Peyxama Yûhenna Beşa 14

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Peyxama Yûhenna 14

Berx û yên Xilasbûyî 

1
Hingê min dît ku va ye, Berx li ser Çiyayê Siyonê* disekinî û bi wî re sed û çil û çar hezar mirov hebûn ku li ser eniya wan navê wî û navê Bavê* wî nivîsî bûn.

2
Û min ji ezmên dengekî wek dengê aveke boş û wek dengekî bilind yê xurexura ewran bihîst. Dengê ku min bihîstibû, wek dengê muzîkvanên ku li çengên* xwe dixin bû.

3
Wan li ber text û li ber çar afirîdên jîndar û rihspiyan straneke nû digot. Ji wan sed û çil û çar hezarên ku ji rûyê erdê bi berdêl hatine kirrîn pê ve, tu kes nikare wê stranê hîn bibe.

4
Yên ku bi jinan re nelewitîne ev in. Çimkî keçên keçîn-kurên kurîn in. Ev ew in ku Berx bi ku derê ve here, li pey wî diçin. Evên ha berê* pêşî ne ku ji bo Xwedê û ji bo Berx ji nav mirovan hatine kirrîn.

5
Derew ji devê wan derneket. Ew bêleke ne.

Sê Milyaket 

6
Hingê min milyaketekî din dît ku di nava ezmên de difirî, Mizgîniyeke herheyî bi wî re bû, da ku Mizgîniyê bide yên ku li ser rûyê erdê rûdinin, yanî bide her milet, bavik, ziman û gelan.

7
Bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî, çimkî saeta ku ew dîwanê bike, hat. Biperizin wî yê ku erd û ezman, derya û çavkaniyên avê afirandine.»

8
Hingê milyaketê diduyan li pey wî hat û got: «Hilweşiya! Ew Babîla* mezin ya ku ji şeraba fuhûşiya xwe ya har bi hemû miletan daye vexwarin, hilweşiya.»[a]

9
Piştre milyaketê sisiyan li pey wan hat û bi dengekî bilind got: «Eger kesek ji cenawir re û ji sûretê wî re here ser çokan û li ser eniya xwe an li ser destê xwe deqê qebûl bike,

10
ew jî wê ji şeraba hêrsa Xwedê ya ku safî di kasa xezeba wî de hatiye amadekirin vexwe û li ber milyaketên pîroz û li ber Berx bi êgir û bi kewkurtê ezab wê li wî bê kirin.[b]

11
Û dûmana ezaba wan her û her dû dike. Ew ên ku ji cenawir û ji sûretê wî re diçin ser çokan û her kî ku deqa navê wî qebûl bike, şev û roj rihetiya wan tune.»

12
Loma divê ew pîrozên ku emrên Xwedê û baweriya Îsa digirin, bi bîhnfirehî ragirin*.

13
Hingê min ji ezmên dengek bihîst ku digot: «Binivîse: Xwezî bi wan miriyên ku ji niha û pê ve di yekîtiya Xudan de bimirin!» Ruh dibêje: «Erê! Da ku ji xebata xwe rihet bibin, çimkî kirinên wan bi wan re diçin.»

Dirûna Rûyê Erdê 

14
Û min dît, va ye, ewrekî spî û yekî mîna Kurê* Mirov li ser ewr rûniştî ye. Li ser serê wî taca zêrîn û di destê wî de daseke tûj hebû.[c]

15
Û milyaketekî din ji Perestgehê derket, bi dengekî bilind gazî wî yê ku li ser ewr rûniştibû kir û got: «Dasa xwe bavêje û bidirû. Saeta dirûnê hat, çimkî berê erdê gihîştiye.»[d]

16
Û yê ku li ser ewr rûdinişt dasa xwe avêt rûyê erdê û erd hat dirûn.

17
Milyaketekî din ji wê Perestgeha ku li ezmên bû derket û di destê wî de jî daseke tûj hebû.

18
Îcar milyaketekî din ê ku li ser êgir hukumdariya wî heye, ji Gorîgehê derket û bi dengekî bilind bang kir wî yê ku dasa wî ya tûj heye û got: «Dasa xwe ya tûj bavêjê û gûşiyên mêwa erdê bicivîne, çimkî tiriyê wê gihîştine.»

19
Milyaket dasa xwe avêt erdê û berê erdê yê mêwê civand û avêt mahsera xezeba Xwedê ya mezin.

20
Mahsere li derveyê bajêr hat guvaştin û xwîna ku jê herikî, cihekî bi qasî hezar û şeş sed meydanî* girt û xwe avêt heta lixaba hespan.[e]

  1. a. 14:8 Îşaya 21:9; Yêremya 51:8
  2. b. 14:10 Destpêkirin 19:24; Hezekiyêl 38:22
  3. c. 14:14 Daniyêl 7:13
  4. d. 14:15 Yoêl 3:13
  5. e. 14:20 1600 meydan li dor 300 km in.