Nameya Petrûs a diduyan Beşa 2

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Petrûs II. 2

Mamosteyên Derewîn û Cezakirina Wan 

1
Lê çawa ku di nav gelê Îsraêl de pêxemberên derewîn hebûn, wusa wê di nav we de jî mamosteyên derewîn hebin. Ewê bi dizî hînkirinên wêranker bînin hundir û heta ewê wî Xudanê ku ew kirrîne jî înkar bikin. Lê belê ewê zûka helakê bînin ser xwe.

2
Gelek wê bikevin pey bêedebiya wan û ji rûyê wan wê çêrî riya rastiyê bê kirin.

3
Bi çavbirçîtiya xwe, ewê bi peyvên xapînok li ser pişta we biçêrin. Dîwanbûna* ku ji berê ve ji bo wan e, dereng namîne û helaka wan naponije.

4
Çimkî Xwedê ew milyaketên ku guneh kirin jî nedirixandin*, lê ew avêtin kortala* bêbinî, da ku ew ji bo Roja Dawî di kûrahiya taristaniyê de bi zincîran girêdayî bên hilanîn.

5
Xwedê dinya berê jî nedirixand, lê çaxê wî tofan bi ser dinya nepakan de anî, wî bi tenê Nûh* ê ku peyvbêjê rastdariyê bû û heftên din parastin.[a]

6
Xwedê bajarên Sodom* û Gomorayê jî sûcdar derxistin, ew kirin xwelî, wêran kirin û ji wan ên ku wê bi nepakî bijîn re kirin mînak.[b]

7
Û mirovê rast Lût* ê ku bi jiyana nepak a neheqan xemgîn bûbû rizgar kir.

8
Çimkî wî yê rast ê ku di nav wan de dijiya, kirinên wan ên neheq didît û dibihîst, roj bi roj cefa dida canê xwe yê rast.

9
Xudanê ku bi vî awayî kir, dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike û yên ku neheqiyê dikin,

10
bi taybetî jî yên ku li pey xwesteka pîs ên nefsê dikevin û desthilatî kêm dibînin, ji bo cezakirinê heta Roja Dawî hiltîne.
Evên curetkar û qure, ji çêrkirina yên xweyî rûmet natirsin.

11
Lê bi ser ku milyaket di hêz û karînê de ji wan mezintir in jî, li ber Xudan wan bi çêrkirinê sûcdar nakin.

12
Lê evên ha wek heywanên bêfêm û afirîdên* bi fêmkirina xweheyî* yên ku ji bo girtin û kuştinê çêbûne, çêrî tiştên ku jê fêm nakin, dikin. Ew jî wê wek wan heywanan di xerabûniya xwe de helak bibin

13
û ewê cezayê neheqiya xwe bikişînin. Roj li nava rojê, li zewq û sefa xwe dinêrin, vê yekê kêf dihesibînin. Evên ha, leke û rûreşî ne. Gava ew bi we re dixwin û vedixwin, ew bi xapandina xwe bi xwe kêfê dikin.

14
Çavên wan tije zîna ye, ji gunehkirinê têr nabin û canên xilupilo* dixapînin. Dilê wan hînî çavbirçîtiyê bûye, ew zarokên nifirê ne.

15
Wan dev ji riya rast berda, varî* bûn û riya kurê Beyor Balamê* ku ji destmiza neheqiyê hez kir, girtin.[c]

16
Îcar ji ber neheqiya wî li wî hat hilatin*; kerê bê zar û ziman bi dengê mirovan peyivî û pêşî li harbûna pêxember girt.

17
Ev mirovên ha kaniyên bê av û mijên ku li ber bagerê tên ajotin in. Tariya reş ji bo wan hilanî ye.

18
Çimkî ew peyvên mezin û pûç dibêjin û bi xwestekên nefsê yên bêedeb, wan kesan dixapînin, yên ku nû ji mirovên di riya çewt de diçin, rizgar bûne.

19
Bi ser ku ew bi xwe xulamên xerabûnê ne, ji wan re soza azadiyê didin. Çimkî mirov dibe xulamê wî yê ku mirov bindest dike.

20
Çimkî, eger ew bi naskirina Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh ji nepakiyên dinyayê rizgar bûbin û paşê dîsa li van tiştan bizivirin û bindest bibin, hingê halê wan ê paşî wê ji yê pêşî xerabtir be.

21
Çimkî, eger piştî ku wan riya rastiyê zanî û ji pey emrê pîroz ê ku li wan hatibû spartin vegeriyabin, hingê nezanîna riya rastiyê wê ji bo wan hê çêtir bûya.

22
Erê, wek vê mesela rast hat serê wan:
«Kûçik li vereşîna xwe vedigere»
û:
«Beraz piştî şuştinê
Dîsa xwe di nav herriyê de digevizîne.»[d]

  1. a. 2:5 Destpêkirin 6:18; 7:13
  2. b. 2:6-7 Destpêkirin 19
  3. c. 2:15 Hejmartin 22
  4. d. 2:22 Ji: Gotinên Silêman 26:11