Nameya Pawlos a ji Romayiyan re Beşa 2

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Romayî 2

Dîwankirina Xwedê ya Dadperwer 

1
Ji ber vê yekê, ey mirovê ku dadbar* dike, tu kî bî jî hêceta* te tune. Ji ber ku di tiştê ku tu yên din dadbar dikî de, tu xwe sûcdar derdixî. Çimkî tu yê ku dadbar dikî, tu eynî tiştan dikî.[a]

2
Îcar em dizanin ku dîwankirina* Xwedê li gor rastiyê li hember wan e, yên ku tiştên weha dikin.

3
Ey mirovo! Tu wan ên ku tiştên weha dikin, dadbar dikî û tu bi xwe jî eynî tiştan dikî, ma tu guman dikî ku tê ji dîwana Xwedê birevî?

4
An ku tu zêdehiya qencî, sebir û bîhnfirehiya wî kêm dibînî? Ma tu nizanî ku qenciya Xwedê te ber bi tobekirinê ve dibe?

5
Lê tu bi rikdarî û dilê xwe yê bêtobe ji bo Roja Xezebê li hember xwe xezebê dicivînî. Ewê wê rojê, dîwana Xwedê ya dadperwer* xuya bibe.

6
Çimkî ewê li gor kirinên her kesî bide wî.[b]

7
Wê jiyana herheyî bide wan ên ku di kirinên qenc de bi bîhnfirehî li rûmet, siyanet* û nemirinê digerin;

8
lê xezeb û hêrs wê bên ser wan ên ku xweperest in û li gor rastiyê nakin, lê li pey neheqiyê diçin.

9
Her mirovê ku xerabiyê dike, wê cefa û tengahiyê bikişîne; pêşî Cihû û hem jî miletên din.

10
Lê ji her kesê ku karê qenc dike re, rûmet, siyanet û aştî wê bê dayîn; pêşî ji Cihûyan re, hem jî ji miletên din re.

11
Çimkî li ba Xwedê xatirgirtin tune ye.[c]

12
Hemû yên ku bê Şerîet* guneh dikin, wê bê Şerîet helak bibin û hemû yên ku di bin Şerîetê de guneh dikin, wê bi Şerîetê dîwana wan bê kirin.

13
Çimkî li ba Xwedê ne ew ên ku Şerîetê dibihîzin rastdar in, lê belê ew ên ku Şerîetê pêk tînin, wê rastdar derkevin.

14
Çimkî miletên ku Şerîeta* wan tune, gava ji ber xwe tiştên ku Şerîet dixwaze dikin, bi ser ku Şerîeta wan tune jî, ew bi xwe ji bo xwe şerîet in.

15
Ew nîşan didin ku daxwaza Şerîetê di dilê wan de nivîsî ye. Wijdana wan jî ji wan re şahidiyê dike, çimkî fikrên wan, an wan sûcdar dikin, an jî carna wan diparêzin;

16
erê, li gor Mizgîniya ku ez didim, rojek wê bê ku Xwedê wê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştên mirovan ên nependî bike.

Cihû û Şerîet 

17
Îcar tu yê ku ji xwe re dibêjî Cihû, tu pişta xwe bi Şerîetê ve girê didî û bi zanîna Xwedê pesnê xwe didî!

18
Ji ber ku tu bi Şerîetê hatiyî hînkirin, tu daxwaza Xwedê dizanî û tu dikarî bêjî ya herî qenc kîjan e.

19
Tu ji xwe piştrast î ku tu rêberê koran î û ji bo wan ên ku di tariyê de ne, ronahî yî.

20
Tu perwerdekarê bêfêman û mamosteyê nezanan î, di Şerîetê de xwediyê tevahiya zanîn û rastiyê yî.

21
Îcar tu yê ku yên din hîn dikî, ma tu xwe hîn nakî? Tu yê ku li hember diziyê dipeyivî, ma tu didizî?

22
Tu yê ku dibêjî: «Zînayê nekin», ma tu bi xwe zînayê dikî? Tu yê ku ji pûtan nefret dikî, ma tu perestgehan talan dikî?

23
Tu yê ku pesnê xwe bi Şerîetê didî, ma tu bi şikandina Şerîetê, Xwedê bêrûmet dikî?

24
Çawa ku hatiye nivîsîn: «Ji rûyê we di nav miletan de çêrî* navê Xwedê tê kirin.»[d]

25
Îcar, eger tu Şerîetê pêk bînî, sinet* bi kêr tê, lê eger tu Şerîetê dişikênî, sinetbûna te bûye bêsinetî.

26
Îcar, eger yê sinetnebûyî emrên Şerîetê pêk bîne, ma bêsinetiya wî sinetbûn nayê hesabkirin?

27
Û yê ku di bedenê de sinet nebûye, lê Şerîetê pêk tîne, wê te sûcdar derxe, çimkî tu xwediyê nivîsara wê yî û sinetbûyî yî, lê tu Şerîetê dişikênî.

28
Çimkî Cihû ne ew e ku li ber çav Cihû ye û ne jî sinetbûn ew e ku li ber çav di bedenê de tê kirin.

29
Lê belê Cihû ew e ku di hundir de Cihû ye û sinetbûn jî sinetbûna dil e; ev ne karê herfê Şerîetê yê, lê karê Ruh e. Pesnê yê weha ne ji mirovan, lê ji Xwedê ye.[e]

  1. a. 2:1 Metta 7:1-2
  2. b. 2:6 Zebûr 62:12; Gotinên Silêman 24:12
  3. c. 2:11 Dubarekirina Şerîetê 10:17
  4. d. 2:24 Ji: Îşaya 52:5
  5. e. 2:29 Dubarekirin Qanûnê 30:6