Nameya Pawlos a ji Romayiyan re Beşa 10
- 1
- Birano, daxwaza dilê min û lavakirina min a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan e.
- 2
- Ez ji bo wan şahidiyê dikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê belê xîreta wan ne bi zanîn e.
- 3
- Çimkî wan rastdariya ku ji Xwedê tê, fêm nekir û xebitîn ku ya xwe bi xwe ava bikin û serî li ber rastdariya Xwedê danenîn.
- 4
- Çimkî Mesîh dawiya Şerîetê ye, da ku ji bo her kesê ku bawer bike rastdarî hebe.
- 5
- Mûsa li ser rastdariya ku ji Şerîetê tê weha dinivîse: «Mirovê ku van tiştan bike, wê bi wan bijî.»[]
- 6
- Lê rastdariya ku ji baweriyê ye weha dibêje: «Di dilê xwe de nebêje: Kî wê hilkişe ezmên?» – yanî, ji bo ku Mesîh bîne xwarê –
- 7
- an jî: «Kî wê dakeve diyarê* miriyan?» – ji bo ku Mesîh ji nav miriyan derîne. –
- 8
- Lê belê çi dibêje? Dibêje: «Peyv» – yanî peyva baweriyê ya ku em didin bihîstin – «nêzîkî te ye, li ser zimanê te û di dilê te de ye».[]
- 9
- Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî.
- 10
- Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin.
- 11
- Nivîsara Pîroz dibêje: «Her kesê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»[]
- 12
- Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e.
- 13
- Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»[]
- 14
- Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin?
- 15
- Û eger ew neyên şandin, ewê çawa Mizgîniyê bidin? Wek ku hatiye nivîsîn: «Lingên wan ên ku Mizgîniya xêrê tînin çi spehî ne.»[]
- 16
- Lê belê hemûyan li gor Mizgîniyê nekir. Çimkî Îşaya dibêje: «Ya Xudan, kê bi xebera ku me da, bawer kir?»[]
- 17
- Îcar bawerî ji bihîstinê tê û tiştê bihîstî ji peyva Mesîh e.
- 18
- Lê belê ez dibêjim: Ma wan nebihîst? Belê, bêguman bihîstin; çimkî: «Dengê wan gihîşt tevahiya erdê û peyvên wan gihîştine kujên dinyayê.»[]
- 19
- Dîsa ez dibêjim: Ma Îsraêl ev fêm nekir? Pêşî Mûsa dibêje:
«Ezê we, bi wan ên ku ne milet in bînim xîretê
Û bi miletekî fêmkor hêrsa we rakim.»[]
- 20
- Îşaya bê tirs weha dibêje:
«Ez ji aliyê wan ên ku li min nedigeriyan ve hatim dîtin,
Ez li yên ku li min nedipirsîn xuya bûm.»[]
- 21
- Lê li ser Îsraêl weha dibêje: «Tevahiya rojê min destên xwe dirêjî miletekî rikdar û neguhdar kir.»[]