Nameya Pawlos a ji Romayiyan re Beşa 7

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Romayî 7

Mînakeke ji Qanûna Zewacê 

1
Ma hûn nizanin, birano – çimkî ez ji yên ku Şerîetê dizanin re dibêjim – heta ku mirov sax e desthilatiya Şerîetê li ser wî heye.

2
Mesela, jineke mêrkirî heta ku mêrê wê sax e, bi qanûnê pê ve girêdayî ye; lê eger mêrê wê bimire, ew ji wê qanûna ku wê bi mêr ve girêdide, azad dibe.

3
Îcar, heta ku mêrê wê sax e, ew bibe jina mêrekî din, ew zînakar tê hesibandin. Lê eger mêrê wê bimire, hingê ew ji wê qanûnê azad dibe û ew bibe jina mêrekî din jî, ew ne zînakar e.

4
Bî vî awayî birayên min, hûn bi bedena Mesîh ji Şerîetê re mirin, da ku hûn bibin yên yekî din, yanî wî yê ku ji nav miriyan rabûye û em ji bo Xwedê ber bidin.

5
Dema ku hê em li gor nefsê dijiyan, xwestekên guneh ên ku bi Şerîetê hişyar dibûn, di endamên bedena me de dixebitîn, da ku ji mirinê re ber bidin.

6
Lê em li hember Şerîeta ku em girtin mirine, em niha jê hatin azadkirin, da ku em ne di riya kevin a herfên Şerîetê de, lê di riya nû ya Ruh de xizmetê bikin.

Şerîet û Guneh 

7
Îcar em çi bêjin? Ma Şerîet guneh e? Na, tu caran! Lê belê eger Şerîet nebûya, minê nezanibûya ku guneh çi ye. Çimkî eger Şerîetê negota: «Çavê xwe neavêjê tiştekî!»[a] , minê nezanibûya ku çavavêtin çi ye.

8
Lê guneh bi rêberiya emir fersend dît û her cûreyê çavavêtinê di dilê min de peyda kir. Çimkî Şerîet tune be, guneh mirî ye.

9
Ez bi xwe ji bo demekê bê Şerîet zindî bûm, lê gava emir hat, guneh vejiya

10
û ez mirim. Ew emrê ku diviya jiyan bianiya, bû sedemê mirina min.

11
Çimkî guneh bi rêberiya emir fersend dît, ez xapandim û bi destê wî ez kuştim.

12
Îcar Şerîet pîroz e û emir pîroz, rast û qenc e.

13
Nexwe, ma tiştê qenc ji min re mirin anî? Na, tu caran! Lê guneh, ji bo kifş bibe ku guneh e, bi tiştê qenc ji min re mirin anî, da ku bi saya emir guneh hê bêtir gunehkarî bê dîtin.

14
Çimkî em dizanin ku Şerîet ruhanî ye, lê ez nefsanî me û wek xulamekî ji guneh re hatime firotin.

15
Ez nizanim ku ez çi dikim. Çimkî tiştê ku ez dixwazim ez nakim, lê belê tiştê ku ez jê nefret dikim, ez dikim.[b]

16
Lê eger tiştê ku ez naxwazim ez dikim, ez erê dikim ku Şerîet qenc e.

17
Nexwe, hingê yê ku vî tiştî dike ne ez im, lê belê ew gunehê ku di dilê min de rûdine, dike.

18
Çimkî ez dizanim ku di dilê min de, yanî di nefsa min de, tiştekî qenc nasekine. Daxwaza min heye, lê ez nikarim tiştê qenc pêk bînim

19
Tiştê qenc ê ku ez dixwazim, ez nakim; lê belê tiştê xerab ê ku ez naxwazim, ez dikim.

20
Îcar, eger ez tiştê ku ez naxwazim dikim, hingê yê ku dike ne ez im, lê belê ew gunehê ku di dilê min de ye dike.

21
Nexwe ez ji vê yekê vê qanûnê dertînim: Gava ku ez dixwazim ya qenc bikim, ya xerab li ber min amade ye.

22
Li gor mirovê hundir kêfa min ji Şerîeta Xwedê re tê,

23
lê ez di endamên bedena xwe de qanûneke din dibînim. Ev jî bi qanûna ku hişê min qebûl dike re şer dike û min ji qanûna guneh re ya ku di endamên min de ye, dike hêsîr*.

24
Ez çi mirovekî reben im! Kî wê min ji vê bedena mirinê rizgar bike?

25
Bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, şikir ji Xwedê re!
Îcar ez bi hişê xwe ji qanûna Xwedê re, lê bi nefsa xwe ji qanûna guneh re xulamtiyê dikim.

  1. a. 7:7 Ji: Derketin 20:17; Dubarekirina Şerîetê 5:21
  2. b. 7:15 Galatî 5:17