Nameya Pawlos a ji Romayiyan re Beşa 14

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Romayî 14

Hevdû Dadbar Nekin 

1
Yê ku di baweriyê de qels e qebûl bikin, lê li ser fikrên xumalî bi wî re devjeniyê nekin.

2
Baweriya yekî rê dide ku her tiştî bixwe, lê yê ku baweriya wî qels e, bi tenê pincarê dixwe.

3
Bila yê ku dixwe, wî yê ku naxwe kêm nebîne û yê ku naxwe bila wî yê ku dixwe dadbar* neke; çimkî Xwedê ew qebûl kiriye.

4
Tu kî yî ku tu xizmetkarê yekî din dadbar dikî? Ew dikeve an disekine, mîrzayê wî dizane; lê ewê bisekine, çimkî Xudan dikare wî bisekinîne.

5
Yek, rojekê di ser roja din re digire, yê din hemû rojan wekhev dibîne. Bila her yek ji dîtina xwe piştrast be.

6
Yê ku rojekê di ser rojeke din re digire, ji bo Xudan digire û yê ku dixwe jî ji bo Xudan dixwe, çimkî ji Xwedê re şikir dike. Û yê ku naxwe jî ji bo Xudan naxwe û ji Xwedê re şikir dike.

7
Ji me tu kes ji bo xwe najî û tu kes ji bo xwe namire.

8
Eger em bijîn, em ji bo Xudan dijîn; eger em bimirin, em ji bo Xudan dimirin. Îcar em bijîn jî, em bimirin jî, em ên Xudan in.

9
Ji ber ku Mesîh ji bo vê yekê mir û vejiya, da ku ew hem bibe Xudanê miriyan û hem jî yê zindiyan.

10
Îcar tu çima birayê xwe dadbar dikî? An tu çima birayê xwe kêm dibînî? Em hemû, emê li ber kursiyê Xwedê yê dîwanê rawestin.[a]

11
Çimkî hatiye nivîsîn:
«Xudan dibêje: Bi heyîna min, her çok wê li ber min bitewe
Û her ziman wê eşkere bike û bêje: ‹Tu Xwedê yî.›»[b]

12
Îcar her yek ji me wê li ser xwe hesab bide Xwedê.

Kesî Neterpilînin 

13
Loma êdî em hevdû dadbar nekin. Lê hê zêdetir, biryarê bidin ku hûn astengekê daneynin pêşiya birayekî ku biterpile* an ji rê derkeve.

14
Ez dizanim û di baweriya Xudan Îsa de piştrast im ku tu tişt ji ber xwe ne murdar* e. Lê çaxê ku yek tiştekî murdar bihesibîne, ew ji bo wî murdar e.

15
Îcar, eger ji ber tiştê ku tu dixwî, birayê te xemgîn dibe, êdî tu li gor hezkirinê rêve naçî. Wî yê ku Mesîh ji bo wî miriye, bi xwarina xwe helak neke.

16
Îcar bila li ser vê yeka ku hûn qenc dibînin, bi xerabî neyê peyivîn.

17
Çimkî Padîşahiya* Xwedê ne xwarin û vexwarin e, lê belê rastdarî, aştî û şahiya bi Ruhê Pîroz e.

18
Yê ku bi vê yekê ji Mesîh re xizmetê dike, li Xwedê xweş tê û ji aliyê mirovan ve tê erêkirin.

19
Madem ku wusa ye, em bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne.

20
Ji bo xwarinê karê Xwedê xera neke. Erê, her tişt helal e, lê belê yê ku bi tiştên ku dixwe dibe sedemê terpilîna hinekên din, ew xerabiyê dike.

21
Ya qenc ew e ku tu goşt nexwî, şerabê venexwî û tu tiştê ku birayê te pê diterpile nekî.

22
Bîr û baweriya te, bila li ber Xwedê ji bo te be. Xwezî bi wî yê ku di tiştê ku erê dike de, xwe bi xwe dadbar nake.

23
Lê yê ku dudilî ye û dixwe, sûcdar tê derxistin, çimkî ne ji baweriyê ye. Her tiştê ku ne ji baweriyê ye, guneh e.

  1. a. 14:10 Korîntî II, 5:10
  2. b. 14:11 Ji: Îşaya 49:18; 45:23