Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Metta Pêşgotin

Pêşgotin

Ev beşa Mizgîniyê (Încîlê) bi destê Metta hatiye nivîsîn. Îsa di dema xizmeta xwe ya li ser rûyê erdê de diwanzdeh şagirt* hilbijartin. Gava ku Metta navên diwanzdeh şagirtan dide, ew dide zanîn ku ew «Mettayê bacgir» e.

Metta Cihû bû û li ser navê Romayiyan bac dicivand. Herweha ew bi navê «Lêwiyê kurê Halfayos» jî tê zanîn (Marqos 2:14). Çaxê Îsa gazî Metta kir, wî dev ji karê xwe berda û li pey Îsa çû (Lûqa 5:27-28). Metta ji beşeke xelkê yê wusa dihat ku kesî ji wan hez nedikir. Lê belê wî guhê xwe da banga Îsa û riya wî bijart. Wî ziyafeteke mezin çêkir û Îsa jî vexwend.

Tê gotin ku ev nivîs di nîvê sedsala pêşî de li Entakyayê hatiye nivîsîn û ji mirovên ku dixwestin Îsa nas bikin re bûye çavkanî.

Îsayê ku Metta wî bi mirovan dide naskirin Mesîhê Xwedê ye û padîşahê ku li gor soza Xwedê wê bihata, ew e (2:2; 21:5; 25:34; 27:11, 37, 42). Di Peymana Kevin de gelek caran bi devê pêxemberan tê gotin ku Mesîh wê ji malbavka Dawid padîşah bê. Di Încîla Metta de heşt caran ji bo Îsa «Kurê Dawid» tê gotin. Îşaya pêxember* salixê bûyîn û jiyana wî dide (1:23; 12:18; 21:5). Yê ku nexweşiyên mirovan qenc dike û barê wan hildigire jî ew e (8:17).

Îsa fêmdariyeke nipûnû da Şerîeta Mûsa ya ku Xwedê di Peymana Kevin de diyar kiribû (5:21-24, 27-30, 33-37). Wê hurmeta kûr a ku Îsa ne ji herfên Şerîetê re, lê ji ruhê Şerîetê re dikir, dîndarên wê demê (Fêrisî, Sadûqî û Şerîetzan) hêrs kir. Hingê wan jiholêrakirina Îsa ji xwe re kirin armanca sereke. Di dawiyê de ew gihîştin wê armanca xwe û Îsa dan xaçkirin. Vê helwesta wan dîndarên ku ji naveroka Şerîetê dûr ketibûn, kir ku Padîşahiya* Xwedê ji wan bê standin û ji wan kesên ku berê qenc didin re bê dayîn (21:43).

Bûyerên ku Mettayê nivîskar dibêje ji aliyê pêxemberên Peymana Kevin ve jî bi eşkereyî tên diyarkirin. Loma jî gelek caran Metta dibêje «peyva pêxemberîtiyê hat cih» û bi vî awayî peyvên pêxemberên Peymana Kevin tîne bîra xwendevanan û diyar dike ku ev çawa tên cih. Peyvên pêxemberîtiyê wek mekûka bûyerên kitêbê ne.

Di vê nivîsê de «Padîşahiya Ezmanan» an «Padîşahiya Xwedê» dabaşeke girîng e û ev gotin sî caran derbas dibe. Ji bilî vê yekê Metta li ser bîst kerametên ku Îsa kirin, radiweste.

Pênc peyivînên Îsa yên dirêj jî di vê nivîsarê de cih distînin. Ev bi van sernivîsan tên dayîn:
1. Bingeha jiyana dilgeşiyê: 5:1-7:27
2. Berî şandina ser kar, peyivîna Îsa ya bi şagirtan re: 10:1-42
3. Meseleyên li ser Padîşahiya Xwedê: 13:1-52
4. Jiyana li gor Padîşahiya Xwedê divê çawa be: 18:1-35
5. Peyivîna li ser hatina Mesîh ya cara dawî: 24:1-25:36

Nivîsara Metta dikare weha bê beşkirin:
I.Malbavka Îsa û bûyîna wî (1:1-2:23)
II. Yûhennayê imadkar (3:1-12)
III. Imadbûn û ceribandina Îsa (3:13-4:11)
IV. Destpêkirina xizmeta Îsa û hînkirina li çiyê (4:12-7:29)
V. Kerametên Îsa (8:1-9:38)
VI. Îsa şagirtên xwe dişîne û dibe sedemê cudabûnê (10:1-12:50)
VII. Meseleyên Îsa (13:1-58)
VIII. Kerametên din; tiştên ku mirov murdar dikin (14:1-15:39)
IX. Îsa şagirtên xwe hîn dike (16:1-20:34)
X. Îsa diçe Orşelîmê (19:1-20:34)
XI. Hinkirina li Orşelîmê; serwerên Cihûyan Îsa qebûl nakin (21:1-25:46)
XII. Girtin û xaçkirina Îsa (26:1-27:66)
XIII. Rabûna Îsa ya ji nav miriyan (28:1-20)

Metta Bixwîne