Peyxama Yûhenna Beşa 9

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Peyxama Yûhenna 9

Boriya Pêncan 

1
Milyaketê pêncan li boriyê xist û min stêrek dît ku ji ezmên ketibû ser rûyê erdê. Û mifta deriyê kortala* bêbinî ji stêrê re hat dayîn.

2
Gava ku wê deriyê kortala bêbinî vekir, wek dûmana kûrheke mezin dûman ji çalê derket û ji dûmana çalê, roj û hewa bûn tarî.[a]

3
Ji nav dûmanê kulî derketin ser rûyê erdê; wek ku desthilatiya dûpişkên erdê heye, desthilatî ji wan re jî hat dayîn.[b]

4
Û ji wan re hat gotin ku ziyanê nedin giyayê erdê, ne jî tu dar û tu şînayiyê, lê ziyanê bidin wan mirovên ku mora Xwedê li ser eniya wan tune.[c]

5
Destûra kuliyan hat dayîn, ku pênc mehan ezabê bidin wan, lê wan nekujin. Êşa wan wek êşa pêvedana dûpişkan bû.

6
Di wan rojan de mirov wê li mirinê bigerin, lê ew tu caran wê nabînin; ewê bixwazin ku bimirin, lê mirin wê ji wan bireve.[d]

7
Dirûvê* kuliyan mîna wan hespan bûn ku ji bo cengê hatine amadekirin. Li ser serê wan tiştek wek tacên zêrîn hebû û rûyê wan wek rûyê mirovan bû.[e]

8
Porê wan wek porê jinan û diranên wan wek diranên şêran bûn.

9
Û wek zirxên hesinî zirxên wan hebûn û dengê baskên wan mîna dengê wan erebeyan bû ku gelek hesp wan dikişînin û dibezin cengê.

10
Mîna dûpişkan dûvikê wan û derziya wan hebû; û desthilatiya wan a ku pênc mehan cefayê bidin mirovan di dûvikê wan de bû.

11
Û milyaketê kortala bêbinî li ser wan padîşah bû, ku navê wî bi Îbranî* ‹Abadûn› û bi Yewnanî ‹Apoliyon› e.[f]

12
Waweylêya pêşî derbas bû; va ye, hê du waweylêyên din tên.

Boriya Şeşan 

13
Û milyaketê şeşan li boriyê xist û min dengek ji çar strûhên* Gorîgeha* zêrîn ya ku li ber Xwedê bû, bihîst.

14
Deng ji milyaketê şeşan re, yê ku borî di destê wî de bû got: «Wan çar milyaketên ku li ba çemê Firatê yê mezin girêdayî ne, veke.»

15
Û çar milyaketên ku ji bo vê saetê, vê rojê, vê mehê û vê salê hatibûn amadekirin, hatin berdan, da ku sêyeka mirovan bikujin.

16
Hejmara ordiyên siwarên hespan du caran deh hezar car deh hezar bû; min hejmara wan bihîst.

17
Di dîtiniya* ku min dît de hesp û siwarên wan bi vî awayî xuya dibûn: Zirxên wan hebûn ku bi rengê êgir, yaqûtê ezmanî û kewkurtê bûn. Serê hespên wan wek serê şêran bû. Ji devê wan agir, dûman û kewkurt derdiket.

18
Sêyeka mirovan bi van her sê belayan, bi êgir, bi dûman û bi kewkurta ku ji devê wan derdiket, hatin kuştin.

19
Çimkî desthilatiya hespan di devê wan û di dûvê wan de ye. Dûvên wan mîna maran in û serê wan heye û bi van ziyanê didin.

20
Û ew mirovên ku bi şûn de mabûn û bi van belayan nehatibûn kuştin, ji wan pûtên ku bi destên xwe çêdikirin, tobe nekirin. Dev ji perizîna cin û wan pûtan bernedan, yên ku zêrîn, zîvîn, tûncîn, kevirîn û darîn in û nabînin, nabihîzin û rêve naçin.[g]

21
Û ji kuştin, sêrbazî, fuhûşî û diziya xwe jî tobe nekirin.

  1. a. 9:2 Destpêkirin 19:28
  2. b. 9:3 Derketin 10:12-15
  3. c. 9:4 Hezekiyêl 9:4
  4. d. 9:6 Yêremya 8:3
  5. e. 9:7 Yoêl 2:4
  6. f. 9:11 «Abadûn» û «Apoliyon»: Ev herdu nav bi mana «Wêranker» in.
  7. g. 9:20 Zebûr 115:4-7