Nameya Pawlos a ji Romayiyan re Beşa 11
- 1
- Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Na, tu caran! Ez bi xwe jî yekî Îsraêlî me, ji dûndana Birahîm û ji eşîra Binyamîn* im.[]
- 2
- Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas* çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike?
- 3
- Ew dibêje: «Ya Xudan, wan pêxemberên te kuştin, gorîgehên* te hilweşandin. Ez bi tenê mam û li kuştina min jî digerin.»[]
- 4
- Lê bersîva ku Xwedê dide wî, çi ye? «Min heft hezar mirovên ku li ber Baal* neçûne ser çokan, ji xwe re veqetandine.»[]
- 5
- Wusa, di vî wextî de jî jêmayiyeke ku bi keremê hatiye hilbijartin heye.
- 6
- Îcar, eger ev bi keremê ye, êdî ne bi kirinan e; an nexwe kerem êdî nabe kerem.
- 7
- Îcar çi? Îsraêl negihîşt tiştê ku lê digeriya. Lê yên bijartî gihîştinê û dilê yên din hişk bû,
- 8
- wek ku hatiye nivîsîn:
«Xwedê ruhekî tevizîbûnê daye wan,
Heta roja îro jî çavên ku nabînin
Û guhên ku nabihîzin dane wan.»[]
- 9
- Û Dawid* dibêje:
«Bila sifra wan ji bo wan bibe
Daf û xefik, ceza û terpilîn*.
- 10
- Bila çavên wan tarî bibin, da ku nebînin
Û herdem pişta wan xwar be.»[]
- 11
- Îcar ez dipirsim: Ma ji bo ku ew bikevin, ew terpilîn? Na, tu caran! Lê belê bi terpilîna wan xilasî ji miletan re hat, da ku Îsraêlî bihesidin.
- 12
- Îcar, eger terpilîna wan ji dinyayê re û şikestina wan ji miletan re bûbe dewlemendî, temambûna hejmara wan hê çiqas bêtir wê bibe dewlemendî!
- 13
- Lê niha ez ji we miletan re dibêjim: Madem ku ez Şandiyê* miletan im, ez xizmeta xwe bilind dikim,
- 14
- da ku ez bi riyekê, yên ku ji gelê min in bihesidînim û hinekan ji wan xilas bikim.
- 15
- Çimkî eger redbûna wan bûbe lihevhatina dinyayê ya bi Xwedê re, hingê qebûlbûna wan ne jiyana ji nav miriyan be, wê çi be?
- 16
- Eger hevîrê pêşî pîroz be, tevahiya hevîr pîroz e. Eger ra* pîroz be, çiqil jî pîroz in.[]
- 17
- Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê,
- 18
- li hember wan çiqilan pesnê xwe nede. Lê eger tu pesnê xwe didî, bîne bîra xwe ku ne tu ra hildigirî, lê belê ra te hildigire.
- 19
- Belkî jî tu bêjî: «Çiqilên darê hatin birrîn, da ku ez bêm tamandin.»
- 20
- Erê, rast e. Ew ji ber bêbaweriya xwe hatin birrîn, lê belê tu bi baweriyê disekinî. Îcar pozbilind nebe, lê bitirse.
- 21
- Çimkî eger Xwedê, çiqilên darê yên xweheyî* nedirixandin*, te jî nadirixîne.
- 22
- Îcar bala xwe bide qencî û hişkiya Xwedê. Ew li hember ên ketî hişk e; lê ji te re qenc e – eger tu di qenciya wî de bimînî. An na tu jî, tê bêyî birrîn.
- 23
- Û eger Îsraêlî jî di bêbaweriyê de nemînin, wê bên tamandin; çimkî Xwedê dikare wan careke din bitamîne.
- 24
- Çimkî eger tu ji dareke zeytûnê ya ku di xweheyiya xwe de bejik e, hatiyî birrîn û bervajiyê xweheyiyê bi dara zeytûna qenc ve hatiyî tamandin, ew ên ku çiqilên xweheyî ne, wê hê çiqas zêdetir bi dara xwe ya zeytûnê ve bên tamandin!
- 25
- Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe.
- 26
- Û bi vî awayî tevahiya Îsraêlê wê xilas bibe, wek ku hatiye nivîsîn:
«Rizgarkar wê ji Siyonê* bê,
Ewê nepakiyê ji Aqûb* dûr bixe.
- 27
- Çaxê ku ez gunehên wan rakim,
Peymana* min a bi wan re ev e.»[]
- 28
- Ji aliyê Mizgîniyê ve ew ji bo feyda we dijmin in, lê ji aliyê bijartinê ve ew ji bo xatirê bav û kalan hezkirî ne.
- 29
- Çimkî diyariyên Xwedê û gazîkirina wî bi şûn ve nayên standin.
- 30
- Çawa ku demekê we bi ya Xwedê nekir û niha bi neguhdariya wan hûn gihîştin rehmê;
- 31
- bi vî awayî niha ev bûn neguhdar, da ku bi wê rehma ku li we bûye, ew jî bigihîjin rehmê.
- 32
- Çimkî Xwedê hemû kirin girtiyên neguhdariyê, da ku li hemûyan rehmê bike.
- 33
- Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina* wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide![]
- 34
- «Ma kê bi fikra Xudan zaniye?
An kî jê re bû şîretkar?»[]
- 35
- «Ma kê pêşî tiştek daye wî,
Ku bi şûn ve bistîne?»[]
- 36
- Çimkî her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be. Amîn.[]