Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta Beşa 9

Îsa li Gunehan Dibihûre 

1
Îsa ket qeyikekê, derbasî aliyê din bû û hat bajarê xwe.[a]

2
Çend mirovan felciyekî ku di nav nivînan de bû anî ba wî. Gava ku Îsa baweriya* wan dît, wî ji yê felcî re got: «Bi zirav be lawo, li gunehên te hat bihûrtin.»

3
Hingê ji Şerîetzanan hinekan di dilê xwe de got: «Ev mirov çêran* dike!»

4
Lê Îsa bi fikrên wan dizanibû û got: «Hûn çima di dilê xwe de tiştên xerab difikirin?

5
Ma kîjan hêsanîtir e? Gotina ‹Li gunehên te hat bihûrtin›, an gotina ku ‹Rabe û rêve here›?

6
Lê ji bo ku hûn bizanin ku desthilatiya Kurê* Mirov heye ku li ser rûyê erdê li gunehan bibihûre…» Hingê ji yê felcî re got: «Rabe, nivînên xwe hilîne û here mala xwe.»

7
Û mirov jî rabû û çû mala xwe.

8
Gava ku elaletê ev yek dît, tirsiya û pesnê Xwedayê ku desthilatiya weha daye mirovan dan.

Îsa Gazî Metta Dike 

9
Gava Îsa ji wê derê çû, wî mirovek bi navê Metta* li cihê bacxanê rûniştî dît. Îsa ji wî re got: «Li pey min were.» Metta jî rabû û li pey wî çû.

10
Çaxê ku Îsa li mala Metta li ser xwarinê bû, gelek bacgir* û gunehkar hatin, bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin.

11
Dema ku Fêrisiyan* ev yek dît, wan ji şagirtên wî pirsî: «Çima Mamosteyê we bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»

12
Gava Îsa ev bihîst, got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm* in.

13
Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê*› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»[b]

Pirsa Rojîgirtinê 

14
Hingê şagirtên Yûhenna* hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: «Çima em û Fêrisî gelek caran rojiyê digirin, lê şagirtên te rojiyê nagirin?»

15
Wî ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re be, ma dibe ku xelkê dawetê şînê bigirin? Lê rojên ku zava ji wan bê standin wê bên û hingê ewê rojiyê bigirin.

16
«Tu kes bi perçê qumaşê ku neçûye hev, cilê kevin pîne nake, çimkî ew pînê ku hatiye lêxistin ji cil dikeve û cihê qetiyayî hê xerabtir dibe.

17
Ne jî kes şeraba nû dixe meşkên kevin. Eger bixeyê, meşk diteqin, şerab dirije û meşk ziyan dibin. Na, şeraba nû dixin meşkên nû û herdu jî tên parastin.»

Vejandina Keçikê û Qencbûna Jinikê 

18
Gava ku Îsa ev digotin, serekek hat, li ber wî çû ser çokan û got: «Ha niha keça min mir. Lê were û destê xwe deyne ser wê, ewê bijî.»

19
Îsa rabû û tevî şagirtên xwe li pey wî çû.

20
Di wê navê de jinikek ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû, ji paş Îsa ve hat û destê xwe li rêşiyên* kirasê wî da.

21
Jinikê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.»

22
Îsa zivirî, ew dît û jê re got: «Bi zirav be keça min, baweriya te tu qenc kirî.» Û jinik ji wê gavê ve sax bû.

23
Gava Îsa ket mala serekê kinîştê*, bilûrvan û elaleta ku dikirin qîjeqîj dîtin,

24
wî got: «Xwe bidin aliyekî. Keçik nemiriye, lê ew di xew de ye.» Îcar ew pê keniyan.

25
Piştî ku elalet hat derxistin derve, ew ket hundir, wî bi destê keçikê girt û keçik rabû.

26
Ev xeber li seranserê wê herêmê belav bû.

Îsa Du Mirovên Kor Qenc Dike 

27
Gava Îsa ji wir derbas dibû, du mirovên kor li pey wî hatin û bi qîrîn gotin: «Li me were rehmê, ey Kurê* Dawid!»

28
Çaxê Îsa gihîşt malê, mirovên kor hatin ba wî. Hingê Îsa ji wan pirsî: «Hûn bawer dikin ku ez dikarim vê bikim?» Koran lê vegerand û gotin: «Erê, ya Xudan.»

29
Hingê Îsa destê xwe danî ser çavên wan û got: «Bila li gor baweriya we ji we re bibe.»

30
Û çavên wan vebûn. Wî bi hişkî tembîh li wan kir û got: «Hay jê hebin, bila tu kes bi vê nizanibe.»

31
Lê ew derketin, wan navê wî li seranserê wê herêmê belav kir.

Îsa Mirovekî Lal Qenc Dike 

32
Çaxê ku ew derketin, mirovekî lal û cinoyî anîn ba Îsa.

33
Gava ku cinê wî hat derxistin, mirovê ku lal bû peyivî. Elalet şaş ma û got: «Li Îsraêlê tiştekî weha qet nehatiye dîtin.»

34
Lê Fêrisiyan got: «Ew bi destê mîrê cinan, cinan derdixe.»

Dilşewatiya Îsa 

35
Îsa li hemû bajar û gundan digeriya, di kinîştên* wan de hîn dikir, Mizgîniya* Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşî qenc dikirin.

36
Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn.

37
Hingê wî ji şagirtên xwe re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in.

38
Loma lava ji Xudanê dexlê bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.»

  1. a. 9:1 Metta 4:13
  2. b. 9:13 Ji: Hoşêya 6:6