Peyxama Yûhenna Beşa 5
- 1
- Hingê min di destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt de nivîsara lihevpêçayî dît. Ew ji herdu aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin.[]
- 2
- Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê* veke û morên wê rake?»
- 3
- Lê ne li ezmên, ne li ser erdê û ne jî di bin erdê de tu kesî nikaribû kitêb vekira û lê binêriya.
- 4
- Ez gelek digiriyam, çimkî kesek hêjayî peyda nebû ku kitêbê veke û lê binêre.
- 5
- Hingê yekî ji rihspiyan ji min re got: «Negirî! Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda* ye, Rayê* Dawid* bi ser ket, ku kitêbê û heft morên wê veke.»[]
- 6
- Hingê li ber text û di navenda çar afirîdên* jîndar û rihspiyan de min Berxek dît, wek ku şerjêkirî be. Heft strûhên* wî û heft çavên wî hebûn. Evên ha heft ruhên Xwedê ne yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin.[]
- 7
- Ew hat û kitêb ji destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt stand.
- 8
- Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng* û piyanên zêrîn ên tije bixûr* hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in.[]
- 9
- Û lavijeke nû distrandin û digotin:
«Tu hêja yî ku kitêbê bistînî
Û morên wê vekî.
Çimkî tu hatî şerjêkirin
Û te bi xwîna xwe ji her bavikî, ji her zimanî,
Ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn;
- 10
- Û te ew ji Xwedayê me re kirin padîşahî û kahîn*
Û ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin.»[]
- 11
- Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek milyaketan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû.
- 12
- Bi dengekî bilind digotin:
«Berxê şerjêkirî hêja ye ku hêz,
Dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet,
Rûmet û pesin bistîne.»[]
- 13
- Hingê min bihîst ku her afirînên li ezmên, li ser erdê, di bin erdê de û di deryayê de û hemû tiştên di wan de, digotin:
«Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret
Ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be!»[]
- 14
- Û çar afirîdên* jîndar digotin: «Amîn» û rihspî deverû çûn ser çokan û perizîn*.