Peyxama Yûhenna Beşa 11
- 1
- Qamîşekî mîna şivdar ji min re hat dayîn û hat gotin: «Rabe, Perestgeha* Xwedê, Gorîgehê û yên ku tê de diperizin bipîve.
- 2
- Lê hewşa Perestgehê ya derve bihêle û wê nepîve; çimkî ew ji miletan re hat dayîn. Ewê Bajarê* Pîroz çil û du mehan di bin lingan de biperçiqînin.[]
- 3
- Û ezê desthilatiyê bidim du şahidên xwe û ewê xirarî* li xwe kirî hezar û du sed û şêst rojan pêxemberîtiyê bikin.»
- 4
- Ev in ew herdu darên zeytûnan û herdu şamdankên ku li ber Xudanê dinyayê disekinin.[]
- 5
- Eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, ji devê wan agir derdikeve û dijminên wan dixwe û helak dike. Û eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, divê ew bi xwe bi vî awayî bê kuştin.
- 6
- Desthilatiya wan heye, ku di rojên pêxemberîtiya xwe de ezmên bigirin, da ku baran nebare. Û desthilatiya wan li ser avê heye, ku wê bikin xwîn û kengê bixwazin, dikarin her belayê bi ser rûyê erdê de bînin.[]
- 7
- Çaxê şahidiya xwe bînin serî, ew cenawirê ku ji kortala* bêbinî derdikeve wê bi wan re şer bike, li hember wan bi ser keve û wan bikuje.
- 8
- Cesedê wan wê li ser meydana wî bajarê mezin bimîne, ku bi mana ruhanî jê re Sodom û Misir tê gotin. Xudanê wan bi xwe jî li wê derê hat xaçkirin.[]
- 9
- Ji her gel, her bavik, her ziman û her miletan mirov wê sê roj û nîvan li cesedê wan binêrin û ew destûrê nadin, ku cesedê wan bixin gorê.
- 10
- Yên ku li ser rûyê erdê rûdinin wê li ser wan şa bibin û wê gelek dilgeş bibin û ewê diyariyan ji hev re bişînin. Çimkî van herdu pêxemberan ezab didan wan ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin.
- 11
- Û piştî sê roj û nîvan ji Xwedê ruhê jiyanê ket hundirê wan û ew rabûn ser lingên xwe. Îcar tirseke mezin ket ser wan ên ku ew dîtin.
- 12
- Hingê wan dengekî mezin ji ezmên bihîst ku ji wan re digot: «Werin jorê.» Û li ber çavên dijminên xwe ew di ewr de hilkişiyan ezmên.
- 13
- Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.
- 14
- Waweylêya diduyan derbas bû; va ye, waweylêya sisiyan zûka tê.
- 15
- Milyaketê heftan li boriyê xist û li ezmên dengên mezin çêbûn ku digotin:
«Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî.
Ewê her û her padîşahiyê bike».[]
- 16
- Û bîst û çar rihspiyên li ber Xwedê yên ku li ser textên xwe rûdiniştin, xwe deverû avêtin erdê, perizîn Xwedê û gotin:
- 17
- «Ya Xudan, Xwedayê karîndarê* her tiştî,
Yê ku Hebû û Yê ku Heye,
Em ji te re şikir dikin;
Çimkî te hêza xwe ya mezin stand
Û te dest bi hukumdariya xwe kir.[]
- 18
- Milet hêrs bûn, lê xezeba te hat;
Wext hat, ku dîwana* miriyan bê kirin.
Wextê dayîna xelata xulamên te yên pêxember
Û yên pîroz, biçûk û mezin, yên ku ji te ditirsin hat.
Û wextê xerakirina yên ku dinyayê xera dikin hat.»[]
- 19
- Hingê Perestgeha Xwedê ya ku li ezmên bû vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa* Peymana wî xuya bû. Birûskan lê da, deng û xurexura ewran hat bihîstin, erdhejînek û teyrokeke şedîd çêbû.