Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta Beşa 27

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Metta 27

Cihûda Xwe Dadileqîne 

1
Çaxê bû sibe hemû serekên kahînan û rihspiyên gel ji bo ku Îsa bikujin bi hev şêwirîn.

2
Ew girêdan, birin û dan destê Pîlatosê walî.

3
Hingê Cihûdayê ku Îsa dabû dest, gava dît ku çi biryar li ser wî hat dayîn, li kirina xwe poşman bû û sî zîv li serekên kahînan û rihspiyan zivirandin û got:

4
«Min guneh kir. Ez bûm sedemê xwîna bêsûc.» Wan lê vegerand û gotin: «Me çi ji vê ye? Tu bifikire.»

5
Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê û derket. Ew çû û wî xwe daleqand.

6
Serekên kahînan zîv hildan û gotin: «Nabe ku em van peran bixin xezîna Perestgehê, çimkî perên xwînê ne.»

7
Bi hev şêwirîn û ji bo veşartina biyaniyan Zeviya Cerçêker kirrîn.

8
Loma ji wê zeviyê re heta îro jî Zeviya Xwînê tê gotin.

9
Hingê ew peyva ku bi devê Yêremya* pêxember hatibû gotin hat cih: «Wan sî zîv* girtin, bi wî bihayê ku hinekan ji zaryên Îsraêl ji bo wî vebirrîbûn

10
û wan pê Zeviya Cerçêker kirrî, wek ku Xudan li min emir kiribû.»[a]

Îsa li ber Pîlatosê Walî 

11
Îsa li ber walî rawesta û wî jê pirsî: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Erê, wek ku te got.»

12
Çaxê ku ew ji aliyê serekên kahînan û rihspiyan ve hat sûcdarkirin, wî tu bersîv neda.

13
Hingê Pîlatos jê pirsî: «Ma tu nabihîzî ku ew li hember te çiqas şahidiyê dikin?»

14
Îsa bersîv neda û peyvek jî negot, wusa ku walî gelek şaş ma.

Îsa Cezayê Mirinê Distîne 

15
Adeta walî bû ku di cejnê de girtiyekî ku xelkê dixwest berde.

16
Wê demê bi navê Barabas girtiyekî navdar hebû.

17
Gava ku elalet civiya Pîlatos ji wan pirsî: «Hûn dixwazin ez kîjanî ji bo we berdim? Barabas an Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh?»

18
Çimkî wî dizanibû ku wan Îsa ji çavnebarî girtiye û dane destê wî.

19
Çaxê Pîlatos li ser kursiyê dîwanê rûniştibû, jina wî jê re ev xeber şand: «Nebe ku tu tiştekî bi wî mirovê rast bikî, çimkî îşev di xewna xwe de min ji rûyê wî gelek tengahî dît.»

20
Lê serekên kahînan û rihspiyan elalet qanî kirin ku bixwazin Barabas bê berdan û Îsa bê kuştin.

21
Walî ji wan pirsî: «Ji herduyan hûn dixwazin ku ez kîjanî ji bo we berdim?» Wan jî got: «Barabas!»

22
Pîlatos got: «Nexwe ez bi Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh çi bikim?» Hemûyan bersîv da: «Bila bê xaçkirin!»

23
Pîlatos pirsî: «Wî çi xerabî kiriye?» Lê ew hê bêtir qîriyan: «Bila bê xaçkirin!»

24
Gava Pîlatos dît ku tiştek ji destê wî nayê, lê hê bêtir hengame çêbibe, wî av hilda, li ber elaletê destê xwe şuşt û got: «Ez ji xwîna vî mirovî bêrî me. Ev karê we ye.»

25
Hemû xelkê bersîv da: «Bila xwîna wî di stûyê me û zarokên me de be!»

26
Hingê wî Barabas ji bo wan berda, Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin.

Leşker Tinazên Xwe bi Îsa Dikin 

27
Hingê leşkerên walî Îsa birin qesrê û hemû tabûra* leşkeran li ser serê wî civandin.

28
Wan ew tazî kir û xiftanekî sor li wî kirin.

29
Tacek ji stiriyan honandin û dan serê wî. Çîtikek kirin destê wî yê rastê, li ber wî çûn ser çokan, tinazên xwe pê kirin û gotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!»

30
Tif kirinê, çîtik ji dest standin û li serê wî xistin.

31
Piştî ku tinazên xwe pê kirin, xiftan hilanîn û cilên wî lê kirin. Piştre ew birin ku wî xaç bikin.

Xaçkirina Îsa 

32
Gava ku derketin derve, wan yekî Kûrênî dît ku navê wî Şimûn bû, wan bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin.

33
Çaxê ew hatin wî cihê ku jê re ‹Golgota› digotin – ku tê mana «Qoqê Serî» –

34
wan li wir şerab û zirav tevlihevkirî danê. Lê dema ku Îsa tam kir, nexwest vexwe.

35
Piştî ku wan ew xaç kir, wan cilên wî bi pişk li xwe leva* kirin.

36
Û li wir rûniştin û çavdêriya wî kirin.

37
Nivîsa sûcdarkirinê raserî serê wî danîn: EV ÎSAYÊ PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E.

38
Hingê du rêbir jî bi wî re hatin xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê.

39
Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin

40
û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira! Eger tu Kurê Xwedê bî, ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!»

41
Bi vî awayî serekên kahînan, Şerîetzan û rihspiyan jî tinazên xwe pê dikir û digotin:

42
«Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike! Ew Padîşahê Îsraêlê ye! Ka bila niha ji xaçê bê xwarê, emê baweriyê bi wî bînin.

43
Ew xwe dispêre Xwedê. Eger Xwedê ji wî hez bike, bila niha wî xilas bike. Çimkî wî got: ‹Ez Kurê Xwedê me.›»

44
Rêbirên ku bi wî re hatibûn xaçkirin jî bi vî awayî ew şermezar kirin.

Mirina Îsa 

45
Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt.

46
Saet li dora sisiyan Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Elî, Elî, lama sabaxtanî?» ku tê maneya: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?»[b]

47
Gava hin ji yên ku li wir rawesta bûn ev bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas* dike.»

48
Di cih de yek ji wan bezî û avgirek* hilda. Wî ew bi sihikê tije kir, bi serê çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe.

49
Yên din jî gotin: «Ka bihêle, em bibînin ma Êlyas wê bê ku wî xilas bike.»

50
Îsa careke din bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da.

51
Di wê gavê de perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. Erd hejiya û lat qelişîn.

52
Gor vebûn û gelek kesên pîroz ên ku miribûn, rabûn.

53
Ew ji goran derketin û piştî rabûna Îsa çûn Bajarê* Pîroz û ji aliyê gelekan ve hatin dîtin.

54
Gava sersed* û yên ku bi wî re çavdêriya Îsa dikirin erdhejîn û tiştên bûyî dîtin, ji tirsa bizdiyan û gotin: «Bi rastî jî, ev Kurê Xwedê bû!»

55
Gelek jin li wir bûn û ji dûr ve temaşe dikirin. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn û ji wî re xizmet kiribûn.

56
Meryema* Mejdelanî, Meryema* diya Aqûb û Ûsiv û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn.

Veşartina Îsa 

57
Gava ku bû êvar, mirovekî dewlemend ê ji Arîmetyayê hat. Navê wî Ûsiv bû û ew bi xwe jî şagirtê Îsa bû.

58
Çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. Pîlatos jî emir kir ku bidin wî.

59
Ûsiv cesed hilanî, bi cawekî paqij ê keten pêça

60
û ew di gora xwe ya nû de ya ku di latê de kolabû veşart. Wî kevirekî mezin gêr kir ber devê gorê û çû.

61
Meryema Mejdelanî û Meryema din li pêşberî gorê rûniştibûn.

Nobedarên Gorê 

62
Dotira rojê – rojekê piştî roja* Amadekirinê – serekên kahînan û Fêrisî çûn ba Pîlatos û gotin:

63
«Ezbenî, di bîra me de ye hê ku ewê xapînok dijiya, gotibû: ‹Piştî sê rojan ezê rabim.›

64
Ji bo vê yekê emir bide, da ku gor heta sê rojan bê parastin. An na, şagirtên wî dikarin bên cesedê wî bidizin û ji gel re bêjin ku ew ji nav miriyan rabûye. Hingê xapandina dawîn wê ji ya pêşî xerabtir be.»

65
Pîlatos got: «Nobedarên di emrê we de hene. Herin û hûn çawa dizanin, wusa gorê biparêzin.»

66
Ew jî çûn gor parastin, kevir mor kirin û nobedar danîn ber.

  1. a. 27:9-10 Ji: Zekerya 11:12-13; Yêremya 32:6-9
  2. b. 27:46 Ji: Zebûr 22:1