Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta Beşa 26

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Metta 26

Şêwira Kuştina Îsa 

1
Gava ku Îsa ev hemû peyvên ha xilas kirin, ji şagirtên xwe re got:

2
«Hûn dizanin ku piştî du rojan Cejna* Derbasbûnê ye. Wê Kurê Mirov bidin dest, da ku bê xaçkirin.»

3
Hingê serekên kahînan û rihspiyên gel, li qesra Serokkahînê ku navê wî Qeyafa bû civiyan

4
û bi hev şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û wî bikujin.

5
Lê wan digot: «Bila ne di cejnê de be, da ku di nav xelkê de hengame çênebe.»

Îsa li Beytanyayê 

6
Gava Îsa li Beytanyayê li mala Şimûnê kotî bû,

7
jinikekê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş ê gelek giranbiha anî. Çaxê ku Îsa li ser sifrê rûniştibû, wê rûn bi serê wî de rijand.

8
Gava şagirtan ev dît, hêrs bûn û gotin: «Çima ev rûnê ha badîhewa çû?

9
Ev dikaribû bi bihayekî giran bihata firotin û li belengazan bihata belavkirin.»

10
Lê Îsa bi vê yekê dizanibû û ji wan re got: «Çima hûn jinikê diêşînin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir.

11
Çimkî belengaz hergav di nav we de ne, lê ez hergav ne li ba we me.

12
Jinikê ev rûnê bîhnxweş bi ser bedena min de rijand, da ku min ji bo veşartinê amade bike.

13
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev Mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin.»

Xayîntiya Cihûda 

14
Hingê yek ji diwanzdehan ku jê re Cihûdayê* Îsxeryotî digotin, çû ba serekên kahînan

15
û ji wan pirsî: «Eger ez wî bidim destê we hûnê çi bidin min?» Îcar wan jî sî zîv* hejmartin û danê.

16
Ji wê demê ve Cihûda li keysekê digeriya ku Îsa bide dest.

Îsa bi Şagirtan re Şîva Cejna Derbasbûnê Dixwe 

17
Di roja pêşî ya Cejna* Nanê Şkeva de şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Tu dixwazî em li ku derê ji te re şîva Cejna* Derbasbûnê amade bikin ku tu bixwî?»

18
Wî li wan vegerand û got: «Herin bajêr, ba filan mirovî û jê re bêjin: ‹Mamoste dibêje: Wextê min nêzîk bûye. Ezê Cejna Derbasbûnê bi şagirtên xwe re li mala te pîroz bikim.›»

19
Wek ku Îsa ji wan re gotibû şagirtan kir û şîva Cejna Derbasbûnê amade kirin.

20
Gava bû êvar, ew bi diwanzdehan re li ser sifrê rûnişt.

21
Îcar çaxê ku wan şîv dixwar Îsa got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest.»

22
Ew gelek xemgîn bûn û dest pê kirin yek bi yek ji wî pirsîn: «Gelo ez im, ya Xudan?»

23
Îsa li wan vegerand û got: «Yê ku bi min re pariyê xwe li firaxê xist, ew e yê ku wê min bide dest.

24
Ji xwe Kurê Mirov wek ku li ser wî hatiye nivîsîn, wê here. Lê wey li wî mirovê ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.»

25
Hingê Cihûdayê ku wê ew bida dest, got: «Mamoste, ma ew kes ez im?» Îsa bersîv da: «Erê, te bi xwe got.»

Şîva Xudan 

26
Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şikand, da şagirtan û got: «Bigirin û bixwin, ev bedena min e.»

27
Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û got: «Hûn hemû ji vê vexwin.

28
Çimkî ev xwîna min a Peymanê* ye ku ji bo lêbihûrtina gunehan di ber gelekan de tê rijandin.

29
Ez ji we re dibêjim: ‹Êdî ez ji vî berê mêwê tu caran venaxwim, heta wê roja ku ez di Padîşahiya Bavê xwe de bi we re ji ya nû vexwim.›»

30
Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.

Îsa ji pêşî ve li ser Înkarkirina Petrûs Dibêje 

31
Hingê Îsa ji wan re got: «Îşev hûnê hemû li ser min dudilî û sist bibin, çimkî hatiye nivîsîn:
‹Ezê li şivên bixim
Û miyên kerî wê belav bibin.›[a]

32
Lê piştî ku ez ji mirinê rabim, ezê beriya we herim Celîlê.»

33
Petrûs lê vegerand û got: «Hemû jî li ser te dudilî û sist bibin, ez tu caran dudilî û sist nabim.»

34
Îsa ji wî re got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim, hema îşev, berî ku dîk bang bide tê sê caran min înkar bikî.»

35
Petrûs got: «Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ez tu caran te înkar nakim.» Hemû şagirtan jî weha got.

Li Baxçê Gêtşemaniyê 

36
Hingê Îsa bi şagirtên xwe ve çû cihê ku jê re ‹Gêtşemanî› digotin û ji wan re got: «Hûn li vir rûnin, heta ku ez herim dera ha û dua bikim.»

37
Wî Petrûs û herdu kurên Zebedî bi xwe re birin û dest pê kir, keder û diltengiyê ew girt.

38
Hingê wî ji wan re got: «Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û bi min re hişyar bimînin.»

39
Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir: «Bavê min, eger bibe bila ev kasa tehl ji min derbas bibe. Lê bila ne wek ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be.»

40
Piştre ew vegeriya ba şagirtan û ew di xew de dîtin. Ji Petrûs re got: «Ma we nikaribû hûn saetekê jî bi min re hişyar bimînin?

41
Hişyar bimînin û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Erê, ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e.»

42
Cara diduyan ew çû û dua kir: «Ya Bavê min, eger bêyî ku ez vê kasa tehl vexwim, ew ji min derbas nebe, bila daxwaza te bibe.

43
Îsa vegeriya û ew dîsa di xew de dîtin. Çimkî çavên wan ji xewê diçûn serhev.

44
Wî ew hiştin, careke din dûr ket, cara sisiyan dua kir û eynî peyv gotin.

45
Paşê vegeriya ba şagirtên xwe û ji wan re got: «Ma hûn hê jî radizin û bîhna xwe vedidin? Va ye, saet hat; Kurê Mirov dikeve destê gunehkaran.

46
Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bû.»

Girtina Îsa 

47
Hê ew dipeyivî Cihûdayê ku yek ji diwanzdehan bû hat. Bi wî re elaleteke mezin a bi şûr û daran hebû. Ev ji aliyê serekên kahînan û rihspiyên gel ve hatibûn şandin.

48
Îcar ê ku ew bida dest bi wan re li ser îşaretekê li hev hatibû: «Ez kê ramûsim ew e, wî bigirin.»

49
Cihûda sererast hat ba Îsa û got: «Silav li te, mamoste!» û ew ramûsa.

50
Îsa lê vegerand û got: «Heval, tu ji bo çi hatiyî, wê bike.» Hingê ew mirov nêzîk bûn, dest avêtin Îsa û ew girtin.

51
Li ser vê yekê, yekî ku bi Îsa re bû, şûrê xwe kişand, li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî pekand.

52
Hingê Îsa ji wî re got: «Şûrê xwe bixe kalanê wî. Çimkî her kesê ku şûr bikişîne, ewê bi şûr bê kuştin.

53
Ma tu dibêjî qey ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim û ew jî di cih de ji diwanzdeh lejyonan* zêdetir milyaketan bigihîne min?

54
Lê hingê Nivîsarên* Pîroz ên ku dibêjin divê weha bibe, wê çawa bên cih?»

55
Wê gavê Îsa ji elaletê re got: «Ma ez rêbirek im ku hûn bi dar û şûran hatine ku min bigirin? Her roj ez li Perestgehê rûdiniştim û min hîn dikir, lê we ez negirtim.

56
Lê ev hemû çêbûn, da ku nivîsarên pêxemberan bên cih.» Hingê hemû şagirtan ew hişt û reviyan.

Îsa li ber Civîna Giregiran 

57
Yên ku Îsa girtin, ew birin ba Qeyafayê Serokkahîn. Li wir Şerîetzan û rihspî civiyabûn.

58
Petrûs ji dûr ve li pey wî hat, heta hewşa Serokkahîn. Ew derbasî hundir bû, bi parêzgeran re rûnişt, da ku dawiyê bibîne.

59
Îcar serekên kahînan û tevahiya civîna* giregiran li hember Îsa li şahidiya derewîn digeriyan ku biryara kuştina wî bidin.

60
Bi ser ku gelek şahidên derewîn derketin jî, tiştê ku lê digeriyan peyda nekirin. Li dawiyê du şahidên derewîn hatin

61
û gotin: «Vî mirovî got: ‹Ez dikarim Perestgeha Xwedê hilweşînim û di sê rojan de ava bikim.›»

62
Hingê Serokkahîn rabû ser lingan û ji Îsa re got: «Ma tu bersîvê nadî? Ev çi şahidî ye ku evên ha li ser te didin?»

63
Lê Îsa tu tişt negot. Serokkahîn ji wî re got: «Ez te bi navê wî Xwedayê jîndar didim sondê, eger tu Kurê* Xwedê Mesîh* bî, ji me re bêje.»

64
Îsa ji wî re got: «Erê, wek ku te got, lê ez ji we re dibêjim:
Ji niha û pê ve, hûnê bibînin ku ‹Kurê Mirov
Li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye
Û li ser ewrên ezmên tê.›[b] »

65
Hingê Serokkahîn cilên xwe çirandin û got: «Wî çêr* kir! Êdî çi hewcedariya me bi şahidan heye? Va ye, we çêrkirina wî bihîst.

66
Hûn çi dibêjin?» Wan lê vegerand û gotin: «Ew yê kuştinê ye!»

67
Hingê tif kirin rûyê wî û ew dan ber kulman. Hinekan jî sîle lê xistin

68
û gotin: «Ji me re pêxemberîtiyê bike, ey Mesîh! Ka kî bû ku li te xist?»

Petrûs Îsa Înkar Dike 

69
Hingê Petrûs li derve, li hewşê rûniştibû. Keçikeke xizmetkar hat ba wî û got: «Tu jî bi Îsayê Celîlî re bûyî.»

70
Lê wî li ber hemûyan înkar kir û got: «Ez nizanim ku tu çi dibêjî.»

71
Çaxê ew çû ber dergeh, keçikeke din ew dît û ji yên li wê derê re got: «Evê ha bi Îsayê Nisretî re bû.»

72
Wî dîsa bi sond înkar kir û got: «Ez wî nas nakim!»

73
Piştî gavekê yên ku li wir bûn çûn ba Petrûs û gotin: «Bi rastî tu bi xwe jî yek ji wan î. Çimkî devoka te, te dide zanîn.»

74
Hingê wî dest bi nifiran kir, sond xwar û got: «Ez wî mirovî nas nakim!» Di cih de dîk bang da.

75
Li ser vê yekê peyva ku Îsa gotibû hat bîra Petrûs: «Berî ku dîk bang bide tê sê caran min înkar bikî.» Hingê ew derket derve û bi dilşewatî giriya.

  1. a. 26:31 Ji: Zekerya 13:7
  2. b. 26:64 Ji: Zebûr 110:1; Daniyêl 7:13