Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta Beşa 4

Ceribandina Îsa Mesîh 

1
Hingê Ruh* Îsa bir çolê, da ku ji aliyê Îblîs* ve bê ceribandin.

2
Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû

3
û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ji van keviran re bêje bila bibin nan.»

4
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva* ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.›[a] »

5
Piştre Îblîs ew bir Bajarê* Pîroz, ew danî ser birca Perestgehê* û jê re got:

6
«Eger tu Kurê* Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.›[b] »

7
Îsa bersîva wî da û got: «Ev jî hatiye nivîsîn: ‹Xudan* Xwedayê xwe neceribîne.›[c] »

8
Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da

9
û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî* min, ezê van hemûyan bidim te.»

10
Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize* Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›[d] »

11
Piştî vê yekê Îblîs dev ji wî berda û milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin.

Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike 

12
Gava Îsa bihîst ku Yûhenna hatiye girtin, xwe da aliyê Celîlê*.

13
Ew ji Nisretê derket, çû Kefernahûma li qeraxê golê ya li herêma Zebûlon û Nefteliyê bi cih bû,

14
da ku ew peyva ku bi devê Îşaya* pêxember hatibû gotin, bê cih:

15
«Welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê
Ber bi golê ve, ji Çemê Urdunê wê ve,
Celîla miletan!

16
Ew gelê ku di tariyê de rûdine,
Ronahiyeke mezin dît.
Û li ser wan ên ku li welatê di bin siya mirinê de rûdinin
Ronahî derket.»[e]

17
Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi hînkirinê kir û got: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya* Ezmanan nêzîk bûye.»

Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike 

18
Gava ku Îsa li perê Gola Celîlê digeriya, wî du bira dîtin, Şimûnê* ku jê re Petrûs* digotin û birayê wî Endrawis. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn.

19
Îsa ji wan re got: «Li pey min werin! Ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.»

20
Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.

21
Îsa ji wê derê pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê* Zebedî û birayê wî Yûhenna*. Wan bi bavê xwe Zebedî re di qeyikê de torên xwe vediçinîn. Îsa gazî wan jî kir.

22
Wan jî di cih de qeyik û bavê xwe hiştin û ew li pey wî çûn.

Îsa Hîn Dike û Nexweşan Qenc Dike 

23
Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên* wan de hîn dikir, Mizgîniya* Padîşahiyê* dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin.

24
Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî*, atî* û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin.

25
Îcar elaletên* mezin ji Celîlê, ji Dêkapolîsê*, ji Orşelîmê*, ji Cihûstanê* û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.

  1. a. 4:4 Ji: Dubarekirina Şerîetê 8:3
  2. b. 4:6 Ji: Zebûr 91:11-12
  3. c. 4:7 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:16
  4. d. 4:10 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:13
  5. e. 4:15-16 Ji: Îşaya 9:1-2