Peyxama Yûhenna Beşa 16
- 1
- Hingê min dengekî bilind ji Perestgehê bihîst ku ji heft milyaketan re got: «Herin û heft piyanên xezeba Xwedê birijînin ser rûyê erdê.»
- 2
- Yê pêşî çû û piyana xwe rijand ser erdê û ew mirovên ku deqa cenawir li ser wan hebû û ji sûretê wî re çûbûn ser çokan, kûnêrên pîs û xerab li ser wan çêbûn.[]
- 3
- Yê diduyan piyana xwe rijand ser deryayê û derya bû wek xwîna miriyan. Û her afirînê jîndar ê ku di deryayê de bû mir.
- 4
- Yê sisiyan piyana xwe rijand ser çem û ser çavkaniyên avê û ew bûn xwîn.[]
- 5
- Hingê min bihîst ku milyaketê avê weha got:
«Ya Yê ku Heye û Yê ku Hebû, Yê Pîroz,
Tu dadperwer î, ku te weha dîwan kir![]
- 6
- Çimkî wan xwîna pîroz û pêxemberan rijand
Û te ji bo vexwarinê xwîn da wan.
Wan ev heq kir.»[]
- 7
- Û min dengê gorîgehê bihîst ku got:
«Erê, ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî,
Dîwankirina te rast û dadperwer e.»[]
- 8
- Yê çaran piyana xwe rijand ser rojê. Ji rojê re desthilatî hat dayîn, ku mirovan bi êgir biqelîne.
- 9
- Îcar mirov bi kelgermiyeke mezin hatin qelandin û çêr kirin navê wî Xwedayê ku desthilatiya wî li ser van belayan heye. Lê ji kirinên xwe yên xerab tobe nekirin û rûmet nedan wî.
- 10
- Yê pêncan piyana xwe rijand ser textê cenawir û padîşahiya wî bû taristanî. Ji êşê mirovan zimanê xwe gez kirin[]
- 11
- û ji ber êş û kûnêrên xwe çêrî Xwedayê ezmên kirin, lê ji kirinên xwe tobe nekirin.
- 12
- Yê şeşan piyana xwe rijand ser çemê Firatê yê mezin. Ava wî çikiya, da ku rê ji bo padîşahên Rojhilatê bê amadekirin.[]
- 13
- Piştre min sê ruhên nepak ên ku mîna beqan bûn dîtin. Ew ji devê ejder, ji devê cenawir û ji devê pêxemberê derewîn derdiketin.
- 14
- Ew ruhên ku cin in nîşanên mezin çêdikin. Ew diçin ba hemû padîşahên dinyayê, da ku wan ji bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî bicivînin.
- 15
- «Va ye, ez wek dizan têm! Xwezî bi wî yê ku hişyar disekine û cilên xwe parastine, da ku tazî negere û eyba wî neyê dîtin!»
- 16
- Hingê wan ruhan ew padîşah li wî cihî civandin, ku bi Îbranî* jê re ‹Harmegedon› tê gotin.
- 17
- Yê heftan piyana xwe rijand ser bayê û ji Perestgehê, ji text dengekî bilind derket û got: «Çêbû».
- 18
- Hingê birûskê lê da, deng hat, bû xurexura ewran û erdhejîneke wusa mezin çêbû ku ji çaxê mirov li ser rûyê erdê ne û heta niha erdhejîneke wusa çênebûye.
- 19
- Bajarê mezin bû sê perçe û bajarên miletan hilweşiyan. Û Babîla* mezin hat bîra Xwedê, da ku kasa şeraba xezeba xwe ya dijwar bide wê.
- 20
- Hemû girav reviyan û çiya êdî nehatin dîtin.
- 21
- Ji ezmên teyroka mezin ya bi giraniya telantekê* li ser mirovan barî. Mirovan jî ji ber belaya teyrokê çêrî Xwedê kirin, çimkî bela wê gelek mezin bû.[]