kurê* Xwedê yî.»

Îsa li Cênîsartê Nexweşan Qenc Dike 

34
Gava ew derbasî aliyê din bûn, ketin bejê û hatin bajarê Cênîsartê*.

35
Çaxê mirovên wî cihî Îsa nas kirin, wan xeber şand wan der û doran û xelkê hemû nexweşên xwe anîn ba wî

36
û ji bo ku destê xwe li rêşiyên* kirasê wî bidin lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê dan qenc bûn.