Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta Beşa 17

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Metta 17

Dîtina Îsa Diguhere 

1
Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna bi xwe re birin û ew bi serê xwe derxistin çiyayekî bilind.

2
Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.

3
Ji nişkê ve Mûsa* û Êlyas* li wan xuya bûn û bi Îsa re peyivîn.

4
Petrûs ji Îsa re got: «Ya Xudan, qenc e ku em li vir in! Eger tu bixwazî, ezê li vir sê holikan çêkim. Yekê ji te re, yekê ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.»

5
Hê ew dipeyivî, ewrekî ronahîdar li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!»

6
Gava şagirtan ev bihîst, ji tirsan deverû ketin erdê.

7
Lê Îsa hat, destê xwe li wan da û got: «Rabin, netirsin!»

8
Gava şagirtan çavên xwe hildan, wan ji Îsa pê ve tu kesî din nedît.

9
Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir û got: «Heta ku Kurê Mirov ji nav miriyan ranebe, tiştên ku we dîtin, ji kesî re nebêjin.»

10
Şagirtan ji wî pirsî û gotin: «Nexwe çima Şerîetzan dibêjin, divê pêşî Êlyas bê?»[a]

11
Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, Êlyas tê û her tiştî sererast dike.

12
Lê ez ji we re dibêjim, ji xwe Êlyas hatiye û wan ew nas nekir. Lê çi ku dilê wan xwest bi wî kirin. Bi vî awayî wê Kurê Mirov jî ji destê wan cefayê bikişîne.»

13
Hingê şagirtan fêm kir ku ew ji wan re li ser Yûhennayê imadkar dibêje.

Îsa Zarokekî Cinoyî Qenc Dike 

14
Çaxê hatin ba elaletê, mirovek nêzîkî Îsa bû, li ber wî çû ser çokan

15
û got: «Ya Xudan, li kurê min were rehmê! Bi atiyê* dikeve û êşeke mezin dikişîne. Ew gelek caran dikeve nav êgir û nav avê.

16
Min ew anî ba şagirtên te, lê wan nikaribû wî qenc bikin.»

17
Îsa bersîv da û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî! Ezê heta kengê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin vir ba min.»

18
Îsa li cin hilat û ew jê derket. Ji wê gavê ve kurik qenc bû.

19
Hingê şagirt bi serê xwe hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?»

20-21
Wî li wan vegerand: «Ji ber ku baweriya we kêm e. Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji vir here wir›, ewê here. Tu tişt tune ku ji bo we çênebe.»[b]

Îsa Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje 

22
Gava ku ew bi hev re li Celîlê* bûn, Îsa ji wan re got: «Hindik maye ku Kurê Mirov bidin destê mirovan.

23
Ewê wî bikujin û roja sisiyan ewê rabe.» Şagirt bi vê yekê gelek xemgîn bûn.

Baca Perestgehê 

24
Çaxê ew gihîştin Kefernahûmê, bacgir* hatin ba Petrûs û jê pirsîn: «Ma Mamosteyê we baca Perestgehê* nade?»[c]

25
Wî got: «Belê.»
Dema Petrûs hat malê, pêşî Îsa ji wî re got: «Tu çawa dibînî, Şimûn? Padîşahên dinyayê bac û bêşê ji kê distînin? Ma ji kurên xwe an ji yên biyanî?»

26
Petrûs got: «Ji yên biyanî.» Hingê Îsa ji wî re got: «Nexwe kur serbest in.

27
Lê ji bo ku em dilê wan nehêlin, tu here golê û şewkê xwe bavêje. Masiyê ku pêşî hat, bigire, devê wî veke, tê zîvekî* mezin bibînî. Wî bibe, ji bo min û ji bo xwe bide wan.»

  1. a. 17:10 Melaxî 4:5
  2. b. 17:20 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Lê cinên weha ji bilî dua û rojiyê bi tiştekî din dernakevin.»
  3. c. 17:24 Derketin 30:13. Li gor Şerîeta Mûsa, baca Perestgehê dû zîv bûn.